Karîm Khan di serketina karîyera xwe de bi dozeke şexsî û nediyar re rû bi rû ye.
Karîm Khan ê ku di demên nêz de derheqê Vladimir Putin, Benyamin Netanyahu û serokê Hîzbullahê de fermana binçavkirinê derxistî û di wêneyan de li rex Serokkomarê Tirkiyeyê poz dabû, bi destavêtinê tê tawanbarkirin.
Serokê şaxa çavdêriyê ya Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî hefteya borî têkildarî îdîayên ku dozgerê Îngilîz xebatkareke xwe taciz kiriye, daxuyaniyek dabû.
Rojnameya Guardianê bal kişand ser destavêtinê û da zanîn dozgerî hewl daye ku kesa mexdûr bêdeng bike.
Karim Khan di 24’ê Cotmehê de ji AFP’ê re daxuyaniyek şandiye û di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku ew li hemberî van îdîayan xemgîn e û aniye ziman ku tu rastiya van îdîayan tune ye. Khan vê yekê weke êrîşeke li hemberî Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî pênase dike.
Her wiha li gorî Rojnameya Guardianê ku xwe dispêre îfadeyên 11 rayedarên Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî û çavkaniyên dîplomatîk, Karim Khan zext li kesa mexdûr kiriye ku sûcdarkirinên derheqê wî de red bike û hewl daye ku mexdûrê bê deng bike.