Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Milîtanên Apoyî yên hêja hevrêyên me Kurtay, Mervan û Zinar di Hezîrana 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Em hevrêyên xwe yên ku bi şehadeta xwe ji me re zêdetir bûn sedema têkoşînê, bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranînên wan re dubare dikin.
Artêşa Tirk a dagirker ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê li hemberî berxwedana destanî ya Milîtanên fedaî yên Apoyî derbên giran dixwe, di vê êrîşa xwe ya dagirkeriyê de bêçaretiya herî mezin a dîroka xwe dijî. Hevrêyê me Kurtay Batman ê ku yek ji fedaiyên Apoyî ye ku hişt dewleta Tirk di aliyê leşkerî, siyasî û aborî de asê bimîne, bi fedayiyane şer kir û derbên mezin li dijmin xist. Bi pisporî û xwînsaritiya xwe ya di pêkanîna taktîkên serdemê de û tecrubeya xwe ya di şer de serkeftinên mezin bi dest xist. Hevrêyê me Kurtay ê ku li çar aliyên Kurdistanê li dijî mêtînkariyê têkoşîneke bêbêhn da û erkên xwe yên şoreşgerî bi cih anî, bi helwesta xwe ya dilnizm û tevlîbûna xwe ya bi moral a li jiyanê, ji bo hemû hevrêyên xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak.
Zarokê hêja yê Garzanê hevrêyê me Mervan Hîzan weke şexsekî dilsozê bîra Kurdîtiyê, ji bo parastina destkeftiyên gelê me li qadên cuda têkoşiya. Bi îdia û biryardariyeke mezin di nava refên gerîla de cih girt û hewl da berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne. Hevrêyê me Mervan ê ku di qadên zehmet ên têkoşînê de bi mezinkirina têkoşîna xwe erkên xwe yên demê bi layiqî bi cih anî, bi tevlîbûna xwe ya bêdudilî, bibiryar, îdia û hevrêtiya xwe ya jidil ku bandor li ser hemû hevrêyên xwe kir, bû yek ji qehremanên ku navê xwe li dîroka azadiya gelê me nivîsî.
Hevrêyê me Zinar jiyana xwe ya şoreşgerî ku bi azweriyeke mezin destpê kir, her tim bi mezinkirina ezîma xwe ya têkoşînê domand. Hevrêyê me yê ku li gelek qadên çiyayên Kurdistanê têkoşiya, her kêliya xwe tijî tijî jiya û erkên xwe yên şoreşgerî bi cih anî. Bi tevlîbûna xwe ya xwîngerm, sade û bêdudilî û dilsoziya xwe ya kûr bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me yê ku di demeke kin de bû gerîlayekî pispor û li qadên şerê germ derbên giran li dijmin xist, mîrateyeke nayê jibîrkirin ji peyrewên xwe re hişt.
Em hevrêyên wan careke din hevreyên xwe Kurtay, Mervan û Zinar bi rêzgirtin û minetdadrî bi bîr tînin, sersaxiyê di serî de ji bo malbatên wan ên hêja ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Kurtay Batman |
Nasnav: Mervan Hîzan |
Nasnav: Zinar Raperîn |
KÛRTAY BATMAN
Hevrêyê me Kurtay li Êlihê di nava malbateke welatparêz a xwedî nirxên azadiyê de ji dayik bû. Exlaq û çanda Kurdîtiyê ji malbata xwe wergirt û girêdayî cewhera xwe mezin bû. Têkoşîna me ya Azadiyê di temenekî biçûk de nas kir. Bi çîrokên qehremaniya gerîla mezin bû. Hevrêyê me yê ku di dibîstanê de rastiya dijmin nas kir, weke her ferdekî Kurd dest bi lêgerîna parastina xwebûna xwe kir. Di dibîstanên pergalê de ji ber nakokiyên xwe yên di mijara zimanê de û ji bo tevkariyê li dabara malbata xwe bike dev ji dibîstanê berda û dest bi kar kir. Hevrêyê me yê ku di temenekî biçûk de dest bi têkoşîna kedê kir, ji aliyê malbat û derdora xwe ve hat hez kirin. Hevrêyê me Kurtay ji bo bibe bersiva qirkirina ku di sala 2014’an de bi destê çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê me yê li Rojava û Şengalê hate ferzkirin, kete lêgerînan. Weke her ciwanekî Kurd li hemberî tiştên ku diqewimin bêhestiyar nema û gava xwe ya ewil ji bo têkoşîna azadiyê avêt. Hevrêyê me di wê zanebûnê de bû ku azadî bi berdêlan tê qezenckirin û dizanîbû ku li dijî polîtîkayên qirkirinê ya ku bi sed salan in tê xwestin bê pêkanîn, dijmin bi tenê bi helwesta Apoyî dikare were têkbirin.
Hevrêyê me Kurtay ku perwerdeya xwe ya şervanên nû li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît, zû ferî jiyana Partiyê bû. Tevî ku perwerdeya wî ya ewil jî bû, di demeke kin de pêşketin nîşan da û di şer û jiyanê de weke milîtaneke bar hildide erk li xwe girt. Hevrêyê me yê ku dilsozê têkiliyên hevrêtiyê bû, bi tempoya xwe ya bilind tevî hemû şert û mercên zehmet jî bi awayekî bi ezîm têkoşiya û alîkarî da hevrêyên xwe. Weke peyrewê kurxalê xwe Mawa Tolhildan ê di sala 2014’an de li Rojava di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bû, têkoşîna xwe mezintir kir. Hevrêyê me Kurtay ê ku jiyana hevrêyên me yên şehîd ji xwe re kir rênîşander, her tim hewl da di xebatên pratîkî de cih bigire û erkên xwe yên milîtaniyê bi cih bîne. Hevrêyê me li gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiya û her tim xwest li qadên her şêr lê giran e, cih bigire. Hevrêyê me Kurtay yê ku bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin û jêhatîbûna xwe ya di hûnera şer a gerîlatiyê de bawerî da hevrêyên xwe, derbasî herêmên êrîşên dijmin lê dijwar in bû û gihişt armanca xwe. Hevrêyê me yê ku di sala 2017’an de di êrîşa dijmin de ji serê xwe birîndar bû, di demeke kin de xwe komî ser hev kir û têkoşîna xwe dewam kir. Hevrêyê me ji bo nirxandina pratîka xwe ya giran tevlî perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî bû. Bi perwerdeyên standî li ser parastin û dahûrandinên Rêbertiya me lêhûrbûn bû û armanc kir ku xwe bi temamî di xeta Partiyê de perwerde bike. Di her perwerdeya stend de dersên girîng derxist û hesabê pratîka xwe ya şer kir.
Êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku ji sala 2021’an û vir ve pêk tên û li dijî vê yekê ji qehremaniya ku di berxwedana bi pêşengiya hevrêyê me Şehîd Şoreş Beytuşşebap pêş ket de pir bandor bû. Li ser vê yekê ji bo ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna bibe bersiv û ji bo li kêleka hevreyên xwe yên li mewziyan şer dikin bibe, pêşniyar kir. Hevrêyê me li ser vê bingehê ewil derbasî herêma Avaşînê bû, di serî de şerên tunelan li ser taktîkên şer ên serdema nû lêhûrbûn bû. Li herêma Avaşînê di gelek çalakiyan de roleke çalak lîst û ji bo derbên giran li artêşa Tirk bixin ked da. Hevrêyê me Kurtay ku bi wêrekî û fedakariya xwe ya rêzgirtina hemû hevrêyên xwe girt, têkoşîna xwe mezintir kir û xwest bibe bersiva pêvajoya şerê giran. Hevrêyê me piştî herêma Avaşînê, li gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiya. Hevrêyê me li her qadê ku lê bû, ji bo taktîkên serdema nû bi awayekî serkeftî bê pêkanîn têkoşiya û ked da.
Hevrêyê me Kurtay di wê zanebûnê de bû ku dilsoziya bi bîranîna şehîdên me yên hêja bi mezinkirina têkoşînê pêkan dibe, heta kêliya şehadeta xwe ji bo bi helwesta xwe ya fedaî ya li jiyanê û bi tecrubeya xwe ya şer tevkariyê li têkoşîna me ya azadiyê bike hewldaneke mezin da. Hevrêyê me Kurtay ku di êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanên şehîdan bû, wê bi dilsoziya xwe ya ji bo şehîdan, helwesta xwe ya zelal a li ser xeta fedaî ya Apoyî û hevrêtiya xwe ya jidil û durist her tim rê nîşanî me bike.
MERVAN HÎZAN
Hevrêyê me Mervan li navçeya Hîzan a Bedlîsê ku di dîroka têkoşîna me de cihekî girîng e, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me bi exlq û bîra Kurdîtiyê mezin bû û di temenekî biçûk de Tevgera me nas kir. Hevrêyê me yê ku 5 sal di dibîstanên pergalê de xwend, ji bo tevkariyê li dabara malbata xwe bike di înşaetê de kar kir. Hevrêyê me ku zû kedê nas kir, bi fedakariya xwe ve ji aliyê malbat û derdora xwe ve hat hezkirin. Dema temenê wî mezin bû eleqeya wî ya bi têkoşîna me ya azadiyê re jî mezin bû. Hevrêyê me Mervan bi malbata xwe re weke bi hezaran malbatên me ku di salên 90’î de ji ber şewitandina gundan û hewldana komkujiyê ya li ser gelê me neçar man koçî metropolan bibe, koçî Stenbolê kir û li vir jî rûbirûyê zextên dewleta Tirk ma. Hevrêyê me yê ku hêrsa wî li dijî zilma li ser gelê me zêdetir bû, li hemberî êrîşên dijmin bêdeng nema û lêgerînên xwe yên têkoşînê zêde kir. Hevrêyê me Mervan li ser vê bingehê di xebatên ciwanan de cih girt û bi xwendina fikrên Rêber Apo di kesayeta xwe de guhertinan çêkir. Hevrêyê me Mervan ê ku di pêvajoya xebatên xwe yên ciwanan de tecrubeyên îdeolojîk û rêxistinî bi dest xist, her tim di lêgerîna mezinkirina têkoşîna xwe de bû. Bi taybet ji têkoşîna fedayî ya şervanên azadiyê û gelê me ya li Rojava û Şengalê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û şehadeta qehremanî ya bi hezaran hevreyên me ya di vê şerê rûmetê de pir bandor bû. Hevrêyê me Mervan li ser vê yekê di wê zanebûnê de bû ku weke ciwanekî şoreşger divê têkoşîna gelê me mezin bike û di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.
Hevrêyê me Mervan ku perwerdeya xwe ya ewil a gerîlatiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît, bi tevlîbûna xwe ya bi biryar û daxwazker di demeke kin de ferî jiyana çiya û gerîla bû. Hevrêyê me derfet dît ku tecrubeyên xwe yên rêxistînî û îdeolojîk zêdetir xurt bike û di her kêliya jiyanê de tevlîbûneke xurt raber kir. Di heman demê de hewl da hevrêyên wî jî ferî jiyana gerîla bibin û erkên xwe yên hevrêtiyê bi cih anî. Hevrêyê me Mervan ê ku li dijî êrîşa dewleta Tirk ên li ser her qada ku destkeftiyên gelê me lê hene, bi taybet li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, xwest demildest li kêleka hevrêyên xwe yên di mewziyan de şer dikin bibe. Hevrêyê me piştî ku perwerdeya xwe qedand derbasî herêmên ku êrîşên dijmin lê giran in bû.
Hevrêyê me Mervan di gelek çalakiyên li dijî êrîşên dijmin de cih girt û weke şervanekî wêrek û fedakar hewl da erkên xwe bi cih bîne. Hevrêyê me ku di pêvajoya şer de şahidiya gelek şehadetên hevrêyên xwe kir, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin zêdetir kir. Hevrêyê me Mervan di wê baweriyê de bû ku dilsoziya bi hevrêyên wî yên şehîd re tenê bi mezinkirn û domandina têkoşîna wan pêkan dibe. Ji ber vê yekê lêhûrbûnên xwe kûr kir. Hevrêyê me ku li ser parastin û dahûrandinên kesayetî ya Rêber Apo lêhûrbûn bû, bi xwendinê re bêhtir agahî bi dest xist û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê re xurtir kir. Bi saya helwesta xwe ya zelal a di biryardariya têkoşînê de, zehmetiiyan derbas kir. Hevrêyê me Mervan ku bi kûrbûna xwe ya îdeolojîk, danehev û jêhatîbûna xwe ya di branşên leşkerî de rêzgirtina hevrêyên xwe bi dest xist, weke milîtanekî fedaî yê Apoyî erkên xwe yên Partiyê bi disîplîn û hesasiyeteke mezin bi cih anî. Bi kesayeta xwe ya sade û gihîştî di rewşên herî nabe de çareseriyê esas girt.
Hevrêyê me Mervan ê ku di êrîşa dijmin a li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû, bi tevlîbûn û helwesta xwe ya zelal a di xeta milîtaniya Apoyî de bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me Mervan wê bi kesayeta xwe ya jidil, fedakar û îradeya xwe ya nebez wê her tim bê bîranîn û bîranîna wî bibe sedema mezinkirina têkoşîna me.
ZINAR RAPERÎN
Hevrêyê me Zinar li Reqayê di nava malbateke welatparêz a ji Kobanê hat dinê. Di zarokatiya xwe de firsend dît ku têkoşîna me ya azadiyê nas bike û sempatiya wî li hember tevgera me çêbû. Hevrêyê me ku weke her zarokekî Kurd nakokiyên wî yên derbarê jiyanê de di temenekî biçûk de destpê kir, ji bo bersivên rast ji van nakokiyan re bibîne, bû xwedî kesayetekî pirsker. Ji bo tevkariyê li dabara malbata xwe bike di gelek karan de xebitî. Bi kedê re hezkirina malbat û derdora xwe bi dest xist. Ji tevlîbûnên di nava malbata wî ya mezin de ji bo refên gerîla û ji berxwedan û şehadetên di pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de pir bandor bû. Tu carî zîhniyet û pêkanînên qirker ên dijmin qebûl nekir û lêgerînên xwe kûr kir. Hevrêyê me Zinar ê ku roj bi roj xeyala xwe ya bûyîna şervanê heqîqetê mezin kir, ji bo gihiştina armanca xwe êdî tu hincetê qebûl nekir. Hevrêyê me ku dizanîbû ku li dijî êrîşên heyî qada têkoşînê ya herî rast li çiyayên Kurdistanê tevlîbûna li refên gerîla ye, di sala 2017’an de tevlî refên gerîla bû û gava xwe ya ewil ji bo azadiyê avêt. Hevrêyê me ku gihişt xeyalên xwe, bi moreleke mezin beşdarî perwerdeyan bû.
Hevrêyê me Zinar ku perwerdeya xwe ya şervanên nû li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît, bi kesayeta xwe ya biheyecan û daxwaza xwe ya fêrbûnê bala hevrêyên xwe kişand. Di demeke kin de fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir, beşdarî xebatên pratîkî bû. Bi xwendina çavkaniyên Partiyê hewl da dîroka me ya têkoşînê fêm bike. Her ku xwend heyranê qehremaniyên hatîne jiyîn bû. Bi dilsoziya xwe ya kûr a li rastiya Rêbertî û şehîdan, xwest ji bo derbên giran li dijmin bide di branşên leşkerî de jêhatî bibe. Hevrêyê me yê ku di sala 2018’an de li akademiyên leşkerî beşdarî perwerdeyan bû, bû gerîlayekî pispor. Di perwerdeyan de ji bo bibe bersiva bendewariyên demê li ser her hûrgiliyê lêhûrbûn bû. Ji bo guleyek jî ku biavêje dijmin vala neçe, pratîkeke zêde kir. Hevrêyê me yê ku vê perwerdeya xwe jî bi awayekî serkeftî temam kir, bû milîtanekî Apoyî ku ji her qad û erkê re amade. Bi biryardarî û îdiayeke mezin erkên xwe bi cih anî. Bi tecrubeya xwe ya di pratîkê de û jêhatîbûna xwe ya di qada leşkerî de hezkirina hevrêyên xwe bi dest xist. Dizanîbû ku tenê bi mezinkirina têkoşîna xwe dikare bibe bersiva bendewariyên hevrêyên xwe û zêdetir hewl da. Ji bo derbasî qadên Zap, Avaşîn û Metînayê ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker lê giran bûne bibe pêşniyar kir. Hevrêyê me Zinar ku di nirxandineke xwe de dibêje, ‘Şehîdên me mamosteyên me ne, pêşengên me yên di jiyanê de ne û nîşanî me kirin ku divê em çawa şer bikin’ ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne derbasî qadên şer lê giran e bû.
Hevrêyê me Zinar di gelek çalakiyên serkeftî ku dijmin derbên giran xwar de cih girt û pratîkeke layiqî mîrateya şehîdan raber kir. Hevrêyê me Zinar e ku bi pisporiya di taktîk û teknîka gerîla de tecrubeya bi salan li hev kom kir, nîşan da ku gerîlayekî serkeftî divê çawa bibe. Heyecana xwe ya di jiiyan û şer de tu carî kêm nekir û her roj lêgerîna pêkanîna çalakiyê kir. Bi her aliyên xwe ve bû milîtanekî mînak. Bi hevrêtiya xwe ya xurt û kesayeta xwe ya milîtan ku bi xwendina dahûrandinên Rêbertî û lêhûrbûnên xwe bi dest xist, ji bo bigihije armanca xwe bi gavên bawer meşiya.
Hevrêyê me Zinar ku bi helwesta xwe ya fedakar, dilnizm û milîtaniya Apoyî hemû erkên xwe bi cidiyete mezin bi cih anî, tevlî karwanên şehîdan bû û li pey xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt. Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşîna ku radestî me kiriye, bi serkeftinê tacîdar bikin.”