Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û Serokê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) Ekrem Îmamoglû nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên ji DEM Partiyê dan.
Ozel li ser hesabê xwe yê X’ê ev peyam parve kir: “Vê sibehê li şûna Ahmet Turk ku yek ji kesayetên girîng ên diyaloga siyasetê ye û li şûna du şaredarên din ên hatin hilbijartin, qeyûm hate danîn. Em bi feraseteke welê re rû bi rû ne ku mejiyê xwe xerabe ye, dilê xwe nebaş e, destên xwe qirêj e, li ber xwe nakevin û siyasetmedarên ku bi hilbijartinê bûne şaredar bi darbeyê ji wezîfeyê dûr dixîne û dest datîne ser şaredariyên ku bi hilbijartinê nekarî bi dest bixe. Ez hişyar dikim. Gotin li ber qedandinê ye. Ji bo têkoşîna li dijî vê nebaşiyê çi divê ew ê bê kirin.”
‘EM Ê TBB’Ê SIBE BI RENGEKÎ AWARTE BICIVÎNIN’
Îmamoglû jî anî ziman ku desthilatdariyê kontrol winda kiriye, bi rengekî nehevgirtî û bêcidiyet li ber bê dikeve û anî ziman ku wê Encûmena TBB’ê bi rengekî awarte bicivîne.