Milîsên Memed Cûdî (Ramazan Aktaş) ên HBDH’ê ragihandin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê li Stenbol, Kocaelî û Bûrsayê çalakî kirine.
Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:
“Şeva 31’ê Cotmehê saet di 03:00 de Ataşehîr/Ferhatpaşa ya Stenbolê 2 qemyon hatin şewitandin.
Êvara 31’ê Cotmehê saet di 06:00 de li kolana Bagdat a taxa Adem Yavûz a navçeya Gebze ya Kocaeliyê febrîqeya Palet Kereste hate şewitandin.
Şeva 1’ê Mijdarê saet di 23:00 de li navçeya Golcuk a Kocaeliyê wesayiteke faşîstekî hate şewitandin.
Şeva 2’ê Mijdarê saet di 04:00 de li taxa Guzelyali ya navçeya Mûdanya ya Bûrsayê depoyeke Marketa Şok hate şewitandin.
Milîsên me xisareke madî ya mezin a di van çalakiyan de tespît kirin û piştre bi rengekî ewle vekişiyan qadên xwe.”