Çarşem, 18 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dr. Korkmaz: Tirkiye ji ber tifaqên leşkerî dikare berdêlên giran bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariya dîrokî ya Elewiyan ew e ku bibin kirdeya civakî ya aştiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK: Em operasyonên li dijî endamên HEVBENDÎ şermezar dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka MPKE’yê Petra Bayr: Tirkiye ji pêkanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweşê giran Civan Boltan: ‘Ev sê hefte ne min nabin nexweşxaneyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Karê ne ewle û keda bê bersiv xizaniya jinê mezin dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di sala 2025’an de 285 hezar kes rastî tundiya hevjînan hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşanê bavek keça xwe ya 16 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Rojava: Jin divê bi qanûnî bên parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî hatin desteserkirin
Kurdistan

Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî hatin desteserkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Şaredariya Êlihê û Xelfetî hatin desteserkirin û qeyûm lê hatin tayînkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de qeyûm tayîn kir. Polîsan di saetên serê sibehê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin.

Biryara tayînkirina qeyûm ji Hevşaredar Ahmet Turk re hate ragihandin.

Her wiha li Şaredariya Êlihê jî qeyûm hate tayînkirin û avahiya şaredariyê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin.

Li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê jî qeyûm hate tayînkirin. Di saetên zû yên serê sibehê de avahiya şaredariyê hate dorpêçkirin. Hevşaredar Mehmet Karayilan hate binçavkirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam da: “Em ê tu caran dev jê bernedin. Em ê di têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê de paşve gavê neavêjin. Em ê rê nedin xespkirina îradeya gel. Bila ev yek wiha bê zanîn!”

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk têkildarî tayînkirina qeyûm li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir. Sonuk, bertek nîşan da û wiha got: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi dengên jin, ciwan û gelê me, bi saya kedê gelê me li seranserî Tirkiyeyê bi rêjeya herî mezin em hatin hilbijartin. Beriya ku teblîxatek were şandin, di saetên serê sibehê de şaredariya me hate xespkirin. Me tu caran ev rejîma talanker û xespkar qebûl nekir û dê qebûl nekin jî. Şaredarî yên gel in.”

Hevşaredarê Xelfetî Mehmet Karayilan jî ev tişt gotin: “Ev biryar tê wateya nenaskirina îradeya gelê Kurd. Bi sala ye wiha didome. Gelê me îradeya xwe raber dike ku xwe birêve bibe. Zîhniyeta ku vê ranagire, her carê derdikeve holê. Ev, zilm e. Gelê me vê heq nake. Em ê heta dawiyê li cem gelê xwe cih bigirin. Em ê paşvegav neavêjin. Em ê her tim di nav gel de bin û xwedî li nirxên xwe derkevin. Em hevşaredar ji hêla gel ve hatin hilbijartin. Her çend bi awayeke fermî li ser peywira xwe nebin jî em ê bi gelê xwe re bin.”

Li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de bû, qeyûm hate tayînkirin.

Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram hate pêşiya şaredariyê û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da.

Bayram, bi van gotinan bertek nîşan da: “Ji xwe şerm bikin! Vê nekin. We  10 mifetîş şandin lê we tiştek nedît. Qeyûmî li vir dizî kir lê we tiştek nekir. Şeref Albayrak bi qasî dinyayekê dizî. Ev gel êdî şiyar bû. Sibe hilbijartin bê lidarxistin dê em ê dîsa bi ser kevin. Em ê bi hev re bi ser kevin.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Devrim Demîr li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal, ev tişt diyar kirin: “Vê siharê car din qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate tayînkirin. Desthilatdariyê car din derbe li dijî îradeya gel kir. Berê du caran gel li dijî vê xespa îradeyê bi rengekî zelal, helwesta xwe danî holê. Li ser sindoqan nîşan da ku ev polîtîka nayên qebûlkirin. Tevî van hemûyan, desthilatdarî di xespkirina îradeyê de israr dike, ev yek tûnebûna siyasî îspat dike. Bi vê siyaseta rizî û polîtîkayên xespê, ev desthilatdar nagihije ti derê. Me duh qebûl nekir, em ê îro jî qebûl nekin. Li dijî vê xespa îradeyê, em bang li hemû gelê xwe dikin ku werin ber şaredariyan û xwedî li îradeya xwe derkevin. Şaredarî yên gel in. Qeyûm darbe ye.”

Wezareta Karên Hundir a Tirk, dozên li hevşaredaran hatine vekirin weke sedema biryara desteserkirina şaredariyan nîşan da.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji milîsên HBDH’ê çalakiyên li dijî tecrîd û êrîşan
Nûçeya Pişt re ‘Em ê bi berxwedanê ji mêtingeran rizgar bibin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Ji 7 salî heta 70 salî em ê bendava xwe biparêzin’

Gelê li Bendava Berxwedaniyê de ne anîn ziman ku heta ku bendav di bin êrîşê…

Ji aliyê Stêrk TV

Wê Erdogan û Bahçelî bicivin

Hate diyarkirin ku Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan wê serdana Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet…

Ji aliyê Stêrk TV

Di asta navneteweyî de êrişên li ser parêzvanên mafên jinan zêde dibe

Rapora 2025'an a rêistina civaka sivîl CIVICUS'ê ragihand ku azadiya sivîl a navneteweyî teng bûye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Parêzera Evîn Zapsu: Êşa wê giran e, divê bi lez bê dermankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dr. Korkmaz: Tirkiye ji ber tifaqên leşkerî dikare berdêlên giran bide

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Berpirsyariya dîrokî ya Elewiyan ew e ku bibin kirdeya civakî ya aştiyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Fransayê di sala 2025’an de 285 hezar kes rastî tundiya hevjînan hatin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?