Li hemberî desteserkirina Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Rihayê nerazîbûn dewam dike.
ÊLIH
Biryara desteserkirina Êlihê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi xwepêşandanekê hate şermezarkirin.
Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DPB) Keskîn Bayindir, li avahiya bajêr a Êlihê li hev kom bûn. Piştre jî ji vê derê ber bi şaredariyê ve bi rengekî girseyî meşiyan.
Di meşê de bi dirûşman nerazîbûn ji qeyûm re hate nîşandan. Hevşaredara Êlihê ya DEM Partiyê Songul Korkamz got, “Beriya niha jî qeyûm tayîn kirin lê belê nebû çare. Divê tavilê dest ji qeyûm berdin, qeyûman vekişînin. Em ê dest ji berxwedana xwe bernedin.”
Keskîn Bayindir jî di çalakiya protestoyî de axivî û got: “Destê xwe dirêjî Kurdan kirin lê îro destê xwe dirêjî îradeya wan kirin.”
Bayindir anî ziman ku gelê kurd, gelê Kurdistanê vê nêzikatiyê qebûl nake û wiha domand: “Em ê qebûl nekin û heta dawiyê li ber xwe bidin. Li kolanan, li taxan, li her derê em ê xwedî li vîna xwe derkevin. Li her devera Kurdistanê bila gelê me xwedî li vîna xwe derkeve. Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherinin qada berxwedanê. Plana van dagirkeran derket holê. Plana wan ew e ku êrişî gelê kurd bikin û pêşî li ber serkeftina gelê kurd bigirin. Me planên Erdogan û Bahçelî îro li Êlih û Mêrdînê dît. Dê bersiva me ya ji we re jî bibe berxwedan û têkoşîna heta dawiyê. Heta ku em we dişînin jî wê bidome.”
Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku ev yek li gel darbeya siyasî her wiha darbeya dadgeriyê ye û got, “Em ê bi gelên li Tirkiyeyê, bi jinan dengê ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind bikin. îradeya gel wê li van kolanan be. Em ê bi hev re xwedî li îradeyê derkevin.”
Tûncer Bakirhan jî destnîşan kir ku wê teqez şaredariyên xwe ji nû ve bi dest bixin û got, “Em ê we li vê xakê bikin partiya tenê ji tabelayê. Hûn ê nikaribin tabelayê jî daliqînin. Em bang li her kesî dikin ku li hemberî vê feraseta qeyûm têbikoşe.”
Piştî axaftinan dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin qîrîn.
Girseya gel li ber şaredariyê ye.
MÊRDÎN
Li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya DEM Partiyê ku hate desteserkirin çalakiya şermezarkirinê dewam dike. Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û siyasetmedar Sebahat Tûncel tevlî çalakiya li vê derê bûn.
Ûçar diyar kir ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de siyaseta qeyûm a îktîdarê têkçûye û wiha got: “Rewşeke eşkere heye; siyaseta AKP’ê riziyaye. AKP-MHP li ber digerin ku welêt bi komeke sermayedaran re birêve bibe. Her şaredariya AKP-MHP’ê li Kurdistanê winda kirî Tirkiye hinek bêhtir nêzî ronahiyê kir. Me AKP a ku welêt ber bi wêraniyê ve dibe, da windakirin.”
Ûçar tayînkirina qeyûman weke “darbe” nirxand û ev tişt anî ziman: “Polîtîkayeke şerê taybet heye ku bi destê hêzên ewlekariyê tê meşandin. AKP-MHP a ku jin û ciwanan bi tiryak û fihûşê ji eslê xwe derdixîne, ji ewil qeyûm tayînî Colemêrgê kir. Ya ku hatiye kirin darbe ye. Hem darbeyeke hiqûqî hem jî siyasî ye. Kî darbeyê dike? Yên ku rewatiya xwe winda dikin û li dijî gel têk diçin darbeyê dikin. Lewma yên windakirin ne em in, AKP-MHP û aqilê dewletê yê sedsalî ye. Em duh jî li vir bûn û îro jî li vir in.”
Ûçar got, ew ê berxwedana xwe ya li dijî bêhiqûqtiyê bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Li Êlihê, li Mêrdînê, li Esenyurtê û li her derê em ê li ber xwe bidin. Em ê bi roja li vir bin. Bila kesek behsa cezayên wezîrê karên hundir qala wan dike weke hincet nîşan nede. Em tu biryarên daraza AKP-MHP’ê nas nakin. Lewma jî tu hukmê qeyûm nîne. A rast gelê kurd û berxwedana wê ya li Kurdistanê ye. Em li vir bûn û dê her li vir bin.”
RIHA
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê desteserkirina şaredariyan hate şermezarkirin. Siyasetmedarên ji DEM Partiyê û girseya gel nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûm dan.
Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî got ku qeyûm di salvegera darbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an hatine tayînkirin. Karakeçîlî, tayînkirina qeyûm weke hiqûq dijminatiyê pênase kir û wiha got: “Kesên birêz Ocalan vedixwendin Meclisê niha qeyûm tayîn dikin. Ev hiqûqa dijminatiyê ye.”
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ê li şûna wî qeyûm hate tayînkirin jî ev tişt anî ziman: “Em zîhniyeta qeyûm nas dikin. Cara sêyemîne zilmê li gelê me dikin. Dê dîsa têk biçin. Qeyûm ne tenê li şaredariyan, li tevahiya nirxên gelê kurd tayîn kirin. Em ê rê nedin qeyûm. Qeyûm li pey xwe 500 milyon lîre deyn hiştibû. Ji ber ku me diziyên wan derxistin holê, ev zîhniyeta faşîst derket pêşiya me. Em ê tiştên aydê xwe ji wan bistînin.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî da zanîn ku Rêber Apo di hevdîtina 23’yê cotmehê de qala Şaredariya Xelfetiyê kiriye. Ocalan, wiha got. “Welêt, li rojeke nebaş hişyar bû. Di hevdîtina 23’yê cotmehê de birêz Ocalan bal kişand ser geşedanên dîrokî yên gelên tirk û kurdan û ji serdema Sûltan Sencer heta damezirandina komarê, bi hûr û kûr vegot. Me qala Xelfetî û Şaredariya Xelfetiyê jî kir. Me ji birêz Ocalan re got ku hevşaredarek tirkmen û ya din jî jineke kurd e. Birêz Ocalan Xelfetî vegot. Li Xelfetiyê kurd û tirkmen dijîn. Anku xwedî wê zemînê ye ku paradîgmaya birêz Ocalan dikeve meriyetê. Birêz Ocalan got; ‘Ev projeya min e.’”
Ocalan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan got ku paradîgmaya min li vir dikeve meriyetê. Dema birêz Ocalan bihîstî ku Karayilan tirkmen e, şaş bû. Xelfetî, rastiya Tirkiyeyê ye. Peyama birêz Ocalan vekirî ye; birêz Ocalan dibêje; ‘Heke şert û merc bên amadekirin ez ji bo çareseriyê amade me.’ Em ji bo zemîna siyaseta demokratîk biisrar in. Tiştên îro diqewimin, pirsgirêkê kûrtir dikin. Zemînê hiqûqî tê tunekirin. Kî bi ser dikeve? Ev polîtîkayên xeletin. Jê vegerin. Ma hûn dê yekitiya navxweyî wiha çêbikin? Li Xelfetiyê mafê hilbijartinê yê her kesî ji dest distînin. Naxwazin kurd û dostên wan siyasetê bikin. Aqilek heye ku di şer û pevçûnan de israr dike. Li dijî vê hewceye em di siyaset û paradîgmaya neteweya demokratîk de israr bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Xelfetiyê” û “Xelfetî ranezê xwedî li îradeya xwe derkeve” bi dawî bû.
Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya şaredariyê didome.
WAN
Li Wanê rêveberên DEM Partiyê û welatî li Kolana Hunerê li hev kom bûn û li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Mêrdîn, Êlihê û Xelfetiyê nerazîbûn nîşan dan. Girseyê bênavber dirûşmên, “Bijî berxwedana gelê kurd”, “Berxwedan jiyan e” berz kirin û banga hêrsa li dijî qeyûman hat kirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li vir axivî û diyar kir ku rejîma AKP-MHP’ê ji têkçûnên xwe yên li Kurdistanê têr nebûye û bi heman rêbazan îradeya gel desteser kiriye. Kaçmaz destnîşan kir ku wê gel li dijî vê dizî û talanê li ber xwe bide û got ku wan di 2-3’yê nîsanê de çawa li dijî destesrkirina vîna gelê Wanê li ber xwe dan, dê dîsa bi heman awayî berxwedana xwe li dijî qeyûman nîşan bidin.
Piştî daxuyaniyê polîsan êrişî çalakiya gel kir. Di êrişê de gelek kes hatin binçavkirin. Girseyê li dijî qeyûman di nav dropêça polîsan de dest bi çalakiya rûniştînê kir.
MERSÎN
Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî ya Rihayê li navçeyên Akdenîz û Toroslarê meş li dar xist. Rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca û gelek welatî tev li bûn. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Dê qeyûm biçe gel dê li cihê xwe be” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” hatin berzkirin.
Piştî meşa li navçeya Akdenîzê daxuyanî hate dayin. Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan axivî û wiha got: “Li dijî zîhniyeta darbekar û gelê kurd tune dihesibîne, li dijî zîhniyeta îradeya gelê kurd tune dihesibîne roj roja berxwedan û têkoşînê ye.”
Parlamenter Perîhan Koca jî got ku ew ê darbeya qeyûm qebûl nekin. Koca, wiha domand: “Mêrdîn a me ye, Êlih a me ye, Xelfetî ya me ye. Em xespkirina îradeya gel qebûl nakin. Em qeyûman baş nas dkiink. Qeyûm dizîker in, xesp e, darbe ye, darbeya li dijî îradeya gelê kurd e. Darbeya li dijî îradeya jin û ciwanan e.”
Her wiha Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar wê saet di 18.00’ê de li Parka Ozgur Çocukê daxuyaniyê bide û banga tevlibûnê kir.