Yekşem, 23 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 23’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da Erxewan Felahî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş Aktaş, Maral û Yanik banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Mehmet Gunkan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    3 meh cezayê hepsê li aktîvîsta Kurd Minîje Hoşnud hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kendava Hurmuzê ji bo derbasbûna tankerên petrolê yên Iraqê destûr hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Orhan: Divê hemû sazî li dijî hişbirê bi hev re têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Nisêbînê li dijî tiryakê banga têkoşînê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bager Andok li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Tara û Hêro di salvegera 2’emîn a şehadeta xwe de hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes serdana taziyeya Şehîdên Azadiya Kurdistanê kiri

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan banga hevrûbûn û edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > DEM Partî: Em li dijî hewldanên tunekirina Kurdî bisekinin
Kurdistan

DEM Partî: Em li dijî hewldanên tunekirina Kurdî bisekinin

DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî qedexe û êrîşên li ser Kurdî da û got, “Zimanê Kurdî divê bibe zimanê perwerdeyê û bibe xwedî statuyeke fermî.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî zext û êrîşên li ser ziman û çanda kurdî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî da. Metna daxuyaniyê ya bi zaravayê kurmancî Hevberdevkê Komîsyonê Heval Dilbihar û ya bi zaravayê kirmanckî jî Hevberdevka Komîsyonê Cemîle Turhalli Balsak xwend. 

Daxuyanî wiha ye:

“Êrîş û zext û zordariyên li ser zimanê kurdî ji destpêka komarê û heta niha bi awayekî bênavber didomin. Di sedsala çûyî de desthilatdarên yekperest ev welat kirin goristana çand û zimanan û hemû zimanên li vî welatî kuştin. Êrîşa herî mezin jî li ser zimanê kurdî hat kirin. Ji ber êrîş û zordariyan gelê kurd bi hezaran qaset û pirtûkên kurdî di bin axê de veşartin. Ji ber axaftina bi zimanê kurdî gelek kurd hatin qetilkirin, derbkirin, girtin. Di zindanan de ji ber kurdî girtî hatin êşkencekirin. Bi sedsalekê zext û zordarî bi awayekî dijwar li ser kurdî hatin meşandin. Di sedsala 21’emîn de hê jî li Tirkiyeyê zimanê kurdî wek zimanekî qedexe, nenas, nediyar û tune tê hesibandin. Di hemû desthilatdariyên Tirkiyeyê de feraseta tunehesibandin, redkirin, pişaftin û hewldanên jiholêrakirinê hatin domandin, zêdekirin û kûrkirin. Hişmendiya yekperest a ku bi neyartiya kurdî didomîne niha jî bi awa û rêbazên cuda hewl dide ku kurdî ji holê rake.

Polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê yên ku sed sal berê niha hatibûn sîstematîzekirin û meşandin heta niha xisareke mezin di warê zimanî û çandî de derxistin holê. Ji serê sedsala 21’emîn heta niha ev polîtîkayên zimankujiyê, bi destê hikûmetan, mufetîşên giştî, memûrên rêveberiya awarte hatin meşandin. Bi raporên veşartî, bi cezayên pareyan, bi qedexe û zextan, bi reftarên qirkirina spî û pişaftinê spî, bi çalakiyên pisporane yên mihendisiya siyasî, xwestin ku van polîtîkayan bigihînin encamekê. Ev polîtîkayên ku sed sal berê niha hatibûn sîstematîzekirin, îro jî ji aliyê qeyûmên hikûmeta AKP-MHPê yên ve tên domandin. Bi destê qeyûman ew polîtîka adapteyî şert û mercên îro kirine û dixwazin bi rêya pergala qeyûman encam bi dest bixin. Lewma dîsa qeyûm tayînî şaredariyên me yên Mêrdînê, Êlihê û Xelfetiyê jî kirin û vîna gel desteser kirin. Bi tayînkirina qeyûman berî her tiştî destdirêjî xizmeta pirziman kirin. Di malperên şaredariyan de xizmeta bi kurdî rakirin; li gel desteserkirinan li gelek cihan konserên bi kurdî hatin betalkirin û êrîşên li ser zimanê Kurdî zêdetir bûn.

BI MILYONAN KURD JI BO ZIMANÊ XWE TÊDIKOŞIN

Li dijî van polîtîkayên tunekirinê, gelê kurd, di dawiya çaryeka sedsala 20’emîn de bi daxwaza azadiya çand, ziman û nasnameya xwe dest bi têkoşîna parastin û pêşvebirina nirxên xwe yên neteweyî kir. Bi vê têkoşînê re zimanê kurdî roj bi roj bi pêş ket û berbelav bû. Îro bi milyonan kurd ji bo parastin, pêşvebirin û azadiya zimanê kurdî têdikoşin û li ber xwe didin. Em bi hêsanî negihîştin vê qonaxê. Me gelek berdêl dan. Bila tu kes nebêje qey em ê doza zimanê xwe berdin, em ê zimanê xwe di tariyê de bihêlin. Qeyûm û hêzên ku îro hewl didin vîna gelê kurd desteser bikin û ji holê rakin bila baş bizanin ku zimanê kurdî hebûn, nirx û xeta kurdan a bingehîn û jêneger e; me çawa heta niha ji bo doza zimanê kurdî têkoşîn kiribe em ê îro jî bi heman xebat û xîretê têkoşîna xwe bidomînin û mezintir bikin.  

Em wek DEM Partî li ser bingeha polîtîkayên pirzimanî û pirçandiyê dê her dem û li her derê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî û hemû nirxên kurdewar bi awayekî herî şênber, domdar, mayînde û encamgir bilindtir û berfirehtir bikin.

DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BIBE XWEDÎ STATUYEKE FERMÎ

Bi vê boneyê em careke din dibêjin ku divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî, bibe zimanê perwerdehiyê. Ji bo vê jî em bang û gazî li hemû kurdan, partî, sazî, palatformên azadîxwaz û demokratîk û hemû derdorên mirovahîparêz dikin ku di serî de li Kurdistanê li hemû cihên ku kurd lê dijîn li dijî her cureyê qeyûm, tunehesibandin û hewldanên jiholêrakirina zimanê kurdî têkoşîna hişmendî, rêxistinkirin û perwerdehiya zimanê kurdî li her derê bilindtir û berfirehtir bikin. Bijî zimanê kurdî, her bijî têkoşîna ji bo zimanê kurdî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelek şandeyan serdana berxwedana Xelfetiyê kirin
Nûçeya Pişt re Berxwedana li Êlihê dewam dike: Navnîşana çareseriyê Rêber Apo ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Em û daraz; em û hiqûq

Min cezayê muebetê girt, berê xwe da zindanê. Ji bo min rojeva dadgehê ya darizandinê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Bayindir ji bo Newroza li Amedê bang kir

Newroz li Êlihê bi beşdariya bi deh hezaran kesî hate pîrozkirin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Orhan: Divê hemû sazî li dijî hişbirê bi hev re têbikoşin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwanên Nisêbînê li dijî tiryakê banga têkoşînê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bager Andok li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rojnamevan Tara û Hêro di salvegera 2’emîn a şehadeta xwe de hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?