Berxwedana li dijî desteserkirina şaredariyê ya li navçeya Rihayê Xelfetiyê didome. Gel sibehê zû li pêşiya avahiya şafedariyê ya dorpêçkirî kom bû û bi stranên Kurdî gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan berxwedana xwe domand.
Tevî Hevşaredarên Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram, endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê ya Rihayê û ji Pirsûs û Wêranşahrê gelek kes beşdarî meşê bû. Girseyê tilîlî dan û li çepikan xist. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Xelfetiyê”, “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e”, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin û kesên li derdorê jî bi îşareta serfiraziyê û çepikan xwedî li berxwedanê derketin. Di tevahiya meşê de bangawaziya tevlibûna çalakiyan hat kirin.
Meş li ber avahiya navçeyê ya DEM Partiyê bi dawî bû.