Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê dewam dikin.
Hate ragihandin ku li gundê Wedî El Ehmed ê li bakurê Dêrazorê, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) operasyonek li dijî çeteyên DAÎŞ’ê kirin. Li gorî daxuyaniyê, di encama operasyonê de 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin. Hate ragihandin ku gelek çek, cebilxane jî hatin desteserkirin.