10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (247)
Çemkî Netewey Dêmokratîk û Konfêdralîzmî Dêmokratîk(5)
Sîvan Se’îd: Bizûtnewey PKK-î le Bakûrî Kurdistan geyişte ew bin bestey ke be hereketêkî siyasî be tenha, bew hêze kemey ke heyetî le hemûy ew buwarane da dewlet heyetî, deyan car le dewlet biçûktire hergîz gireweke nabatewe, nek girew nabatewe hergîz natuwanê serkewtin be dest bênê û dewletî kurdistan durust bika, belkû natuwanê xoşî rabigrê belkû mehu debêtewe û mehkûm debê be şikist wekû zorbey bizûtnewekanî tir ke le mêjû da hen hem le Kurd da, hem le derewey Kurd. Boye wîstî saheke bigorê topekey xiste saheyek ke dewletî Turk natuwanê îdî be tewawî gemey têda bika ewîş durust kirdinî nirxî komelayetîye be nirxêkî ciyawaz. Û eger ewe bilêm, emro le giftugoyek legel hawrêyek da qiseman lê kird eweye ke eslî têorî berêz Ocalan, kocîtoy em bîrmende eweye ke qise kirdine le ser hênane ser kayey ew rewşe narehetey ke pênc hezar sale jin heyetî bo rewşêkî heyî bo rewşêkî baş ke heye yanî wekû elên ke Marx pêy waye ke mêjû birîtîye le mêjûy xelkî çînî kirêkar, yan çînî xwarewe yan Foko pêy waye ke mêjû lewêwe dest pê deka ke însitîtûşin ke damezrawe durust debê û menzûme û sîcnekan durust ebin Ocalan pêywaye mêjû ew kate durust ebê, mêjû le mêjûy jinewe dest pê eka. We jin ebê bêtewe ser ew rêyey ke ew statosey ke çend sale nîyetî dîsan dest pê bikatewe. Eme gorînî nirxe be taybetî le Rojhelatî Nawîn da ke ewe wez’ekeye û gorînî em nirxe bo hênanewe kayey jin şitêkî zor calibe. Nek tenya bo xo û ewaney ke le nawî da wekû hereketî siyasî xebatkarî deken wekû ektîvîstî siyasî û civakî belkû bo têorîzan û ewaney ke le derewey Kurdistan û le derewey Rojhelatî Nawîn temaşa eken mu’cîzeyeke ke wa sitatusî jin dîsan durust ebêtewe û qise le ser ewe dekrê ke jin detuwanê dîsan wekû mirov we wekû rêberî mirov îş bika ewe beşêke min bituwanim beynî siyaset û civat da qisey lê bikem wekû dû bizûtnewey ciyawaz. Le babet ewey tirî ke em xeyale çon durust ebêt her em xeyaleyşe eger îznim bidey konfêdralîzmî dêmokratîk û netewey dêmokratîkî le ser durust bûwe. Netewey dêmokratîk û konfêdralîzmî dêmokratîk le ser xeyalî siyasî be tenha durust nebûwe belkû le ser xeyalêkî fire rehend durust bûwe ke xeyalî bizûtnewe civakîyekane. Meselen sîstimî KCK ke êsta be alahelgirî durust kirdinî konfêdralîzmî dêmokratîk edrête qelem sîstimêkî siyasî nîye, sîstimêkî pawanxwaz nîye, sîstimêkî dewletxwaz nîye belkû sîstimêke eyewê le layek dewlet biçûk bikatewe gel mezin bika, hêz bida be gel û ewe îdî eger weha bû gel xoy hazir bû bû be gelêkî dêmokratîk ew kate rêweberîyekey çon bêt wehaye ew kate ewîş pêşnyarî konfêdralîzmî dêmokratîk deka wekû beşêk le baştirîn hel, wekû modêlêkî altêrnatîv bo dewletî netewe eme dîsanewe lewêwe dêtewe le alî têorîyekeyewe ke eme bizûtneweyekî komelayetî fire rehende etuwanêt awa nirxekanî gel û xelik bigorê, xelik be yekewe bijîn ke bo ewe êwe numûney ziyatirtan le laye le min dûbareyan nakemewe.
Qazî: Êsta ewende katey mawmane basekeman ko bikeynewe terxanî bikeyn bo ew edgarane yan ew towaney ke le çemkî netewey dêmokratîk û konfêdralîzmî dêmokratîk da heye yan ew rehendane yan ew buwaraney ke debê karî le ser bikrê û girîngtirînîşyan diyare buwarî komelayetîye ke amajet pêkrid û be taybetîş meseley jin. Ca min pêm xoş bû yek yek le seryan biroy be giştî.
Sîvan Se’îd: Eger wextim bê be pele ewe bilêm ke cenabit eylêyt netewey dêmokratîk terzî jiyane. Gelêk dêmokratin, neteweyekin lewê be new’awnew’î xoyan yektiryan qebûle û pêkewe ejîn. Belam konfêdralîzmî dêmokratîk şêwazî hukimranî ye, şêwazî fermanrewayî û management ew wez’eye. Leber ewey ke min delêm netewey dêmokratîk mebdey heye, neteweyek debê mebde u pirênsîpî xoy hebê, bew pirênsîpane etuwanê bijî. Edgarekanî emanen: meselen mebdey wilatêkî hawbeş, em wilate hînî Kurd nebê be tenya, hînî hemûyan bêt û êsta meselen qise le ser ewe heye ke boçî nawî Rojawa der hat le naweke, leber ewey tenha le Rojawa wekû erzî Kurd be tenya Kurd nîye xelkî tirî têdaye û ew xakey Kurdistanîş be tenya ew êntîtîye durust naka ke êste layekî ‘Erebe û layekî Turkumane. To natuwanî ewe wek Rojawa naw binêy.
Qazî: Dekrê hem Rojawaş hebê û hem ewîş hebê.
Sîvan Se’îd: Belam le naw ewe da Rojawa heye, mafî xoy heye kantonekan heta emroş pêyan degutrê kantonekanî Rojaway Kurdistan belam le Bakûrî Sûriya gelî tirîş dejî sitatusêkî dêmokratîk û fêdralîye beyekewe dejîn.
Qazî: De çuwarçêwey kantonekanîş da ew şitane leberçaw gîra bû pêştir. Herçonêk bê meseley Rojawa hîç nakokî nîye legel ewey ke menteqey Bakûrî Sûriya dêmokratîk bikrê yan le fêdrasyonêk da bijî.
Sîvan Se’îd: Ca ew edgarane wekû ‘erzim kirdî wilateke debê hawbeş bê, rêweberîyeke, yan eger komarêk bê, wişey komar şitêkî başe çunke rebtî be cimhûrewe heye, be xelkewe heye, ebê em komare dêmokratîk bê yanî berêweberekan ke em wilate berêwe eben ebê dêmokratîk bin xoyan, destûrêkî dêmokratîkyan hebêt ew kate çareserî dêmokratîk bo her muşkîleyek ke heyanbê peyda debêt le buwarî huqûqîyewe. Yekêkî tirîş ke be lay minewe zor girînge eweye ke bo yekangîr bûnî mafî tak legel mafî kolêktîv, yanî leber xatirî ewey ke ême neteweyekî dêmokratîk durust keyn nabê mafî takekan bixoyn. Nabê bilên kake carê wextî nîye to basî azadî xot meke ba ême wilatekeman azad keyn ew kate cenabit detuwanî daway mafî xot bikey. Mafî to heye, ebê mafit hebê bo ewe toş hest be xot bikey yekêk bî lewaney ke detewê mafî hemû neteweke misoger bikey. Ye’nî ew yekangîr bûne û beranber bew yekangîr bûne şitêkî tir heye ke ebê le sîstimî dewletî netewe da û le neteweyek da ke le bin destî dewlet durust kirawe tenha sîstimêkî qanûnî heye û qanûn hemû şitêke belam lewê beder le qanûn pêwîste hemîşe ke basî qanûn kira exlaqî legel bê. Yanî to mafêkî însanît heye. Heqêkî exlaqîye le heman katîşda heqêkî qanûnît heye be numûneyek ewe bilêm. To wekû kesêk ke ejît mafî ewet heye bijît lêre, belan be pêy qanûn leber ewey hawilatî xelkî Belcîka nît mafî jiyant nîye ebê biroyte derewe lêre em duwane pêwîste yekangîr bikrêt. Ebê ew kesey lewê ejî madam lewê ejî û mafî heye, mafêkî exlaqî heye pêş ewey mafêkî qanûnî bo durust kirê û exlaq ebê dayme le tenîştî qanûn dabê. Mafêkî tir eweye mafî bîrubawer û aydêolojîye gelêk natuwanêt dêmokrat bêt, neteweyek natuwanêt durust bêt eger rêz le mafî ciyawazî bîrubawer û aydêolojî negrêt. Ewe ye’nî fire ayînî, fire rengî, fire êtnîkî ewane hemû beşêkin lewey ke pêy degutrê edgarekanî netewey dêmokratî û le hemûy muhîmtir mafî parastinî rewaye. Ew wişey parastin, xo parastin û dîfa’ kirdin wekû şitêkî pîroz wernegîrêt, wekû mafêk werbigîrêt ke mirov heyetî, kuştin û birîn û şer kirdin nîye le naw ew netewe dêmokratîke da belkû le haletêkî zor naçarî û îztîrarî da eger şitêk rûy da emane tenha mafî xoparastinyan heye nek hucûm kirdin bo xelik. Em neteweye eger bem şêweye durust bikrê ke eme hêşta le ser erzî waqî’ da keme yan nîye yan destî pêkirdûwe ke hebê pêwîstyan be xo berêweberîyeke ke pêy degutrê xoberêweberî konfêdralîzmî dêmokratîk.
Dirêjey heye…