Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Serhedo hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Fermandara fedayî Zozan Denîz şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê: Divê li hember Kerbelayên îro helwesta Huseynî bê raberkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zîlan sembola fedaîtî û meşa ber bi azadiyê ve ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta edaletê ya Şirnexê di hefteya 4’emîn de ye: Daxwaza aştiyê ne sûc e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TJK-E: Em ê bi ruhê raperîna 8’ê Adarê berxwedanê mezin bikin
Jin

TJK-E: Em ê bi ruhê raperîna 8’ê Adarê berxwedanê mezin bikin

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) 8'ê Adarê li jinên ku qadan tije kirin pîroz kir û da zanîn ku ew ê bi ruhê raperîna 8’ê Adarê berxwedanê mezin bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

TJK-E di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya sala 2024’an, bû saleke ku jin kolan mîna qadên xwe yên azadiyê bibînin û bi vîn û dengê xwe sekna xwe ya rêxistinbûyî li dijî polîtîkaya sîstema kapîtalîst a li dijî jinê nîşan bidin.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Îro desthilatdarî hebûna xwe tenê li ser jinê ava nake, di heman demê de dixwazin destkeftiyên ku jinan bi dest xistine parçe bi parçe bike û rola jinê ji nû ve diyar bike. Li aliyekê dixwaze li çar parçeyên Kurdistanê netewperestî, olperestî û serîtewandinê pêş bixe û li aliyê din jî faşîzm geş dike û êrîşî jinan dike. Pêşî li ber rêxistinbûyina jinê û siyaseta wê ya ku veguherandina civakê misoger dike, digire. Jinan ji qadên pêşxistina çandî û dîrokî tên dûr xistin û bi vê yekê re di nava civakê de rê li ber biçûk xistina jinan vedike. Bi girtina saziyan, asîmlekirina çanda wan, bi dîlgirtina vîna wan a siyasî ango bi qirkirinên siyasî re hewl tê dayîn jinan bitirsînin û di nava tarîtiya dîrokê de bifetisînin.

Li dijî van hemû polîtîkayên êrîş, çavtirsandin û gefxwarinê, jinan di sala 2024’an de li dijî van polîtîkayên qirêj bi awayekî xurttir xwe bi rêxistin kirine û parastina xwe ya cewherî hîn bêhtir dane pêş. Têkoşîna jinan a bi israr ya 167 salan ku bi Rozayan, Sarayan, Evîn Goyî, Arîn Mîrkan, Hevrîn, Sêvê, Pakîze, Fatma, Feryal, Reyhan, Jîna Emînî, Nagîhan û Bîşengan bûne sembolên mîrateya têkoşînê, her wiha di roja  îro de bûne rênîşên me.

Li dijî zayendîperestiya civakî, qirkirina jinan, tundiya li ser jinê, îstîsmarkirina ked û bedena jinê, olperestiya siyasî û şer, jin serî radikin û bi vîna xwe biryarê didin bê dixwazin çawa bijîn. Pêşengiya civakê dike, di warê guhertin û veguherînê de bi biryarên xwe yên wekhev ên li her qadên jiyanê, hevjiyana azad vedihewîne. Divê mêr bikeve ferqa koletiya xwe, feraseta azadiyê ya ku sîstemê daye wî red bike, bi hişmendiya azadîxwazî û wekheviyê nêzî jinê bibe. Rastiya ku heta azadiya jinê pêk neyê civak jî azad nabe di sedsala 21’an de bi awayekî zelal derketiye holê û asteke gerdûnî li têkoşîna jinê bar kiriye.

Asta şoreşa jinê ya di sedsala 21’an de gihiştiye hê zêdetir derketiye holê û nîşan daye ku ti astengî dê li ber têkoşîna rêxistinî negire. Tevî her şêwe hewldanên qirkirinê û êrîşan jî şervanên me yên azadiyê yên jin di 8’ê Adarê de li çiyayên azad têkoşîn mezin kirin û kirin ku dijmin li hemberî hemû êrîşan paş ve gavê biavêje. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji dirûşmê bêhtir ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo jinên cîhanê, mîna felsefeya jiyana nû ji bo têkoşîna jinê bûye nefes. Ji bo vê jî jinan xwedî li pêngava ‘Em bi Jin Jiyan Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin’ derketin.

Di vê wateyê de em spasiyên xwe pêşkêşî hevrêyên xwe yên ku di amadekariyên hemû çalakiyên 8’ê Adarê de cih girtin, jinên ku bi vîn, reng û dengê xwe yê xurt qad û kolanan tijî kirine, dikin. Bi ruhê raperîna 8’ê Adarê weke jin em ê di 21’ê Adarê de berxwedana xwe mezintir bikin û ber bi siberojên azad ve bimeşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo Newroza Wanê bang hate kirin: Dema jiyana azad a bi Rêbertî re hatiye!
Nûçeya Pişt re Li Londonê Koroya Jinan a Rengîn, ‘100 jin’ derketin ser dikê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji ber bombebarana Îsraîlê li başûrê Lubnanê nêzî 1,5 milyar dolar zirar çêbûye

Zirarên bombebaranên Îsraîlê ên li başûrê Lubnanê ku di nava 7 mehên derbasbûyî de di…

Ji aliyê Stêrk TV

Temellî: Polîtîkaya nefreyê ya desthilatdariyê rê li ber êrîşên nîjadperest vedike

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser êrîşên nijadperest ên li Kayseriyê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê diyar kir ku ew ê li hember sûcên li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?