Xeze di rojeva tevahiya cîhanê de ye. Halbûkî ev der Xeze nîne. Di rojeva cîhanê de qadeke ji çend kîlometreyan heye ku her roj bombe lê dibare. Cihek ku her roj jin, zarok, mirov têne kuştin. Qadek ku her roj cihên îbadetê, kolan, mirov û zarokên lê ne têne bombekirin. Dewleta Tirk jî bi durîtî dibêje ‘Em bibin dengê Xezeyê, kujer Îsraîl’.
Ji berjor di nava heriyê de em xwe berdidin jêrê. Me carna yekser xwe berdan jêrê, carna jî bi gotina gerîla ‘berwar berwar’ me xwe berdan.
Kûrye ya jin ku ji bo me bibe Qada Berxwedanê ya Sergelê hat, tim û tim hişyariyên ‘Em bi lez ji vir derbas bibin, li vê derê em xwe bitewînin, li vê derê rûnên, li vê derê serê xwe ranekin’. Bi van hişyariyan em meşa xwe dewam dikin. Dema ku min dar û deviyên dirîreşkan dît, min ji xwe re got ‘hindik maye’. Kûryeya me jî ku dilezand, dirîreşkên komkirî da her yek ji me û got, ‘Ji Sergelê re hindik maye’.
Lê belê xaka ku em li ser dimeşiyan Xeze nebû, ev der qada Sergelê ya Amediyê ya li Başûrê Kurdistanê ye.
Min ji xwe re got, ev der ew der e ku rayedarên leşkerî û fermandarên artêşa Tirk a dagirker bi gotina ‘Kevir wê li ser kevir nemîne’ her roj xwe dixapînin ku dibêjin ‘Em ê kilîdê lê bigirin’. Devereke welê ye ku di her gavê de obusek lê ketiye, balafirên keşfê li ezmanên wê kêm nebûye û her dareke wê para xwe ji êrîşên hewayî yên dewleta Tirk wergirtiye.
Em nikarin li nava kolanan bimeşin. Her wiha em nikarin li ser tehtên li kêleka kolanan jî bimeşin, ji ber ku bi bombardûmana balafiran her tehtek ji hev ketiye û nediyar e ku kengî bi ser me ve birûxe. Em jî didin nava daran û bi vî rengî dimeşin.
Li pêşiya me komek ji gerîla xuya dike, bi her awayî xwe nixumandiye û dimeşe.
Nepêkane ku mirov xwe bigihîne leza wan. Cihê ku em bi lez bi du gavan diçin, ew bi gavekê li pey xwe dihêlin. Eceleya wan heye. Armanca rizgarkirina gelekî dike ku ew bilezînin.
Dil dixwest wêneyê vê kêliyê bikişîne, baran jî bibare rûnê û çend hevokan binivîsîne, vê rastiyê ji her kesî re ragihîne. Lê belê min zanîbû ku divê em bilezînin. Ji ber ku mirov nizane bê kengî obus û hawan bêne avêtin, divê mirov timî bi tempoyeke bi lez bimeşin. Qada şer mirovan hînî vê yekê dike.
Ji ber êrîşên hewayî, ji ber bombardûmana giran a balafiran li her qadê çalek, kortek çêbûye. Piraniya daran hilweşiyane, li erdê şewitî ne. Parçeyên daran, parçeyên bombeyan, parçeyên balafirên keşfê yên ku gerîla bi teknîka xwe anîne xwarê, xaka ku qelişî ye, qalikên vala yên fîşekan, fîşekên neteqiyayî, gihayê şewitî, kevirên reşbûyî, tehtên ji jorê ber bi kolanan, newalan ve wergeriyane, heywanên ji ber êrîşên giran mirin, gelek tiştên ji ber bombardûmana balafiran li derdorê belav bûne…
Westandin dibe ku teqwîmeke baş e, demê diyar dike. Dil û mejiyê mirovan li gorî westandinê, yan jî li gorî ya ku hîs dike demekê ji xwe re ava dike.
Nizanim bê vê westandinê çiqasî dewam kir, lê me xwe gihand kampeke gerîla.
Li kampê destpêkê em li bêdengiyê rast hatin. Çend metreyan em li nava kampê bi pêş ve çûn, lê hîn jî bêdengî hebû. Ji bo deverên bi vî rengî di zimanê leşkerî de ‘qada mirî’ tê gotin, weke qadeke bi vî rengî bû. Em em ber bi jorê ve diçin, em jî berjêr ve dadikevin. Hêvî dikim ku fenera min venemire.
Her ku di nava kampê de bi pêş ve diçin, deng ji kampê tê. Dengê destpêkê hîn di guhê min de ye. Ji radyoya gerîla ew sirûda bedew a Mûstafa Dadar tê lêxistin: Kurdistan Kurdistan nişîmanî ciwan, her bijî be şadî, serbestî û azadî, her bijî, her bijî, her bijî.
Dema ku em dikevin hundir, li komeke gerîla rast tên ku di firina ji kevir de nan lê dixe. Li cihê destpêkê em li dora sifreya gerîla rûdinên. Komek ji gerîla piştgiriyê didin hev û nan lê dixin. Li firina ku bi derfetên xwe çêkirî ne. Gerîlayên ku ji nava bêderfetiyê derfetan diafirînin û firina wan a nû. Gerîlayek hevîr distirê, yek du jî hevîr vedike û gerîlayek jî çay dadigire.
Li aliyê din ê maseyê jî nanê ji firinê tê derxistin tê birîn û her nanek bi çar parçeyan tê parçekirin. Gerîla çaya ku xistiye hundirê şûşeyên rîçalê, belav dike. Ez jî yekser dikişînim, bi vî rengî rawestgeha xwe ya destpêkê diyar dikin. Radihêjim yek ji parçeyên nan ê germ û li gel çaya di hundirê şûşeya rîçalê, li tuneleke qada berxwedanê ku nizanim bi çend kîlometreyan li binê erdê ye, çayê vedixwe. Portreyeke berxwedanê jî bi vî rengî diyar dibe.
Heta ku me xwe gihand Qada Berxwedanê ya Sergelê, me gelek hovîtiya dewleta Tirk a dagirker dît. Ew hovîtî li aliyekî, li gel êrîşên hovane jî moralê gerîla yê li nava jiyanê, ku ji tinebûnê hebûnê diafirînin, mirovan matmayî dihêle. Sira berxwedana li gel ewqas êrîşan tenê bi wan re ye…