Yek ji stunên sereke yên ku civak bi pêş dikeve û zane dibe, rewşenbîrtî ye. Mirovên rewşenbîr dikarin bi pênûsa xwe li dijî tevahî zor û zehmetiyan serî hildin. Mînaka herî ber bi çav Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Tevî giştî zextan dest ji pênûsa xwe bernedan û xwe pêş xistin. Niha jî li hemû kanton, bajar û navçeyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saziyên Yekîtiya Rewşenbîran hene.
Piştî Şoreşa Rojava êdî jiyana gelê Kurd hat zindîkirin û bi taybet jin. Dema qadên rewşenbîrî hatin vekirin, jin jî cihê xwe tê de girtin. Ji ber tundiya ku zilamê serdest li ser jin hiştibû ku ji tevahî zanîna xwe dûr bikeve. Lê Şoreşa Rojava ji bo jin bû kilîta azadiyê û serhildanê. Dema jin û rewşenbîrî dibin yek, hestek cûda tê holê. Ji ber ku jin xwedî hestek giyanî ye û dikare ji her mijarekê helbest û çîrokekê derbixe.
Têkildarî tundiya ku li ser jin dihat meşandin û jin çawa bi pênûsa xwe serî li beramberî tundiyê hilda, Endama Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Civîn Hebîb ji ajansa me ANF’ê re axivî.
Civîn Hebîb di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ji ber zextên civakê yên li ser jinê, sînorek li beramberî pênûsa jinê hatibû avakirin. Civîn Hebîb wiha pêl da axaftina xwe û got, “Ji xwe em nêzî 25’ê Mijdarê dibin di vê mehê de wekî ku tê zanîn tundiya li ser jina ye. Ji lewra em bi kuranî vê tundiyê şermezar dikin û wê ev roj ji bo me bibe hêza têkoşînê. Bêguman eger em li gera dîrokê meyze bikin Jin çend qonaxên bingehîn derbas kirin. Yanî mirov dikare bibêje ku koletiya li ser jin hate ferzkirin. Modernîteya Kapîtalîst jî bi awayekî mezin Jin xist û ew di koletiyeke mezin re derbas kir. Jina ku berdevka civakê bû û mirov li derdora xwe kom dikir, êdî derbasî serdema tundiyê bû. Di hema demê de guherîna zihniyeta mêr têkoşîneke ji ber ew bixwe bûye koleyê dewletê kapîtalîst. Lê pêwîst dike ku li hemberî wê ji hewldanekî mêr hebe ku xwe ji vê babetê rizgar bike.”
‘JINA ŞOREŞÊ DI ALIYÊ REWŞENBÎRTÎ DE XWE KÛR ÎFADE KIR’
Civîn Hebîb di dawiya axafitan xwe de bibîr xist ku jin nema ev yek qebûl kir û bi taybet piştî derketina Rêber Apo û destpêkirina Şoreşa Rojava, hêza jin çêbû. Her wiha bû mînak ji bo tevahî jinên cîhanê. Civîn Hebîb got ku di hemû qadan de jin rola xwe lîst, lê herî zêde jin di qada rewşenbîrtî de cihek pir giran lîst û bi hestên xwe nivîs, helbest, çîrok û hwd ji êşa civakan û nasnameya xwe derxist holê. Civîn Hebîb got, “Êdî hemû sînorên ku ji jinê re hatibûn danîn, hatin şikestin û di vî alî de bû xwedî zanebûnekî mezin. Lewra em dibînin jin di qadên çandî de cihê xwe girtiye, di nava zanist û siyasetê de cihê xwe girtiye û bûye nimuneyekî berbiçav ku her kes mînaka xwe jê bigre. Îro jî jin di nava civakê de rêveberiyê dike, berdevkiya civakê dike û her kes nêrîna xwe ji jinê digire. Jina şoreşê karî xwe di aliyê rewşembîriyê de kûr bike û xwe îfade bike.”