Li Amedê rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê, têkildarî operasyonên qirkirinê û xespkirina şaredariyan, daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li ber AZC Plaza hate dayîn û hevserokên bajarê mezin û şaredariyan, Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya, nûnerên rêxistina civakî ya sivîl û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de li dijî hewldanên astengkirinê yên polîsan, dirûşmeya “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hate berzkirin û pankarta “Ji binçavkirin, girtin û qeyûman re na û ji aştiya birûmet re erê” hate vekirin.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Şirîn Gurbuz li vir axivî û destnîşan kir ku divê tecrîda li ser Rêber Apo rabe.
Piştre Berdevkê Dema Platforma Ked û Demokrasiyê Faruk Budak jî axivî û nerazîbûn nîşanî binçavkirinan da. Budak banga mezinkirina têkoşînê kir.
‘TECRÎDÊ RAKIN, BI ABDULLAH OCALAN RE MUZAKEREYÊ BIDIN DESTPÊKIRIN’
Ji DEM Partiyê parlamenter Adalet Kaya jî êrîş weke dewama ‘qirkirina li ser Kurdan’ pênase kir û ev bang kir, “Me serî li hemberî we netewandiye û em ê netewînin. Êdî vê bi dawî bikin. Çareserî zelal e. îradeya gelê Kurd zelal e. Em aştiya birûmet dixwazin, muxatab jî eşkere ye. Demildest tecrîdê rakin û muzakereya bi Birêz Abdullah Ocalan re bidin destpêkirin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan, bi dawî bû.