Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bal kişand ser hewldaneke metirsîdar a çeteyên dewleta Tirk a li herêma Şehbayê.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh a revandin û kolekirinê li dijî sivîlên li herêmên Şehba ya bakurê Helebê asê mabûn, pêk anî. 120 erebeyên ku bi sedan welatî tê de bûn û dixwestin xwe bigihînin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li nêzî herêma Şêx Necar ji hêla çeteyan ve hatin revandin. Çeteyan ev 2 roj bû derketina welatiyan asteng dikir.
Bi armanca kolekirinê jî wan koman, zêdetirî 15 hezar sivîl girtin û hejmareke mezin revandin. Tevî vê yekê jî wan tî û birçî dihêlin.”