Milîsên Sevda Çagdaş ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê yên girêdayî wê li Stenbol û Bûrsayê çalakî pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê çalakiyên li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê berdewam bikin û hate ragihandin ku şeva 9’ê Kanûnê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê ATM’yên li nêzî navenda danûstaninê ya Marmara Parkê dane ber agir. Her wiha hate ragihandin ku çalakiya din jî di 10’ê Kanûnê de li herêma Bademlî ya li navçeya Nilufer a Bûrsayê hatiye lidarxistin û di vê çalakiyê de jî wesayita bi plakaya 16 BV 978 hatiye şewitandin.
‘ÇALAKIYÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ WÊ DEWAM BIKIN’
Milîsên Sevda Çagdaş ên HBDH’ê di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê û ragihandin ku weke Kurdistanê wê li metropolên Tirkiyeyê jî çalakî bi awayekî bê navber berdewam bikin. Mîlîsan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê û ev yek hatin gotin: ‘’Tevî dagirkerî û her cure zehmetiyan jî Rojavaya ku bi gel û şervanên xwe xwedî li şoreşê derdikeve, îro jî li hemberî êrîşên herî giran jî têkoşîna xwe ya bêhempa dibomîne.’’
Dewama daxuyaniyê bi vî rengî ye:
‘DIVÊ HER KES JI DEWLETA TIRK HESABÊ BIPIRSE’
‘’Di encama êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên li ser Minbic, Eyn Îsa, Til Temir û Kobanê de gelek qadên jiyanî yên sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine bombebarankirin û zarok jî di nav de gelê sivîl tê qetilkirin. Li dijî van êrîşan divê hemû kesên xwedî wijdan dakevin qadan û hesabê ji dewleta Tirk a faşîst bipirse. Ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser a biryara têkoşînê dayî û ji bo mezinkirina têkoşînê em bang li derdorên çepgir, sosyalîst, demokrat û şoreşger dikin ku di şerê rûmetê de bibin dengê Şoreşa Rojava!
‘EM BANGA SEFERBERIYA ÇALAKIYAN DIKIN’
Parastina Kurdistanê û jiyana demokrat girêdayî parastina Şoreşa Rojava ye. Di serî dehemû milîsên fedaî yên Şoreşa Yekbûyî em bang li hemû ciwan û jinan dikin ku bila bi ruhê têkoşîna Kobanê dakevin qadan û ji bo hesabpirsîna van qirkirina berê xwe bidin mewziyên Têkoşîna Yekbûyî û banga seferberiya çalakiyên bênavber dikin.’’