Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropyê (PE) Nacho Sanchez û şandeya pê re, serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kir. Serdan li navenda giştî ya partiyê pêk hat. Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Hevberdevkên Komîsyona Têkîliyên Derve Ebru Gunay û Berdan Ozturk û Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Hevşaredara Xelfetiyê Saniye û Mehmet Karayilan ên ku li şûna wan qeyûm hatî tayînkirin, şande pêşwazî kirin.
Civîn ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin. Rapora ku têkildarî qeyûmên xespkar desthilatdariya AKP-MHP’ê hatî amadekirin, pêşkêşî şandeyê hate kirin. Hat ragihandin ku têkildarî texrîbat û nelirêtiyên qeyûm û saziyên hatine girtin, bi hejmaran agahiyên fermî hatine dayîn.