Bozarslan, diyar kir ku di demeke ku li Rojhilata Navîn de her tişt diguher e, divê Kurd entegrasyona xwe ya navxweyî misoger bikin. Bozarslan, da xuyakirin ku divê bê fêmkirin pirsgirêka Kurd bi welatekî re sînordar nîne, pirsgirêkeke herêmî ye. Bozarslan, bal kişand ser derbên giran ên ku Îranê di dema dawî de girtine û got, “Li Îranê tevgerên nû hene. Kurd bixwazin jî nexwazin jî dê di vê pêvajoyê de rolekî pir girîng bilîzin. Me ev yek di sala 2022’an de dît. Di sala 2022’an de dirûşmeya Jin Jiyan Azadî ku ji Kurdistanê hat, bû dirûşma Îranê û Kurdistan weke referansa Bellûcîstan derket holê. Ji niha û pê ve ferz e ku Kurd senaryoyên cuda li ber çavan bigirin.”
Li Tirkiyeyê piştî ku serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ku hevkarê rejîma AKP’ê ye li meclîsê silav da parlementerên DEM Partiyê û bang li Rêber Apo ku ev 26 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin kir, dîsa li ser mijara pirsgirêka Kurd nîqaş berfireh bûn. Di demekê de ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn diguherin, banga Devlet Bahçelî tê çi wateyê? Dewleta Tirk bi rastî jî dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike? Ev bang rasterast li Abdullah Ocalan tê kirin, tê çi wateyê? Çi li benda Kurdan e ku kevirên li Rojhilata Navîn ji nû ve bikevin tevgerê?
Em li ser bersivên van hemû pirsan bi pisporê Rojhilata Navîn Hamît Bozarslan re axivîn ku profesorê Dibistana Zanistên Civakî ya Parîsê ye.
‘ZELALÎ NÎNE, DERDEKE WAN A KU PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN NÎNE’
Prof. Bozarslan, da xuyakirin ku nîqaşên li Tirkiyeyê yên li ser mijara çareseriya pirsgirêka Kurd ne zelal in û got, “Banga Bahçelî li Tirkiyeyê gelekî hat nîqaşkirin. Ev mijar di derdorên Kurd de jî hat nîqaşkirin. Analîzkirina van geşedanan pir zehmet e ji ber ku astengiya herî mezin a li ber vê mijarê ne zelalî ye. Kî tevlî vê pêvajoyê dibe? Kîjan aktor tevlî dibin? Gelo MHP’ê xwe yan jî hêzên din temsîl dike? Di nava AKP’ê de aloziyên li ser pirsgirêka Kurd çi ne? Em bersiva van hemû pirsan nizanin.”
Pisporê Rojhilata Navîn Bozarslan, diyar kir ku pêşketinên li Rojhilata Navîn dibe ku Bahçelî ber bi bangeke wisa de dehf dabe û got, “Bahçelî dema ev bang kir şerê li Lubnanê dewam dikir. Rejîma Esad hê jî neketibû. Xwedî fikra ‘Îsraîl dikare dest li pirsgirêka Kurd werde. Ev rewş wê Tirkiyeyê qels bike. Li şûna Îsraîlê, em bikin çêtir e’. Fikra ku divê em vê meseleyê ji hêzên derve re nehêlin, lê divê em bi xwe çareser bikin salên 1990 û 2000’î hatin îfadekirin. Esasê vê nêzîkatî û bangawaziyê ne naskirina pirsa Kurd e, dixwazin pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka Tirk pênase bikin. Di vir de armanca sereke ew e ku ji bo demeke kurt pêşî li aloziyên heyî were girtin. Em nizanin ku helwesta heyî piştî rûxandina Esed dê berdewam bike yan na. Lê belê DYE û Ewropa wê destekê bidin muzakereya di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de. Di nava Kurdan de jî bendewariyeke bi vî rengî heye.”
‘NAXWAZIN RAWABÛNA GELÊ KURD NAS BIKIN’
Bozarslan, destnîşan kir ku banga Bahçelî û helwestên heyî ji bo naskirina hebûna pirsgirêka Kurd û rewa dîtina gelê Kurd dûr in û wiha domand, “Ji bo min pirsgirêka herî girîng ne Ocalan bê meclîsê ye, ya esasî qebûlkirina pirsgirêka Kurd û rewabûna gelê Kurd e. Eger ev pêk neyê, bêguman wê di dema pêş de rê li ber pirsgirêkên nû veke. Bangên tên kirin nayê wateya naskirina pirsa Kurd. Divê were qebûlkirin ku pirsgirêka Kurd diyardeyeke Rojhilata Navîn e. Dewleta Tirk ji çareseriyê bêhtir hewl dide Kurdan bixin bin serweriya Tirkên Sûnî de.”
‘ROJAVA JI BER STÛYÊ XWE XWAR NEKIR DI HEDEFÊ DE YE’
Bozarslan got, “Wê demê ji ber ku Kurdên li Sûriyeyê ev ferzkirin û dîktatorî red kirin pêvajoya aştiyê ji holê rabû û Tirkiyeyê li hemberî Rojava polîtîkaya dijminatiyê meşand. Bi gotineke din, Kurd dê wek kurd bên hesibandin an jî dê weke hêz di destê tirkbûnê de bên qebûlkirin? Weke min got, ji ber ku em ne di rewşeke zelal de ne û di vê mijarê de belge û agahiyên herî biçûk li ber destê min nîne, ne pêkane ku ez ji van şîroveyan wêdetir biçim.”
‘HÊZA ABDULLAH OCALAN HAT QEBÛLKIRIN’
Bozarslan, anî ziman ku banga Devlet Bahçelî ya ji bo Rêber Apo, tê wayeta qebûlkirina hêza Rêber Apo û wiha pêde çû, “Dema em li 10 salên dawî dinêrin, têkoşîna çekdarî ya PKK’ê ya li hemberî Tirkiyeyê di asta herî kêm de ye. Lê belê hebûna PKK’ê ya îro sembolîk e û referansek ji bo tevgera Kurd a li Tirkiyeyê ye. Partiyeke ku ji bo Kurdan weke sembol tê dîtine. Ocalan di heman demê de rêberekî ku di nava Kurdan de weke sembol tê dîtin. Civaka Kurd civakeke pir zane ye. Eksena berxwedana Kurdan êdî veguheriye bingehên gelekî cuda. Pirsgirêka Kurd mijareke ku demeke dirêj beriya PKK’ê dest pê kir û îro jî dewam dike. Pirsgirêka Kurd ne tenê li Tirkiyeyê, di heman demê de pirsgirêkeke herêmî ye. Ev hemû pirsgirêk di axaftinên Bahçelî û AKP’ê de dernakevin holê.”
Ji bo guhertinên li Rojhilata Navîn jî Bozarslan ev tişt gotin, “Rola DYE’yê ya li herêmê bi taybetî li Sûriyeyê gelekî girîng e. Bi ya min ev roleke diyarker e û biryarên ku rêveberiya Donald Trûmp a tê de wê bistîne diyarker in. Lê belê li vir jî pêwîst e tevger û aktorên Kurd bên rexnekirin. Pêwîst e pirsa ku divê Kurd çi bikin bipirsin. Ji ber ku divê hûn ji derve her tiştî hêvî nekin. Kurd di hin mijaran de gelekî bêhelwest in. Weke ku min gelek caran gotî, tişta herî girîng a ku divê niha were kirin ev e; divê di navbera Kurdan de entegrasyona navxweyî pêk were. Divê Kurdên li Îran û Tirkiyeyê, Iraq û Rojava têkiliyên xwe xurt bikin û têkiliyên dîplomatîk pêk bînin. Kurd bi helwesta xwe dikarin siberoja xwe diyar bikin.”
‘DIVÊ KURD SENERYOYÊN CUDA LI BER ÇAVAN BIGIRIN’
Bozarslan, bal kişand ser derbên giran ên ku Îranê di dema dawî de girtine û got, “Li Îranê tevgerên nû hene. Kurd bixwazin jî nexwazin jî dê di vê pêvajoyê de rolekî pir girîng bilîzin. Me ev yek di sala 2022’an de dît. Di sala 2022’an de dirûşmeya Jin Jiyan Azadî ku ji Kurdistanê hat, bû dirûşma Îranê û Kurdistan weke referansa Bellûcîstan derket holê. Ji niha û pê ve ferz e ku Kurd senaryoyên cuda li ber çavan bigirin.”