În, 23 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ji cerdevanan hate xwestin ku ji bo pereyan li Rojava li dijî YPG’ê şer bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ewropayê zêdetirî 70 rêxistin ji bo ‘Rojava’ bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê xelatgir Kelman: Cîhan divê rastiyê bibîne, piştgiriyê bide Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê Silêmaniyeyê Ebubekir: Ji bo aştiyê ‘berxwedan’ şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Onder Çakar: Kobanê dîsa di bin dorpêçê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Menzione: Sucê herî giran a serdema modern tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gelê Kurd li çar aliyan li ser piyan e: Gever, Bazîd, Amed, Êlih, Erzîrom

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes ji bo Rojava daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hacîawayê bi sedan yekî bi yek dengî gotin: Li dijî gefan bibin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê meşa ji bo Rojava: Bijî berxwedana Rojava!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaxê Mexmûrê yê CÎK’ê: Xwedî li Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Abya Yalayê ji bo parastina Rojava bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Greva Jinan a Swîsre: Jin bi tenê nînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanên YPJ’ê piştgirî dan dîmenên jinan ên hûnandina keziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan bi keziyên xwe piştgirî dan berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê jin ji bo Rojava li ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê partiyên siyasî pêşengiyê ji yekîtiya neteweyî re bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • LEZGÎN
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li gundên Kobanê şer dijwar e
Li Sirrînê şervan bersiveke tund didin êrişan: Gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin
Çeteyan careke din êriş birin ser Girtîgeha Eqtanê
Hêzên QSD’ê li Sirinê bersiv dan çeteyên ku agibestê binpê kirin
Bombe li 3 gundên Kobanê tên barandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Koçberên Efrîn-Şehba: Em ê bi rihê serketinê vegerin Efrînê
Rojava

Koçberên Efrîn-Şehba: Em ê bi rihê serketinê vegerin Efrînê

Koçberên Efrîn-Şehba, li dijî êrîşan biryardariya xwe ya berxwedanê nîşan dan û peyamek bi vî rengî dan, “Dijmin çidike bila bike em Kurdin, jiyana me bi Kurdîtiyê destpêkiriye û wê bi Kurdîtiyê bi serkeve. Em ê bi rihê serketinê vegerin Efrînê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Piştî têkçûna rêjîma Baas HTŞ’ê piranî li bajarê Helebê û derdora wê heta Şamê pêşve çûn. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî êrîşekî mezin birin ser gelê Şehba û Til Rifetê. Di encamê de bi sed hezaran gelên Efrînê ku piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018’an de li Şehbayê bicih bibûn, careke din koçberî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Di rêya koçberiyê de gelek koçber ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve rastî tundî, êşkence, revandin û kuştinê hatin. Derheqê kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û berxwedaniya gelên Efrîn, koçberên herêma Şehba-Efrînê ji ajansa me ANF’ê re axivîn.

DI NAVA ŞERT Û MERCÊN DIJWAR DE ÎRADEYA XWE XURT KIRIN

Koçbera ji Helebê Elîf Omer Seydo, anî ziman ku jiyana wan di şev û saetekê de hat guhertin û got ku çeteyan mîna gurên birçî êrîşê wan kiriye. Omer Seydo, diyar kir ku çeteyan wan bi darê zorê ji mal û xaka wan dûr kirine û got ku piştî êrîş qewimî ew çûne gundekî Efrînê û çend salan li wir bi cih bûne. Omer Seydo got, “Piştre çeteyên dewleta Tirk a dagirker carek din em ji malên me bi êşkence koçkirin. Rûxmî top û balafirên dewleta Tirk a dagirker me 58 rojan li ber xwe da.” Omer Seydo, anî ziman ku ew dema dûrî mal û xaka xwe bûn aqil û ruh wan hîn bêhtir bi Efrîn re hat girêdan û hêviya xwe ya vegerê qut nekirin. Elîf Omer Seydo ew û malbata xwe carek din koçber bûn û li kampa Efrîn ya Şehbayê bi cih bibûn.

Omer Seydo, behsa zehmetiyên ku li Şehbayê kir û wiha domand, “Em çiqas rastî zehmetiyan hatin û gelek êş û azar me dît, lê me dev ji berxwedaniya xwe berneda. Me her hewl dida hêza xwe mezin bikin û vegerin bajarê xwe. Em Kurd, kesek li pişta me tune ye. Her kes li dijî me ye û naxwazin em bi serkevin. Ma me çikiriye, em tenê daxwaza azadiya xwe dikin. Li hemberî vê daxwazê em tên kuştin. Ev bûyer giştî bi serê gelê me tên, lê tu rêxistinên mafê mirovan dengê xwe nakin. Bi hemû neteweyan re me jiyan parve kir. Divê dengê me bê bihîstin.”

‘EM Ê BI RIHÊ SERKETINÊ VEGERIN EFRÎNÊ’

Henan Mûsa, jî diyar kir ku ew ji gundeke Şera ya bajarê Efrînê ye û got, “Rojekê çeteyan bi ser me de hatin. Dijmin êrîşî me kirin. Erdê me birin, malên me birin û bi giştî şewtandin. Darên me yên zeytûnan ku ji bo me mîrateya kal û pîran bû, bi hovane ew dar birîn û talankirin. Li hemberî zilma çeteyan em derbasî Şehbayê bûn. Zehmetiya ku me li Şehba jî dît, ne kêm bû lê me hewl dida em van rewşan giştî derbas bikin û vegerin ser xaka xwe. Heta me çend salan li Şehba xwe komî ser hev kir, carek din êrîş me kirin û em ji Şehba jî koç kirin.  Tiştên me tevahî li Şehba man, hema me zarokên xwe anîn û hatin herêmên Rêveberiya Xweser. Niha jî em li Qamişlo dimînin. Rêveberiya Xweser bi tevahî hêza xwe destek dana me û alîkarî me kirin.”

Henan Mûsa, diyar kir ku dema ew di rê de dihatin çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi gulayan wan barandine û ew ji bo xwe xilas bikin reviyane. Mûsa, anî ziman ku ew agahî ji xwişk û birayek xwe nagire û nema dizane saxe ango mirî ne û wiha dom kir, “Çeteyan zilmeke mezin li me kirin, hem zilm li me kirin, mal û milkên me talan kirin, bi zorê em koçberkirin û endamên malbatên me qetilkirin û da windakirin. Ew tunekirina gelê Kurd danîn ber çavê xwe û hatin. Divê dijmin vê yekê zanibe, hûn çidikin bikin, em Kurd in jiyana me bi Kurdîtiya me destpê kir û wê bi Kurdîtiya me biserkeve. Berxwedaniya me wê li her cihî bibe mînak û em ê her li pişta hêzên xwe û Rêveberiya xwe bin. Em ê bi vî rihê vegerin Efrîna xwe.  

‘EM EFRÎNA XWE DIXWAZIN’ 

Ronahî Mihemed, destnîşan kir li hemberî êrîşên giran ên dijmin gelê Efrînê berxwedaniyekî dîrokî raber kiriye û di encama vê de bi sedan jin, zarok, kal û pîr jiyana xwe ji dest dan. Mihemed got, “Tevî şert û mercên zehmet ên li Şehbayê careke din me jiyaneke ava kir. Piştî ku me xwe bi cih kir carek din birîn li dilê me xistin û em ji Şehba koç kirin. Em tiştek naxwazin tenê em daxwaza aştiyê dikin. Êdî bese! Bila dawî li van êrîşan were. Me tu carî êrîşî kesî nekir, lê her kes êrîşî me dike, bila êdî her kes bizanibe em Kurd in û pêwîste vê rastiyê qebûl bikin. Eger dijmin ji bo Kurdîtiya me êrîş me dike, em ê berxwedanî bikin. Bila zarokên me heta kal û pîrên me têkoşîn bikin. Em ê bi daxwaza vegera Efrîn û berxwedaniyê, jiyana xwe ava bikin. Di dawî de ez dibêjim, em Efrîna xwe dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berxwedana gerîla ya li Zapê
Nûçeya Pişt re Li Til Rifetê planeke din a qirêj a çeteyên dewleta Tirk
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bedlîsê çerxa gendeliyê: 36 mîlyon TL gendalî hate tespîtkirin!

Parlamenterê DEM Partî yê Bedlîsê di axaftina xwe ya derbarê gendeliya li Nexweşxaneya Tetwanê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Mîlîsên Agir û Rojê yên Jinê hate ragihandin

Mîlîsên Agir û Rojê yên Jinê li Colemêrg, Wan, Erzirom û Stenbolê bi pêkanîna hin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojhilatê Kurdistanê cezayê girtîgehê li du meleyan hate birîn

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê cezayê girtîgehê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Muşîre Mele Reşîd: Mirovahî di xeteriyê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Tabûra Şehîd Berxwedan a YPG’ê ava bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwanên Efrînî: Werin em tola şehîdên şoreşê hilînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star: Keziyên jinan nîşaneya îradeya wan a xurt e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?