Desteya Rêveberiyê ya Weqfa Aştiyê bi nameyekê ku ji Serokatiya Meclîsa Tirkiyeyê re şand, li ser pêvajoya nirxandina pêşnûme qanûna çarçoveyê pêşniyarên xwe parve kir.
Di nameyê de hate ragihandin ku nirxandina pêşnûmeyê li Civata Giştî ya Meclîsê ji bo meclîsê berpirsyariyeke dîrokî ye û ji bo bidawîkirina dema şer û mayindekirina aştiyê firsendeke girîng e.
Weqfê işaret bi girîngiya wê yekê kir ku pêvajo bêyî ku rê li ber pirsgirêkên nû veke bi rengekî ku aştî, demokratîkbûn û yekbûna civakî xurt bike bi pêş ve biçe.
Weqfa Aştiyê bi taybetî xwest ku saziyên civaka sivîl tevlî karên Komîsyona Şopandinê bêne kirin ku wê piştî avakirina qanûnê bê avakirin.

