Li paytexta Tirkiye Enqereyê kesên ku di Mitînga Ked, Aştî û Demokrasî ya 10 Cotmeha 2015’an encama êrîşa DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, di meha 130’emîn a komkujiyê de hatin bibîranîn. Merasîma bibîranînê li cihê bûyerê hate lidarxistin û li gel malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane rêxistinên civakî jî tevlî bûn.
Piştî merasîma rêzgirtinê Hevberdevkê Komeleya Aşitiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik daxuyaniyek da. Îshak Kocabiyik diyar kir ku ew ê dev ji aşitiyê bernedin û got: ‘’Tişta ku em dixwazin en xwîn û tolhilanîn e. Em ê li ser vê rêyê têkoşîna xwe ya ji bo aşitî û demokrasiyê bidomînin.’’
Hevberdevkê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik piştre bal kişand ser qanûna çarçoveyê ya û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Ev yasa ji bo herêma me gelekî girîng e. Ev yasa, ji bo me ku ev 11 sal in em têkoşîna edalet û aştiyê dimeşînin û ji bo herêma xwe daxwaza aştiyê dikin gelekî girîng e.’’

