Li Navenda Metro ya Silêmaniyê li ser navê Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (RONUS) Hawkar Îzet, derbarê êrîşa dewleta Tirk ya dagirker ya li ser rojnamevanan, daxuyaniyek çapemeniyê da.
Hawkar Îzet diyar kir ku dewleta Tirk li sînorê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê du rojnamevan qetil kir, hemwextî wê gelek caran Başûrê Kurdistanê jî bombebaran kir.
Di dewamê de Hawkar got, “Êrîşên dewleta Tirk yên li ser rojnamevanan dewam dikin, herî dawî dewleta Tirk du rojnamevanên diyar Cîhan û Nazim şehîd xist. Şehîd xistina rojnamevanan carek din ispat kir ku Tirkiye dev ji sucên xwe yên ser medya û ragihandinê bernedaye. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin, Tirkiye bi van êrîşan dixwaze dengê azad bêdeng bike.”
‘DEWLETA TIRK TERORÊ DIKE’
Sekreterê Şaxa Silêmanî ya Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê Karwan Enwer jî di heman daxuyaniya çapemeniyê de axivî.
Karwan Enwer got, “Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di rêyek bi rûmet û pîroz de şehîd bûn. Dibe ku di êrîşek din ya dewleta Tirk de, yek ji me jî bibe hedef û şehîd bikevîn. Di nava salên borî de gelek rojnamevan hatin şehîdxistin. Ya ku li hemberî rojnamevanan pêktê, terore û dijî yasayê ye. Dema li welatek din rojnamevanek tên kuştin, her kes behs dike, lê dema rojnamevan Kurd be, kes xwedî lê dernakeve. Pêwîste ev dosya were navneteweyîkirin û rojnamevan di nava xwe de bibin yek.”