Nizanim ez çawan behs bikim, lê dizanim ku divê behs bikim û bi vê zanînê min xwest peyvên xwe biherikînim.
Me çavên xwe dîsa bi nûçeyên şehadetê vekirin. Dibêjim dîsa, ji ber ku dewleta faşîst a Tirk, dijminahiya xwe bêyî navber didomîne.
Em ê fêrî vê dijminahiyê, van êrîşan û vê dijminahiya li dijî Kurdan nebin.
Hevrêyên me Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bûn dengê Çapemeniya Azad. Rojnamegeriya xwe ya li Bakurê Kurdistanê bi rê ve dibirin, li ser xaka qedîm a Rojavayê domandin.
Li Bakurê Kurdistanê tevî zextên dewleta faşîst a Tirk, li gelek qadên Kurdistan û Tirkiyeyê rojnamegerî kirin.
Tevî astengî, zext û gefan, nekarî kameraya Cîhan û Nazim bigire, qelema wan bişkêne.
Nazim Daştan, ciwanekê Kurd bû ku di nav xweşikahiya bêhempa ya Agiriyê de mezin bibû. Li Agiriyê bi demê re hem mezin dibe hem jî xwe pêş ve dibe û biryara rojnamegeriyê dide.
Li hember qirkirina ku dewleta faşîst a Tirk li ser xaka wî bi rê ve dibe bêdeng namîne û dibe rojnameger.
Hebûna xwe bexşî gelê xwe dike û hewla nîşandana neheqî, zilm û êşkenceya li dijî gelê xwe dide.
Her dibe dengê neheqiya li dijî gelê xwe, dibe hedefa dewleta faşîst a Tirk û dîl dikeve.
Di pêvajoyê xwe ya zindanê de, dijminî bi tu awayî nekarî vîna wî bişkêne. Berovajî wê, dema ku ji zindanê derket hîn bêhtir berxwedêr hîn bêhtir bihêz bû. Ji bo bibe dengê gelê xwe xwedî azweriyeke mezintir bû. Ji ber ku yek ji wan kesan bû ku baş pê dizanî, rojnamegerî karê wijdanê ye.
Rojava ji bo Nazim xwedî wate bû; Rojava têkoşîn û rûmet bû. Êşên gelê xwe her tim ji kûrahiya dilê xwe hîs kir. Loma dilê wî û pênûsa wî bihêz bû.
Ji bo her kêliya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dinyayê bide bihîstin, ked û têkoşîneke mezin da.
Nazim Daştan; dilê wî bi qasî têkoşîna ji bo gelê xwe dida mezin bû. Rêhevalê min ê delal, tu her tim bi me re yî…
Cîhan, rêhevala min a wekî navê xwe zelal..
Li kolanên kevirîn ên Midyatê mezin bû. Temsîla jina Kurd a herî xwezayî bû Cîhan. Jinên Mêrdînê evîndarê xak û welatê xwe ne. Cîhan jî bi heyraniya xweşikiyên di nav jiyana xwe de mezin bû. Midyat wekî mozaîka gelan tê binavkirin. Cîhanê jî di nav vê mozaîkê de, bi parastina nasnameya xwe ya Kurd, dilê xwe bi dilê gelên Ermenî, Suryanî û Ereb re kir yek û li qadan olan da.
Cîhan, her tim bû yek ji wan kesan ku têkoşîna nasnameya jina azad bi awayê herî baş dida. Bi rojnamegeriya li Bakur dimeşand, pêşketineke bilez bi dest xist. Guh neda zextên dewleta faşîst a Tirk, bi kameraya xwe herikî qadan û bû reng û dengê jinan.
Bi pênûsa xwe ya bihêz ya di dilê xwe de dinivîsand. Gotinên wê ji dilê jinan derbas bûn û bûn dengê jinan.
Cîhan bû yek ji wan hevrêyên me ku Şoreşa Rojava bi awayê herî baş fêm kir. Bi feraset û hesasiyeta xwe, bû yek ji wan rojnamegeran ku gelê Kurd û hemû gelên din dixwest li wê temaşe bikin.
Nazim û Cîhan dema li pey nûçeyan diçûn hatin qetilkirin. Mîna Gulistan û Hero. Gulistan û Hero ji nav me koç kirin lê li dû wan bi hezaran Gulîstan û Hero afirîn. Ev têkoşîn, dê her tim bi berxwedan û biryardariyeke mezin bidome. Dê Nazim ji dayik bibin, dê Cîhan dîsa biherikin qadan û bibin dengê gel… Hevrêyên me yên dilpola ku her tim li ser rêça nûçegihaniya heqîqetê meşiyan, hûn ê her tim di dilê me de şîn bibin…