Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Leyla Qehreman rewşa Sûriyeyê ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku di 54 salên Rejîma Baasê de gelan tu mafê xwe negirtin û wiha axivî: ”Eger mirov dîroka Sûriyeyê ya vê sedsalê binirxîne, mirov dikare ji pergala Rejîma Baasê û 14 salên aloziya Sûriyeyê ku derbas bû bigire dest. Di van 54 salan de gelên Sûriyeyê êşên mezin jiyan kir û ji gelek mefên xwe yên bingehîn mehrûm man. Her wiha di warê siyasî de pirengî li Sûriyê nebû û hemû pêkhate di asta ku tê xwestin de bi awayek wekhev mafên xwe negirtin. Pergalekê desthilatdar bû. Di navbera pêkhateyan de dûrbûnek da avakirin. Pergala Rejîma Baasê yek pergal, yek reng, yek ziman da avakirin. Ev rewş jî di nav gelê Sûriyeyê de alozî da avakirin. Rejîma Baasê jî li hember sivîlên ku derketin serhildanê bi gule, girtin û tundiyê re êrîş kir.”
Leyla Qehreman di dewama axavtina xwe de diyar kir ku di Sûriyeyê de gelek riyên diyalogê hebûn, lê Rejîma Baasê her tim tundî da meşandin û wiha pê de çû, ”Li Sûriyê riya diyalogê hebû, lê Rejîma Sûriyê her tim tundî da meşandin. Sûriye bû qadekê ku her kes dikare tê de berjewendiyên xwe pêk bîne û tevgerên terorî derketin. Sûriye bû qadeke şer. Li kêleka vê Rejîma Baasê guh neda dengê gelan û li hemberî daxwazê wan rêbazên tundiyê da meşand. Daxwazên gel jî doza mafê her mirovek ku li ser vê erdê jiyan dikir bû. Ji bo wê di van 14 salên dawî de li Sûriyeyê parçebûneke mezin hat avakirin. Pirsgirêka Sûriyeyê pirsgirêka pergala bû. Ji bo ev pergal neye rûxandin Rejîma Sûriyê bi sedan însan girt, kuşt. Ji nasnameya xwe ya çandî mehrûm kir û di mirovan de tirsekê mezin da avakirin. Ji ber vê Rejîma Esed di encama berxwedana gelê Sûriyeyê de têk çû. Encamekê îro em gihîştinê encama berxwedanê gel e. Rewşa îro em gihîştinê bingeha wê gel da avakirin, bi têkoşîna jin û ciwanan çêbûye. Ji bo vê divê em vê binirxînin da ku em di Sûriyeya nû de bikaribin rengê Sûriyeyê nû derxin pêş. Pêwîste tecrubeyên berê encam bên derxistin. Herî zêde jî pewîste mirov diyaloga netewî di navbera gelên Sûriyeyê de bide avakirin.”
Leyla Qehreman di axaftina xwe wiha domand: “Di aloziya Sûriyê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dema şerê DAÎŞ’ê hebû derfetên avakirina Rêveberiya Xweser zêde nebû, lê taybetmendiyek wê demê hebû ku hevgirtina hemû pêkhateyan hebû. Ew pêkhateyên ku Rejîma Sûriyê bi salan li ser xebitîbû ku nêzî hev nebin, bi avakirina Rêveberiya Xweser re hilweşiya û îradeya gelan derket pêş. Dema ku pêkhateyên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi hev re li hember DAÎŞ’ê şer kir, Rejîma Sûriyeyê tune bû. Îradeya gel dikare hemû zehmetiyan derbas bike. Gel jî di vê zanabûnê de ye. Dibe ku derfetên gel ne di destê gel de be, lê mirov dikare bêje, gel dikare qedera xwe diyar bike. Lewre gelê Sûriyeyê tecrubeyên dirêj û bi êş jî derbas kirin. Sûriyeya nû bi pirengî û bi pêkhateyên Sûriyê re wê were avakirin.Di heman demê de wê bi rengê jinê were avakirin. Jinên Sûriyeyê pêwîste xwedî stratejî û siyasetekê ber bi çav bin. Ji bo wê divê hemû hêz û dengê xwe komî ser hev bikin û karibin di pêvajoya pêş de rola xwe ya sereke bilîzin. Em wek Meclîsa Sûriyeya Demokratîk her tim vê yekê tînin ziman, di kîjan pêvajoyê de heger jin nebe, ew pêvajo bêwate ye. Ji ber vê dibêjin ji bo tevahî gelên Sûriyê em amade ne ji bo Sûriyekê nû û demokratîk li gel Hikûmeta Şamê diyalogê bikin. Pirsgirêk bi avakirina hikumetekê çareser nabe û encamên ku salên dirêj Rejîmê dabû avakirin divê hemû derbas bin. Divê hevgirtineke gelên Sûriyeyê hebe. Yekîtiya xaka Sûriyê pir girîng e. Erkên me yê dîrokî ev e, em ê welatê xwe çawa avabikin û em ê çawa bikaribin tê de xwedî roleke bin. Divê li ser vê xebatek were kirin û rê û rêbazên hevbeş bi hev re bên çêkirin. Ji ber ku pêwîstiya me bi Sûriyekê demokratîk heye.”
Leyla Qehreman qala Hikûmeta Sûriyeyê ya nû kir û got, “Gelek kes derbarê vê hikumeta nû de bi fikarin. Ev hikûmet li Îdlibê bû, ji Îdlibê hatiye rakirin û li Şamê hatiye danîn. Ji bo vê şewra vê hikûmetê bi kesî re nehatiye kirin. Ev Hikumet tenê ji bo xebatê saziyan nesekîne dixebite. Heger hikumetek yek alî be, em ê dîsa vedigerin salên berê. Di Sûriyeya nû de divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi hemû rengên xwe cih bigirin. Em li ser van 3 mehên pêş nirxandin nakin. Piştî van 3 mehan em ê çawa vê pêvajoyê derbas bikin wê diyar bibe. Rola dewleta Tirk di aloziya Sûrıyeyê de gelek neyînî bû. Her tim êrîşî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di heman demê dewleta Tirk gelek mudexele li Sûriyeyê kir. Hîn zêdetir li ser berjewendiyên xwe nêzî vê pirsgirêkê bû. Çeteyan xwedî kir û mezin kir. Dewleta Tirk îstîqrara Sûriyê naxwaze û hîn zêdetir dixwaze xaka Sûriyê dagir bike. Di salên borî de Cereblus, Ezaz, Bab, Girê Spî, Serê Kaniyê û Efrîn dagir kir. Di heman demê rewşa îro diqewime, êrîşên li ser Minbic û bendava Tişrîn û li ser Kobanê jî tehdîdek mezin heye. Hewil dide Mîsaqî Milî careke din pêkbîne. Tirkiyê di vê pêvajoya nû de dîsa destê xwe davêje Sûriyeyê. Nehêle di Sûriyeyê de pirengî çêbe.”
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Leyla Qehreman bal kişand ser hevgirtina gelên Sûriyeyê û diyar kir ku wê hevgirtina gelê Sûriyeyê bibe çareserî. Leyla Qehreman wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yekîtiya gelê Sûriyeyê wê bibe mifteya çareseriya hemû pirsgirêkên heyî. Çi dibe bila bibe û çiqas ne li hevkirin hebe jî, divê her kes pirsgirêkên xwe deyne aliyekî û diyalogê esas bigire. Diyalog wê bibe zemîna hevgirtina gelên Sûriyeyê. Doza Kurdan dozeke navnetewî ye. Hevgirtina gelê Kurd pêwîst e. Heger ne wisa be, nikarin tu maf bi dest bixin.”