Partiyên Tifaqa Kurdistanî, li Amedê li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar dan û banga avakirina yekitiya neteweyî kirin. Partiyan, banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kirin û xwestin ku tevahiya saziyên Kurdan ji bo statûya gelê Kurd bi erk û berpirsyartiyên xwe rabin.
Piştî daxuyaniya hevpar, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî axivî û got ku ew partiyeke oldar in lewma dixwazin meseleyê ji hêla olî ve vebêjin. Aşitî, wiha got: “Xwedê, ji bo gelên bindest Qur’an şand. Îslama li Rojhilata Navîn ne bi aştiyê lê bi bûyer û şeran derbas bû. Çawa ku ola Îslamê ji bo azadiya gelan hatibe; tişta ku em jî xelet fêm dikin heye, em her tim dijmin sûcdar dikin. Di Qur’anê de ayetek heye ku dibêje; ‘Tiştên baş nîmetên min in, tiştên nebaş jî emelên we ne.’ Dijmin, ezmûna me ye. Lê divê em jî bifikirin bê ka çima pirsgirêkên me çareser nabin. Em çima çareseriyê nabînin. Ne ku em nizanin lewma, ji ber ku em tehemûla hev nakin lewma wiha ye. Divê em bi yekgirtî tevbigerin. Heke em yekitiya xwe ava bkin, em ê bi ser kevin. Di welatparêziyê de îdeolojî gelek girîng nînin. Divê em ji hêla Kurd û Kurdistanê ve li meseleyê binihêrin. Heke em yekitiya xwe ya neteweyî ava nekin, em ê du sed salên din jî di vî halî de bin. Azadiya gelê Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd, girêdayî yekitiya Kurdan e. Mînaka vê ya herî şêmber jî Rojava ye. Heke gelê Kurd di mijara Rojava de bi hev re tevbigere, dê dinya wan muxatab bigire û Kurd jî wê azad bibin.”
Li ser navê Partiya Komunist a Kurdistanê jî Yasîn Yetîşgen axivî û ji ewil rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yan de hatine qetilkirin bi bîr anî. Yetîşgen, da zanîn ku ew û Cîhan Bîlgîn hevalên hev ên zanîngehê ne û ev tişt anî ziman: “Tu caran baweriya xwe ya bi rastî û heqîqetê winda nekir û di vê oxirê de canê xwe ji dest da. Hevalên wan dê nehêlin pênûsa wan bikeve erdê.”
Yetîşgen, diyar kir ku HTŞ’ê ji Idlibê dest pê kir û piştî hêzên kûrewî û herêmî pêşiya wê vekirî xwe gihand Şamê. Yetîşgen, wiha domand: “Di serî de gelê Kurd, ji bo gel û baweriyên herêmê rewşekî nû derket holê. Ev rewş, di nava xwe de hem xetereyan hem jî firsendan dihewîne. Rojavayê Kurdistanê bedelên mezin da û divê van firsendan baş bi kar bîne. Xetereyên heyî jî dikare bi yekitiya neteweyî bên berterefkirin. Tenê heke yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin Kurd dê bikarin serbikevin. Dibe ku di Sûriyeya nû de hemû gel cihê xwe bigirin û rêya vê jî federasyon e. Dewleta tirk, federasyonê weke dabeşbûnê fêm dike lê her kes dizane ku federasyon rêya yekitiyê ye. Polîtîkaya dewleta tirk a ‘bila Kurd dayika xwe nebîne’ êdî îflas kiriye. Ne Rojhilata Navîn ne jî aştî êdî bêyî Kurdan nabe. Dewleta tirk, divê êdî dev ji gotina ‘terorîst’ a ji bo Kurdan berde. Divê bi HSD’ê re hevdîtinan bike, bi rêyên aştiyane û demokratîk pirsgirêkên herêmê çareser bike.”
Berdevkê Komeleya Kurd a Şoreşger Demokrat (DDKD) Abdulhey okumuş jî got ku li Rojhilata Navîn gelek guherîn hene. Okumuş, diyar kir ku ya herî girîng ew e ku gelê Kurd di dema van guherînên li Rojhilata Navîn de mafên xwe bikare biparêze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî gihişt ber deriyê me. Geşedan, mîna Lozanê gihiştin ber deriyê me. Ev firsend her tim nayên, sed salan carekê tên. Divê Kurd vê baş bi kar bînin. Divê yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Divê muxatabbûna xwe ava bikin. Wê demê dê hêviya Kurdên li parçeyên din jî çêbibe. Divê em statûya Rojava biparêzin da ku bi awayekî fermî were naskirin û dinya nas bike. Zemîna rejîma Sûriyeyê ya nû hêj gelek qewî nîne. Gelê Kurd dikare bi wan re bibe muxatab, daxwazên xwe bibêje û serkeftinên xwe zêde bikin. Dê van bi cîhanê bidin qebûlkirin.”
Endamê Komeleya Şêx Seîd Azad Zal jî wiha got: “Her ferdekê gelê Kurd aramî û aştiya xwe pêk bîne. Heke her kes bi xwe re aram be, dê li gel cîranên xwe, welatên derdorê jî aştiyane be. Siyaseta bi navê Kurdan tê kirin, xwedî îrade ye. Şer her tim heye. Ji roja dinya hatiye parvekirin heta niha şer hene. Menfaetên gelan, di serî de menfaetên gelê Kurd in ji ber gelê Kurd serî li ber zextê netewand. Herî zêde jî gelê Kurd vê heq dike. Bila sala 2025’an bibe sala aştî, azadî û rizgariya gelê Kurd.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî ji ewil rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi bîr anî. Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku ji bo naskirina maf û statûya gelê Kurd ew di pêvajoyeke girîng de ne û wiha got: “Xetere li ser pêşeroja gelê Kurd heye. Hewl didin bi rêya SMO’yê kontrolê bixin destê xwe. Li Rojava Kurd, Suryan, Ereb hene. Li dijî rejîma zextker, gel li wir şoreş kir û pergaleke demokratîk ava kir. Em ê vê pergalê biparêzin. Tirkiye nikare mudaxileyê wê derê bike. Li Sûriyeyê tenê gel dikarin pergala xwe ava bikin. Gelên Sûriyeyê rejîmên otorîter, destopîk nas dikin û naxwazin. Ne tenê çar parçeyên Kurdistanê, hemû cîhan ji bo Rojava deyndar e. Bi parastina Rojava re em vî deynê xwe bidin. Rojava, di dilê me de mîna lavlavkê ye ku em hêvî dikin li her derê berfireh bibe. Di destê me de tenê Rojava ma. An em ê vê pergalê ava bikin an jî dê rejîma otorîter me bixeniqîne. Em ê ji vir û şûnde bêhtir xwedî li Rojava derkevin.”