Nûnerê Amedê yê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) Mahmût Oral têkildarî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji ANF’ê re axivî û got, “Li pêşberî bîranîna hevalên me yên hatin qetilkirin bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Di serî de malbatên hevalên me yên hatin qetilkirin sersaxiyê ji hemû xebatkarên çapemeniyê re dixwazim. Eşkere ye ku ev êrîş bi zanebûn hatiye kirin, ji ber ku yekser êrîş birin ser hevalên me. Li gel ku zanîbûn rojnamevan in û li ser wesayita wan ‘çapemenî’ nivîsî jî bû êrîş kirin û qetil kirin.
Lewma eşkere dibe ku ev yek êrîşeke raste rast hatiye kirin e. Çima kirin? Hevalên me yên li wê derê nûçeyên têkildarî rojeva veşartî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê nûçe amade dikirin, lewma hatin qetilkirin. Ev êrîş ji aliyê me ve ti carî nayê qebûlkirin. Hem aliyê exlaqî hem jî aliyê hiqûqî û navneteweyî yê vê êrîşê heye. Li her devera cîhanê rojnamevan parastî ne. Bi taybetî di nava şer de divê rojnamevan bêne parastin. Lê mixabin em dibînin ku li Tirkiyeyê rojnamevan, di nava şer de dibin hedef û têne qetilkirin. Lewma hem sûcê şer hatiye kirin hem jî hiqûqa mirovî ya navneteweyî hatiye binpêkirin.”
‘SÛCDARÊN KOMKUJIYÊ DIVÊ TAVILÊ HESAB BIDIN’
Oral diyar kir ku rojnamevanên li Kurdistan û Tirkiyeyê nerazîbûn nîşanî komkujiyê dan bi gefxwarinê hatin girtin û got, “Bi dîtina min, Tirkiye bi daxuyaniyan hewl dide hevalên me yên rojnamevan krîmînalîze bike û qetilkirina wan rewa bike. Ev rewş ne ya qebûlkirinê ye. Li holê sûcek heye û nayê qebûlkirin ku ev sûc bê nixumandin. Divê Tirkiye berpirsyaran tavilê eşkere bike. Divê sûcdar hesabê bidin hempîşeyên me, malbatên kesên hatin qetilkirin û civata çapemeniyê.
Desthilatdarî hewl dide medyayê kontrol bike. Lewma nikare xwe li dengekî muxalîf rabigire. Ji ber vê jî operasyonê li hemberî medyayê dike. Desthilatdariya AKP’ê hewl dide medyayê bi vî rengî bi dest bixe.”
‘DIVÊ LI DIJÎ ZEXTÊ EM XWE BI RÊXISTIN BIKIN’
Mahmût Oral li dijî zext û komkujiyan banga rêxistinbûnê li rojnamevanan kir û got, “Desthilatdarî zexta li ser me gihandiye wê astê ku êdî me qetil dike. Yekane tişta kuk em ê li hemberî wê bike, berxwedan e. Divê rojnamevan li hemberî zextê xwe bi rêxistin bikin. Em çiqasî zêde bibin em ê ewqasî hîn berxwedêr bibin û karibin li ber zextên desthilatdariyê rabin. Her çend li Tirkiyeyê rejîma qesrê heye û hiqûqa wê tê meşandin jî em rojnamevan, em ê dest ji têkoşînê bernedin. Divê em rêya hiqûqê heta dawiyê bi kar bînin. Divê em xwedî li mîrateya hevalên xwe yên hatine qetilkirin derkevin.”