Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Serhedo hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gimgimê nobeta JES’ê di roja 55’an de ye: Gundiyên Tatanê nobetê dewr girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber abonetiyê derbarê du rojnamevan de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Zîlan sembola fedaîtî û meşa ber bi azadiyê ve ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta edaletê ya Şirnexê di hefteya 4’emîn de ye: Daxwaza aştiyê ne sûc e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê li gelek bajaran bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimên olî: Di pêvajoyê de samîmiyet û edalet divê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêrejina Nisêbînî ‘Hêvî’ya Kurdistaniyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YPJ’ê ragihand ku Fermandar Ronahî Yekta şehîd bû
Rojava

YPJ’ê ragihand ku Fermandar Ronahî Yekta şehîd bû

YPJ’ê daxuyand ku yek ji fermandarên YPJ’ê Ronahî Yekta di berxwedana bendava Tişrînê de şehîd bûye û got, “Em ê bi misogerkirina jiyaneke azad û wekhev tola şehîdên xwe hilînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand ku yek ji fermandarên YPJ’ê Rohanî Yekta di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê li bendava Tişrînê tevlî karwanê şehîdan bû.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin:

 “Yek ji fermandarên YPJ’ê Arşîn Hisên (Ronahî Yekta) yek ji fermandarên leheng ên berxwedana bêemsal a eniya bendava Tişrîn û Qereqozaxê bû. Armanca çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teslîm wergirtine, di heman demê de hemû nirxên civakî û mirovî ku gelên herêmê bi berdêlên giranbuha qezenc kirine, ji holê rakirine. Li gel vê yekê jî Sûriyê ji bo jinan, gelan û baweriyan kirina dojeheke ser erd, kiryarên esasî yên hovitiya komên çete yên girêdayî dewleta Tirkiyê ye. Komên girêdayî dewleta Tirk bi van armancan li dijî herêmê me êrîşên giran dane destpêkirin. Li beramberî vê zarokên herî egîd û canfeda yên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li çeperên berxwedanê destanan dinivîsînin. Ne tenê dibin mîmarê vê rastiyê, her wiha bi fedakirina canê xwe yê pîroz nîşanî hemû cîhanê jî didin ku rûmeta jinên têkoşer û mirovên azad, dê li dijî her cure zordestî, zext û ferzkirinan serî netewînin û wê dubare hêviya jiyaneke wekhev û azad di dilê gelan de hêşîn bikin. Şervanên ku di çeperan li dijî çeteyên dagirkeriya faşîst a Tirkiyê şer dikin de, dizanin ku ev têkoşîna wan ji dîrokê re dibe mal, ev têkoşîn tarîtiya li ser siberojê radike. Li ser vê bingehê bê tirs û dudilî hebûna xwe feda dikin.

‘BI RÊGEZÊN JINÊ YA ŞOREŞGERÎ JIYA’

Rêheval û fermandara me Ronahî Yekta jî xwedî ruheke evçend berz, kesayeteke bilind a şoreşgerî û dilekî bi qasî derya mezin bû. Wê di dilê xwe de tu car cih neda qirêjiya serdemê û qet jî qebûl nekir ku xirabî hakimiyetê li ser civakê ava bike. Ew li bajarê rûmet û berxwedanê Efrînê hate cîhanê. Di zarokatiya xwe de di nav xebatên çand û hunerê de cih girt. Jiyan hem bi ziravî û hunera hunermendekê hem jî bi pîvanên jineke şoreşger jiyan kir. Lewma bi gurbûna şoreşa azadiyê ya li Sûriyê re, wê jî berê xwe da çeperên têkoşînê. Di sala 2012’an de dema ku çeteyên El Nusra êrîşî Helebê kirin, li hemberî wê Ronahî rêka têkoşîn û berxwedanê hilbijart û beşdarî nava xebatên şoreşê bû.

FERMANDARA CIWAN A YPJ’Ê

Ronahî Yekta di xebatên Ciwanên Şoreşger de cihê xwe girt. Bû rêheval û hogira jinên ciwan û ciwanan. Ronahî bi evîna şoreşê ciwanan perwerde kir. Di hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xebatên rêxistinkirinê meşand. Dema ku dewleta dagirker a Tirk êrîşê Efrînê kir û trajediyeke mezin a mirovahiyê hate jiyîn, rêheval Ronahî bi hêrs û kîneke mezin soza tolhildanê da. Pêwîstiya jiyanî ya parastinê hîna kûrtir hîs kir û tevlî nava refên YPJ’ê bû û di demeke kin de xwe di warê hunera şer û parastina jinê de kûr kir. Bi perwerdeyên birdozî û leşkerî ku dît, bû yek ji fermandara ciwan a YPJ’ê û bi kedeke bêhemta hem şervan perwerde kir, hem jî erk û berpirsyariyên parastinê bi cidiyeteke mezin pêk anî.

‘EM Ê TOLA ŞEHÎD HILÎNIN’

Şervan û hevrêyên Ronahî Yekta hêvî û coşa di kûrahiya çavên wê de, di her kêliya jiyanê de hîs kirin û jê hêz girtin. Ji ber Ronahî Yekta bi menewiyata bilind a azadiya jinê xwe têr dikir. Lewma jiyana xwe jî bi dîsîplîn, rêhevaltî û têkoşîna li ser bingeha pîvanên şoreşgeriyê dineqişand. Rêhevala me Ronahî Yekta di 25’ê Kanûnê de, dema di cenga li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de tevî hevalên xwe têkoşîneke mezin û dîrokî raber dikir û di encama êrîşa dewleta Tirk de gihîşt şehadetê.

Em, rêhevala xwe fermandar Ronahî Yekta bi hurmet û rêzdariyeke bêdawî bi bîr tînin, li pêşberî bîranîna wê bejna xwe ditewînin. Ji malbata wê ya welatparêz re, ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû rêhevalên wê re sersaxiyê dixwazin. Em ê di têkoşîna xwe ya mafdar û birûmet de bîranîna wê tim bidin jiyandin û em soz didin ku tola şehîdên xwe, bi misogerkirina jiyana azad û wekhev tacîdar bikin. Têkoşîna şehîdan ji her demê bêtir rêya me, doza me û armanca me ya serkeftinê ronî dike.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Arşîn Hisên

Nasnav: Ronahî Yekta

Navê dayik: Hesne

Navê bav: Enwer

Cih û dîroka şehadetê: 25.12.2024/Bendava Tişrînê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berdevkê Ragihandina QSD’ê li Bendava Tişrînê axivî
Nûçeya Pişt re Li gundewarê Minbicê 12 çete hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gultan Kişanak: Em ê azadiya hemû hevalên xwe bi dest bixin

Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak di Doza Kûmpasê ya Kobanê de bi salan dîl hate girtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

Her çiqas krîza hikûmetê ya li Başûrê Kurdistanê wekî nelihevhatina PDK-YNK’ê tê dîtin jî, ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Pekînê li Derya Çînê ya Başûr dest bi ‘tetbîqatên şer’ kir

Li Derya Çînê ya Başûr a bi nakokî ku wê Fîlîpîn, DYE, Japonya û Awûstralya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komeke din a dîlgirtiyên QSD’ê hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hunermend Serhedo hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?