Yekşem, 16 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê cînayeta kar: Tahîr Çîçek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hemwelatiyê Suryanî Kuçukaslan: Divê ji bo aştiyê rêyên diyalogê bê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tûnç: Ez bi birayê xwe û hevalên wî serbilind im!
Rojane

Tûnç: Ez bi birayê xwe û hevalên wî serbilind im!

Sarya Tûnç a xwişka Rojnamevan Hayrî Tûnç ê ku di protestokirina qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de bi êşkenceyê hate binçavkirin got: ‘’Ez bi birayê xwe û hevalên wî yên xwedî li hevpîşeyên xwe derketine, serbilind im.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Stenbolê di dema protestokirina qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de 12 rojnamevan bi êşkenceyê hatin binçavkirin û 7 ji wan bi awayekî derqanûnî hatin girtin. Rojnamevanên hatin binçavkirin bi hinceta ‘’propagandaya rêxistinê’’ hatin girtin. Sarya Tûnç a xwişka Rojnamevan Hayrî Tûnç ê ku di protestokirina qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de bi êşkenceyê hate binçavkirin ji ANF’ê re axivî. Sarya Tûnç diyar kir ku ew bi birayê xwe û hevalên wî yên xwedî li hevpîşeyên xwe derketine serbilind e û got: ‘’Tiştekî gelekî normal e ku birayê min û hevalên wî xwedî li hevpîşeyên xwe derketine. Li vir tişta nenormal qetilkirina du rojnamevanan e.’’

‘BIRAYÊ MIN Û HEVALÊN WÎ XWEDÎ LI HEVPÎŞEYÊN XWE DERKETINE’

Sarya Tûnç da zanîn ku ew li hemberî binçavkirina birayê xwe gelekî matmayî û hêrs bûye û ev yek anîn ziman: ‘’Birayêmin û hevalên wî tişta hewce kirine. Tu kes nikare li hemberî qetilkirina hevpîşeyên xwe bêdeng bimîne. Tişta nenormal bêdengbûn e.  Birayê min hevalên wî xwedî li rojnamevanên hatine qetilkirin, derketin.  Herçend ez li hemberî binçavkirina wan aciz bûme jî ji ber ku tişta hewce kirine ez bi birayê xwe û hevalên wî serbilind im.’’

‘BÊHIQÛQIYEKE WISA YE KU GIRTÎGEHAN JÎ NEXWESTIYE BISTÎNIN!’

Tûnç di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girtina 7 rojnamevanan ya derqanûnî û got: ‘’Ev yek zulmeke mezin e. Bêqihûqiyeke wisa heye ku tu girtîgehan nexwestiye birayê min û hevalên wî bistîne. Ji ber ku rojnamevan in Girtîgeha Metrîsê nexwestiye wan bistîne, Girtîgeha Marmarayê jî bi zora polîsan neçar maye ku wan bistîne.  Edî hemû kes baş dizane ku ev girtin ne bi hiqûqî bi fermanan tên kirin. Hemû endamên malbata me derveyî welat in. Ji ber vê yekê jî tu kes nîne ku biçe seredana Hayrî. Em hemû endamên malbatê ji ber zexta dewletê ji cih û warê xwe bûn. Bavê min Azîz Tûnç jî gelek caran hate hedefgirtin, bi sermalên me de digirtin û bavê min hate girtin; a niha jî birayê min ji ber ku rojnamevan e hadef hatiye girtin. Em weke endamên malbatê niha neçar mane ku li welatên cuda bijîn.  Weke malbatî em ji hev belav bûn.  Niha jî birayê min hatiye girtin.’’

‘BI NÎŞANNEDANA NERAZÎBÛNÊN HEWCE ZULM TÊ NORMALÎZEKIRIN’

Tûnç di dewama axaftina xwe de anî ziman ku li hemberî rojnamevanan bêtehemûliyeke sistematîk heye û da zanîn ku nerazîbûnên rêxistinên çapemeniyê yên li hemberî vê yekê gelekî kêm in û got: ‘’Berteknîşannedana rêxistinên çapemeniyê vê bêhiqûqiyê normalîze dike. Bi taybetî jî rêxistinên çaoemeniyê yên li Tirkiyeyê di vê mijarê de gelekî pasîf in. Divê li hemberî zext û zilma li ser rojnamevanan bêdeng nemînin. Lê belê bi nîşannedana nerazîbûnên hewce ev zext û zilm tê normalîzekirin.’’ 

BANGA XWEDÎDERKETINÊ

Tûnç di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku birayê wê Hayrî Tûnç ji bo ku li hemberî van bêhiqûqiyan derkeve, bûye rojnamevan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Divê tavilê birayê min û hevalên wî werin berdan. Tiştekî gelekî normal e ku birayê min û hevalên wî xwedî li hevpîşeyên xwe derketine. Li vir tişta nenormal qetilkirina du rojnamevanan e. Girêdayî van yekan ez bang li hemû kesan dikim ku li hemberî vê neheqî û bêhiqûqiyê bêdeng nemînin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê SMJÊ bang kir: Li dora Rêveberiya Xweser û QSD’ê bibin yek
Nûçeya Pişt re Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Operasyona Ewlehiyê di roja 2’yan de ye

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyona ewlehiyê ya li Kampa Holê, di roja 2’yan de…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê nasnameya 2 şervanên di êrîşa DAÎŞ’ê de şehîd bûn, eşkere kir

QSD’ê nasnameya 2 şervanên ku di êrîşa DAÎŞ’ê ya li Reqayê de şehîd bûn, eşkere…

Ji aliyê Stêrk TV

Encamnameya NATO’yê hat ragihandin

Lûtkeya 36emîn a NATOyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat gotin ku ger êrîşek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?