Şemî, 8 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tûnç: Li gel qanûnê ji bo bindestan serdemeke nû ya têkoşînê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûna Çarçoveyê’ di Komîsyona Edaletê de derbas bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayhanê EMEP’î: Bêyî naskirina mafên neteweyî yên Kurdan tu tişt çareser nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yîgîtalp: Êdî di nava civakê de rastiya înkarkirina nasnameyê nemaye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tecrûbeyên komînê-1: Rêxistinbûnên destpêkê yên li dijî dewletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Firat û şehîdên Ragihandina Azad li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Qereman Şukrî tevî efûya taybet jî li girtîgehê tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêka mûçeyê kêmtirî jî çareser nabe’
Rojane

‘Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêka mûçeyê kêmtirî jî çareser nabe’

Nivîskarê lêkolîner Sînan Ok anî ziman ku yek ji sedemên bingehîn ên krîza aboriyê ew e ku çavkaniyên welêt li ewlekariyê hatin xerckirin û got, "Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, pirsgirêka mûçeyê kêmtirîn çareser nabe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Nivîskarê lêkolîner Sînan Ok rewşa aboriyê, mûçeyê kêmtirîn û nîqaşên li ser çareseriya meseleya Kurd ji ANF’ê re nirxand.

Sînan Ok anî ziman ku yek ji sedemên bingehîn ên krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê ew e ku çavkaniyên welêt li şûna ku ji bo xizmetên civakî bêne bikaranîn ji bo ewlekariyê têne xerckirin û got, “Bi taybetî meseleya Kurd fakotrekî girîng e ku bandoreke yekser li aboriyê dike. Ev mesele ji Împaratoriya Osmanî heta bi Tirkiyeya dema Komarê dewam kir. Budçeya ku ji bo lêçûnên ewlekarî û dîplomasiyê hate veqetandin, li ser mezinbûna aboriya welêt bû astengiyeke cidî û pêşketina civakî asteng kir. Piştî salên 1990’î ku meseleya Kurd derbasî qada navneteweyî bû, ev pirsgirêk bû parçeyek ji polîtîkaya derve ne tenê polîtîkaya hundirîn.”

Sînan Ok ragihand ku piştî sala 2016’an li Tirkiyeyê hem krîza aboriyê giran bû hem jî hêza kirînê ya mirovên xwedî mûçeyên kêmtirîn lawaz bû û got, “Mînak di navbera salên 2012 û 2014’an de mûçeyê kêmtirîn di ser 500 dolarî re bû, ber bi sala 2022’an ve ev hejmar daket heta 346 dolarî. Sedemeke sereke ya vê kêmbûnê maliyeta polîtîkaya derve bi taybetî jî polîtîkayên destwerdana li Sûriyeyê li ser aboriya Tirkiyeyê ye. Her wiha bêqîmetbûna mûçeyê kêmtirîn li pêşberî dolar, rewşa nediyar a polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê û zehmetiyên aborî yên hundirîn li gel hev dimeşin. Di sala 2024’an de qîmetê mûçeyê kêmtirîn li pêşberî dolar gihîştibe 500 dolarî jî rêveçûna vê rewşê wê bi guhertinên li rêjeya faîzê û polîtîkaya aboriyê diyar bibe.”

Lêkolîner Sînan Ok anî ziman ku pêvajoya çareseriyê ji bo pêşveçûna aboriyê firsendên girîng pêşkêş kir û got, “Di navbera salên 2012 û 2014’an de mûçeyê kêmtirîn di ser 500 dolarî re bû ku ev yek nîşaneya bandora pêvajoyê li ser aboriyê bû. Lê belê piştî ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û piştî sala 2016’an polîtîkayên ewlekariyê ji nû ve ketin dewrê, di aboriya Tirkiyeyê de jî krîzeke giran destpê kir. Vê krîzê hem hêza kirînê ya gel kêm kir hem jî bi demdirêjî potansiyela mezinbûnê ya aboriyê lawaz kir. Çareseriya meseleya Kurd ne tenê aştiya civakî di heman demê de wê pêşî li potansiyela aboriyê jî veke. Eger Tirkiye çareseriyeke rasteqîn ji meseleya Kurd re peyda bike û rastiya Kurd, Kurdî û Kurdistanê qebûl bike, ev gav wê ji bo derketina ji krîza aborî û siyasî bi roleke girîng rabe.”

Têkildarî paşeroja Tirkiyeyê jî Sînan Ok got, “Tirkiye ji bo karibe ji krîza aboriyê rizgar bibe û aramiyeke demdirêj bi dest bixe, neçar e ku meseleya Kurd bi rengekî aştiyane çareser bike. Ev yek ne tenê pirsgirêkeke etnîkî ye, di heman demê de pêkhateya herî girîng a pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Qebûlkirina hebûna Kurd, Kurdî û Kurdistanê wê bandoreke erênî li polîtîkaya hundir û derve ya Tirkiyeyê bike. Di vê pêvajoyê de li nava civakê li ser bingeha edalet, wekhevî û mafên mirovan dikare veguherînekê pêk bîne. Krîza hiqûq û demokrasiyê ya kûr a Tirkiyeyê tenê bi vî rengî dikare çareser bibe. Dawiya dawî çareseriyeke bi rûmet ne tenê meseleya Kurd wê ji bo aramiya tevahiya Tirkiyeyê firsendekê pêşkêş bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 2025: Di zanistî û teknolojiyê de gavên nû
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk a dagirker li Batîfayê bombe li 2 wesayitan barand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Wargeha Mexmûrê çalakiyên ji bo Rojavayê Kurdistanê dewam dikin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di berdewama çalakiyên ji bo piştevaniya ji Rojavayê Kurdistanê re,…

Ji aliyê Stêrk TV

Yekîtiya Tabîban a Cîhanê xwest mijara gazên kîmyewî bê lêkolîn

Yekîtiya Tabîban a Cîhanê (WMA) destgîrkirina Seroka Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Dr. Şebnem Korûr…

Ji aliyê Stêrk TV

Besê Hozat: Daxuyanî divê bi dîmen be, tecrîd divê rabe

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Wezareta Edaletê ya Tirk da…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tûnç: Li gel qanûnê ji bo bindestan serdemeke nû ya têkoşînê dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Qanûna Çarçoveyê’ di Komîsyona Edaletê de derbas bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bayhanê EMEP’î: Bêyî naskirina mafên neteweyî yên Kurdan tu tişt çareser nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yîgîtalp: Êdî di nava civakê de rastiya înkarkirina nasnameyê nemaye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?