Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Droneya li Rewandûzê ket mala welatiyekî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Partiya Ciwanên Êzidî li Şengalê hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika sê şehîdan Refîka Nergiz: Ez bi wan serbilind im

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ayşegul Dogan: Divê êdî şert û mercên Birêz Ocalan bên guhertin
Rojane

Ayşegul Dogan: Divê êdî şert û mercên Birêz Ocalan bên guhertin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku Rêber Apo ji bo vekirina rêyên çareseriya demokratîk banga berpirsyariya wekhev li her kesî dike û got, "Divê Birêz Ocalan şert û mercên ku vê firsenda dîrokî mayînde bike pêk bîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Çile 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li ser mijarên di civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) de hatin rojevê, civîna çapemeniyê li dar xist.

Ayşegul Dogan diyar kir ku di serdemeke nû û dîrokî de ketine sala nû û wiha got: “Em weke DEM Partiyê ev demeke dirêje tiştên ku di vê serdema dîrokî de bên kirin tînin ziman. Têkoşîna li dijî tecrîdê mijara sereke ye. Pêwendîdanîna bi Birêz Ocalan re û guhertina şert û mercên wî ji bo aştî û çareseriyê gelekî girîng e. Di vê mijarê de polîtîkaya DEM Partiyê ya domdar heye û em geşedanên ji 1’ê Cotmehê ve diqewimin ji nêz ve dişopînin. Em tiştên ku divên bên kirin bi bîr dixin.”

Ayşegul Dogan bal kişand ser hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re û wiha domand: “Pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên herî bi êş û bingehîn ên Tirkiyeyê ye. Ne tenê ya Tirkiyeyê ya herêmê ye jî. Dîsa geşedanên li Sûriyeyê nîşanî me dide ku pirsgirêka Kurd jî yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ê navneteweyî ye. Dema ku em li van geşedanan dinêrin, fikir û nêzîkatiya birêz Ocalan ji raya giştî re ragihandiye, yanî 7 xalên peyamê pir girîng di nava xwe de dihewîne. Birêz Ocalan ji bo aştî, çareseriya demokratîk, vekirina rêyên muzakereyê bi awayekî wekhev banga berpirsyariyê li her kesî dike. Ji ber ku dizane ev formul wê bi Tirkiyeyê bide qezenckirin. Em behsa hêza rêbertiyê ku bi dehan salan bênavber li ser nexşerêyê xebatiye dikin.”

7 XALÊN PEYAMÊ PIR GIRÎNG HENE

Ayşegul Dogan axaftina xwe wiha domand:

“Divê tecrîdê tenê bi salên dawî re neyê destgirtin. Em behsa polîtîkaya tecrîdê dikin ku ji sala 1999’an û vir ve li girava Îmraliyê bi awayekî sîstematîk li dijî Birêz Ocalan tê meşandin û veguheriye rejîmê. Em behsa giravekê û hêza rêbertiyê ku di van salên dawî de qet agahî jê nedihat girtin, dikin.

Em careke din bînin bîra xwe; pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêka herî bi êş û bingehîn a Tirkiyeyê ye. Ne tenê li Tirkiyeyê, ya herêmê jî. Dîsa geşedanên li Sûriyeyê anî bîra me ku pirsgirêka Kurd jî pirsgirêkeke navneteweyî ye. Dema em van hemû geşedanan bi hev re di ber çavan de derbas dikin; di çarçoveya giştî ya fikir û nêzîkatiya Birêz Ocalan ku 7 xalên peyamê ji raya giştî re şandiye gelekî girîng e. Niha di van 7 xalan de mirov dikare vê yekê zelaltir bibîne. Birêz Ocalan bang li raya giştî ya Tirkiyeyê dike. Bang li me hemûyan dike ku ji bo aştî, çareseriya demokratîk, diyalog û vekirina rêyên muzakereyê berpirsyariyeke wekhev bi cih bînin. Ji ber dizane ku ev formul wê bi Tirkiyeyê bide qezenckirin. Em behsa hêza rêbertiyê ku bi dehan sal in bênavber li ser vê nexşerêyê dixebitiye, dikin. Em behsa hêzeke ku girava Îmraliyê veguherandiye girava lêgerîna aştiyê dikin.

Ger ku em dema nêz bi bîr bînin; em behsa navek, hêzekî dikin ku banga wî ya yekem a agirbesta yekalî di sala 1993’an de ye, ku ji wê demê heta niha di vê mijarê de ti tawîz nedaye û girtîgeha girava Îmraliyê kiriye girava lêgerîna aştiyê, çareseriyê û danûstandinên demokratîk. Bi rastî jî di peyama xwe de vê yekê dubare dike û dibêje, ‘Ez xwedî hêz û îradeya ku tevkariya erênî bidim paradîgmaya nû ya Birêz Bahçelî û Birêz Erdogan. Şande wê nêzîkatiya min a li ser vê mijarê bi hemû derdorên siyasî û dewletê re parve bike. Û di vê çarçoveyê de ez amade me ku pêngava erênî ya pêwîst bavêjim û ji bangê re amade me.”

ME HEMÛYAN VEDIXWÎNE AŞTIYÊ

Dîmenek ku raya giştî ya Tirkiyeyê li bendê bû derket holê. Îhtîmala axaftin, aşitiyê, xurtkirin û mezinkirina hêviyên aştiyê derketiye holê. Mafê aştî û demokrasiyê mafê me hemûyan e. Çawa ku ne di bin yekdestdariya ti partiyeke siyasî de ye, ji bo avakirina wê ji nabe bi bext û destê partî, derdor û blokekê re bê hiştin. Ji ber ku aştî pêdiviya civakê ye û civak jî bi aştiyê heye. Ji ber vê yekê Ocalan me hemûyan vedixwîne aştiyê. 

Li ser navê DEM Partiyê em bang li her kesî dikin ku tevkariyê li vê yekê bikin, li şûna gotinên wekî ‘Tiştek ji vê dernekeve, ezbenî ger wisa nebe, wê wisa bibe’ her kes jiberên xwe dûr bikevin. Bêyî şikandina van rêgezan çêkirina rêyên çareseriya demokratîk û muzakereyê pir zehmet e. Em bi pirsgirêkek pir bi êş re rû bi rû ne. Li hemberî vê pirsgirêka bi êş, her kes ji aliyê siyasî, nêrîn û ramana xwe ve; divê ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, adil û wekhev xwe berpirsiyar bibîne. Ger pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, Tirkiye dikare demokratîk bibe.

DIVÊ ŞERT Û MERCÊN OCALAN BÊN MISOGERKIRIN

Me berê jî li vir gotibû. Em îro dîsa dubare dikin; şandeya me piştî hevdîtina li Îmraliyê jî beriya serdana partiyên siyasî bike, navenda me agahdar kir. Me peyama Birêz Ocalan ji hevserokên xwe re ragihand, ji bo ji saziyên me yên pêwendîdar re bê şandin. Di vê çarçoveyê de em weke DEM Partiyê ev biryardarî û îradeya aştiyê ya Birêz Ocalan daniye holê silav dikin û em radigihînin ku em amade ne.

Birêz Ocalan muxatabê sereke yê geşedanên dawî ye, divê şert û mercên ku vê derfeta dîrokî mayînde bike bên misogerkirin. Divê êdî şert û mercên birêz Ocalan bên guhertin. Divê çawa bê guhertin? Divê şert û mercên ku karibe tevkariyê li vê serdemê bike û vê derfeta dîrokî mayînde bike, bên bicihanîn.

DIVÊ ÇARESERIYA TIRKIYEYÊ LI GORÎ TIRKIYEYÊ BE

Em dibêjin; Divê çareseriya Tirkiyê li gorî taybetmendiya Tirkiyeyê be. Û li vir birêz Ocalan di peyama xwe ya 7 xalan de balê dikişîne ser vê yekê. Dibêje, ‘Ev pirsgirêka ku bi destwerdana derve hewl tê dayîn bikin kangrenê êdî çareseriya wê nabê bê derengxistin.’ Dibêje ku tevkarî û pêşniyarên mûxalefetê gelekî girîng e.

PIRSGIRÊKA KURD NE TENÊ PIRSGIRÊKA DEM PARTIYÊ YE

Pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê ne tenê pirsgirêkên DEM Partiyê ne. Ger ev pirsgirêk ji bo me hemûyan be, divê hemû alî bi heman hestiyarî nêzîkî vê pirsgirêkê bibin. Wisa xuya dike ku heta niha peyamên aliyên siyasî ji raya giştî re têrker in. Rewşeke wisa derketiye holê.

DIVÊ DEMILDEST MECLÎS ROLA XWE BILIZE

Îro îhtîmala peydabûna platformek ku Meclîs bikaribe rola xwe bilîze û bikêrhatî bibe derketiye holê. Ji ber vê yekê jî divê Meclîs demildest vê rolê bilîze. Divê Meclîs ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser bike, rêyên siyasî yên demokratîk veke, însiyatîfa xwe bi kar bîne. Em we vedixwînin însiyatîfa ku dereng mayî, bigirin.

Yek ji tiştên herî girîng ên ku wê vê serdema dîrokî bi xwe re bîne ew e ku em bi afirandina zimanekî pêbawer û miseger destpê bikin. Ji ber vê yekê dev ji bikaranîna zimanê redkirinê berdin. Divê dev ji zimanê ku guh nade, înkar dike û tenê polîtîkayên red, înkar û îmhayê bi bîr tîne, zimanê ku gef û şantajê dike, berdin. Bi zimanê gef û şantajê ne pêkan e ku çareserî pêk were. Weke DEM Partiyê em careke din vê bangê dikin.

HER KES BI BERPIRSYARIYÊN CÎDÎ RE RÛ BI RÛ NE

Her kes bi berpirsyariyeke cîdî re rû bi rû ne. Divê li hemberî vê berpirsyariyê berpirsyariya xwe nîşan bide. Divê perspektîfeke kûr were nîşandan. Bi qasî me partiyên din ên siyasî jî bi heman berpirsyariyê re rû bi rû ne.

Her wiha çalakiyên li ser sînor dewam dikin. Li Pirsûsê, Nisêbînê û hevserokên me li Hatayê ne. Çima ev çalakî berdewam dikin? Ji ber geşedanên dawî yên li Sûriyeyê li wir nobet tê girtin. Ez dixwazim bi rêya we peyamên nobetên sînor bi raya giştî ya Tirkiyeyê re parve bikim. Rojava rastiyek e. Divê ev rastî bê dîtin û naskirin. Em dibêjin li hundir û derve li her derê pêwîstiya Tirkiyeyê bi aştî, siyaseta demokratîk û çareseriya demokratîk heye. Helbet çav û guhên me li Rojava, Sûriye û geşedanên li wir diqewimin. Li wir gel û bawerî bi xetereya qirkirinê re rû bi rû ne. Em weke DEM Partiyê tenê vê yekê naşopînin, tiştên ku divê bên kirin jî bi bîr tînin. Li vir û wir banga diyalogê tê kirin. Bi erênî bersivdana vê bangê wê bandorê li xurtkirina vê rewşê bike.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD: Em serkeftina xwe ya îro diyarî gelê xwe dikin
Nûçeya Pişt re Malbata Daştan û Bîlgîn xwestin biçin cenazeyê zarokên xwe werbigrin li Deriyê Xabûr tê astengkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di Newroza Hatayê de ji bo çareseriyê işaret bi Îmraliyê hate kirin

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Newroza li quntara çiyayê Amanosan axivî, Deklarasyona…

Ji aliyê Stêrk TV

Bû xelekeke girîng a berxwedana Metînayê

Jiyan Rêdûr ku ji bo hilanîna tola kekê xwe yê şehîd Rêdûr Kobanê beşdarî meşa…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?