Birayê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî, Aso Ezîzî di derbarê rewşa xwişka xwe Pexşan Ezîzî de ku di rojên borî de Dadgeha Bilind ya Îranê cezayê darvekirinê yê li hatibû birîn erê kir, ji Radyoya Ferda re axivî.
Aso da zanîn parêzer daxwaza rûniştina dadgehê dikin, lê fikar hene carek din belgeyên ku parêzer pêşkêş bikin, li ber çav neyên girtin.
Aso Ezî got: “Pexşan Ezîzî endamtiya ti komekî qebûl nekiriye. Îstixbarata Îranê jî di vî alî de ti belgeyek pêşkêş nekiriye. Tenê raporek lêkolînê di vî warî de heye. Ji aliyê saziyên ewlehiyê ve zext li ser dadwerê bilind tê kirin da ku biryara darvekirinê erê bike.”
Aso Ezîzî diyarkir ku rêxistinên wek Heyva Sor a Swîsreyê piştrast kiriye ku Pexşan Ezîzî li Sûriyeyê tenê wek karmendeke civakî bi xwebexşî kar kiriye.
NERGÎZ MUHAMEDÎ BANG KIR
Girtiya siyasî ya li girtîgeha Evîn Nêrgiz Mihemedî derbarê erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo rojnamevan Pexşan Ezîzî de, peyamek belav kir.
Nêrgiz Mihemedî di peyama xwe de ev tişt gotin; “Rejîma Îranê dixwaze bi despêkirina cezayên darvekirinê ji bo jinên girtiyên siyasî, tola xwe nîşanî welatiyan bide. Pejirandina cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî, bi armanca bêdengkirina jinan û tolhildana ji rûmeta şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Ez bang li hemû weLatiyên Îranê, azadîxwazan, rêxistinên navneteweyî dikim ku beramberî vê siyaseta darvekirinê yek deng bin û dijî wê rawestin.”
‘NEBIN ŞÎRÎKÊ SÛCÊ’
Girtiyê siyasî Reza Mihemed Hisên, ji girtîgeha Qizilhesar ya Kerecê, derbarê erêkirina cezayê darvekirinê li ser Pexşan Ezîzî û girtiyên din yên siyasî peyamek belav kir.
Reza Mihemed di peyama xwe de cezayên darvekirinê bi kîna hikumetê ve girêda û got; “Ji ber ku xwe li hemberî daxwazên xelkê lewaz dibîne, lewma cezayên darvekirinê dide. Bicihanîna cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî û girtiyên din yên siyasî, nikare dengê azad qut bike. Em weke girtiyên siyasî, tevî hemû gef û êşkenceyan, dibîn dengê xelkê ku hemberî van kiryarane bêdeng nabin. Her kesê ku hemberî van sûcan bêdeng be, dibe hevkarê sûcan.”