Polîsan li navçeya Peyasê ya Amedê bi awayekî “korsanî” bi ser avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin. Têkildarî serdegirtinê ne hevserokên komeleyê ne jî rêvberiya wê hatin agahdarkirin. Polîsan dest danîn ser 150 pirtûk û hezar û 500 hejmarên rojnameyan. Polîsan piştre jî qilfeya avahiya komeleyê guherandin û nifteya wê dan keyayê taxê.
Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle wiha got: “Ji ber tadîlatê komeleya me bi roj vekirî nebû. Bi şev ser komeleyê de hatiye girtin. Weke Hazîrûn bang li keyayê Taxa Firatê hatiye kirin. Weke rêveberî em nizanin bê çima ser komeleyê de hatiye girtin. Li gorî agahiya li ber destê me, di dema serdegirtinê de di destê polîsan de şemaya rêveberiya komeleyê û navên kesên di rêveberiyê de cih digirin hebû. Di bin şemayê de jî wêneyê jineke derdora 30-35 salî hebû. Gotine ku lêpirsîn têkildarî vê hevala jin de ye û piştre çûne.”
Dîjle, wiha domand: “Têkildarî serdegirtinê tu agahî bi me re nehatine parvekirin. Di dema serdegirtinê de li her devera komeleyê geriyane û bi taybet jî beşa pirtûkxaneyê hatiye belavekirin. Li gor agahiyên me ji hazîrun girtin; di encama serdegirtinê de nêzî 150 pirtûk û hezar û 500 rojname hatine desteserkirin. Em van serdegirtinan şermezar dikin.”