Jinên ku li taxa Arzoxlî li dijî projeya GES’ê nobet digirin, xwestin biçin qada projeye lê ji rastî astengiya leşkeran hatin.
Li ser vê yekê jinan çalakiya rûniştinê lidar xist û dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Sermayeya kujer ji zozanên me here”, “Zevan a me ye û wê ya me bimîne” û “Bêdeng nemîne yan wê dora te were” hatin berzkirin.
Piştî çalakiya rûniştinê, niştecihên taxê vegeriyan konê nobetê.

