Çarşem, 24 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    YRD: Bayram Balci nûnerê têkoşîna heqîqetê ya 35 salan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalmaz: Divê her kes beşdarî Mitînga Azadiyê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bagcilarê tora çeteyan berfireh dibe, gel dilnerihet e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aleksiva: Têkoşîna gelê Kurd bi kêrî gelê Laz jî hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Bayramoglû: Di meseleya Kurd de em li ber qutbûnê nînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo aştiyê îrade divê, ya ku bi aliyê Tirk re nîne ev e!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Pitika li ber du darbestan
Rojava

Pitika li ber du darbestan

Tala pitikeke 7 mehî ye ku ewqasî biçûk e, dayik û bavê wê nikare bê bîra wê. Dayik û bavê wê ji bo nobedê çûn Bendava Tişrînê lê belê di 15'ê Çileyê de hatin qetilkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû yek ji navendên lêgerîna demokrasî, mafên mirovan, wekhevî û azadiyê. Ev xak weke nîşaneya berxwedaneke bi rûmet xwedî girîngiyeke mezin e. Êrîşên li ser Bendava Tişrînê ku 8’ê Kanûna 2024’an destpê kirin û bê navber dewam dikin, hîn jî gefê li qadên jiyanê yên gel dixwin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Çileyê û pê ve ref bi ref berê xwe dan Bendava Tişrînê û dest bi nobedê kirin. Yek ji van çalakgeran jî Hêza Mihemed, yê din jî hevserê wê Ehmed Elî bû.

Hêza Mihemed a 22 salî ji gundê Cindê, Ehmed Elî yê 37 salî jî ji gundê Helincê bû. Di 15’ê Çileyê de di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser Bendava Tişrînê de herdu mirovên wêrek şehîd bûn.

Hêza Mihemed li Desteya Perwerde û Hîndekariyê wezîfedar bû, ji bo gihandina nifşên nû bi berpirsyarî radibû. Bi karê xwe yê pewerdeyê hewl dida hunera lêpirsînê, rexnekirinê û fikrê azad bide zarok û ciwanan.

Ehmed Elî jî piştî ku perwerdeya xwe ya Endezyariya Zîreetê qedand, tecrûbeya xwe xist bin xizmeta şoreşê. Ji bo karibe hilberîna çandiniyê zêde bike, ji bo karibe rewşa aboriyê ya gel baştir bike û berhemdariya xakê hîn zêde bike, bi dilsoziya bi şoreşê re xebitî.

Hêza Mihemed û Ehmed Elî ku sala 2023’an hev nas kirin û biryar dan bi hev re bimeşin, ji çîrokeke eşqê ya ji rêzê wêdetir dixwestin çîrokeke têkoşîna azadî û berxwedana civakî binivîsînin. Li gel jiyana xwe li paşeroja gelên xwe jî fikirîn û ji bo li ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê rabin gaveke bi wêrekî avêtin. Malbatên wan xwestin, herdu hevjîn ne bi hev re lê di demên cuda de biçin, lê belê Hêza û Ehmed ji baweriya bi hev û dilsoziya bi hev re tawîz nedan. Keça xwe Tala radestî xwişka Hêza kirin û berê xwe dan Tişrînê. Zanîbûn ku agirê têkoşînê xaka wan û daxwaza azadiyê ya gelan ronî dikir. Piştî ku çûna Bendava Tişrînê û tevlî çalakiya nobedê bûn, veguherîn nîşaneya dilsoziya xurt a bi lêgerîna edaletê, gelan û xaka xwe.

Tala ku 24’ê Nîsana 2024’an bi hezkirina Hêza Mihemed û Ehmed Elî ji dayik bû, dema ku dayik û bavê wê şehîd bûn hîn 7 mehî bû. Di 15’ê Çileyê de jiyana wê ji nişka ve guherî. Li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê dema ku tevlî merasîma ji bo dayik û bavê xwe bû, Tala nikarîbû girseya li derdora xwe fêhm bikira. Kombûn û giriyê mirovên li dora darbestan kom bûn, tenê hîs dikir. Windahiya malbata xwe tenê bi hestan dikarîbû hîs bikira. Tala hîn pitikeke biçûk bû ku nikarîbû windakirina hezkiriyên xwe fêhm bike. Lê belê wê siberojê xwedî li rûmeta malbata xwe derketibûya, wê bibûya parçeyek ji têkoîn û nirxên wan û sembola vê xakê.

Belê… Tala ya 7 mehî. Tu yê di nava êşê de mezin bibe. Dibe ku haya te ji tiştekî nîne, belê belê tovên berxwedanê wê di dilê te de şîn bibe. Tu yê kujerên dayik û bavê xwe nas bike. Nêrîna te ya li nava darbestên dayik û bavê xwe wê bibe kîn û hêrs. Piştre tu yê berxwedana dayik û bavê xwe ya li Bendava Tişrînê bixwîne. Têkoşîna wan a bi fedakariyeke mezin fêhm bike.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna Tala 12 hezar û 258 zarokên şehîdan hene. Her zarokek şehîdan bûye parçeyek ji berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em ê destketiyên jinan biparêzin’
Nûçeya Pişt re ‘Divê em li ser axa xwe bi çand û nasnameya xwe bijîn’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG’ê gerîlaya şehîd Arîn Êrîş bi bîr anî

Navenda Ragihandin Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BÎM) gerîlaya YJA Starê Arîn Êrîş ku Hezîrana 2019'an di…

Ji aliyê Stêrk TV

Qirkirina Şengalê li Borlänge hat bibîranîn: Ev ferman li dijî me hemûyan e

Qirkirina ku DAİŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê dijî gelê Êzidî pêk anîbû,…

Ji aliyê Stêrk TV

YPS JIN: Me agir berdan otobusa kesekî faşîst

Yekîneya Bersivdanê ya YPS JIN a Şehîd Benda Amed ragihand ku li Stenbolê otobuseke 'kesekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

‘Hêviyê me jiyan û hezkirina ji jiyanê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Komkujiyên Helincê û Kobanê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekarên herêma Cizîrê karnameyên xwe girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê Cizîrê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?