Rayedarên Tirk ragihandin ku hejmara kesên li Hotêla Grandê ya li Navenda Liyanê ya Kartalkaya ya Bolûyê de jiyana xwe ji dest dayin derket 76’an. Hate diyarkirin ku di karesata şewatê de 51 kes birîndar bûne û 9 kes hatine binçavkirin.
Li aliyê din 2’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Bolûyê têkildarî şewatê biryara qedexeya weşanê da.