Şemî, 7 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ekrem Kar piştî 30 salan ji girtîgehê tahliye bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkildarî şewata li Sîteya Rojava ya li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li partiyên siyasî geriyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydar: Ev kar yekalî nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Fransî Badiou ji Rêber Apo re name şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çiya çi dibêjin: Ger PKK şer nekiriba, me îro nedikarî aştiyê nîqaş bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di greva li Îran û Rojhilat de 40 şofêr hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê cejna di bin zexta ambargoyê de: Cihê qedexeyê di mirovahiyê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê Bajarê Amedê yê HEP’ê Vedat Aydin hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana gorên şehîdan hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şîlan Çelîk: Paketa Darazê ya Nû bersivê nade bendewariyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em dixwazin Rêber Apo azad bibe û aştî pêk were’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê: Zextên li ser rojnamevanên jin di meha Gulanê de jî dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB: Em li gel Nevîn Kamîlagaoglû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê mehekê herî kêm 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tenduristiya Zeynep Celaliyan nebaş dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Newaya Jin derket: Deriyê mejiyekî nû vedibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo helbesta ‘Dîrok’ a Alî Haydar Kaytan klîba anîmasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parlamenta Walesê resepsiyona Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler banga tevlîbûnê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Fîman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya 3’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê Rojên Çandên Kurdî ya 2025’an destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Civînên gel ên DEM Partiyê didomin
Kurdistan

Civînên gel ên DEM Partiyê didomin

DEM Partiyê li gelek bajaran “Çalakiyên ji bo aştiya civakî û azadiyê” lidar xist. Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel got, “Gelê Kurd ji 7 heta 70 salî ji Birêz Ocalan bawer dike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Sibat 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wan, Meletî, Îdir û Colemêrgê di çarçoveya “Çalakiyên ji bo aştiya civakî û azadiyê” de bi gel re civiya. Di civînan de li ser peyamên Rêber Apo nîqaş hatin kirin û gel pêşniyarên xwe kir.

WAN

Çalakiya li Wanê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Wanê hat lidarxistin. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz axivî û got: “Gelê Kurd di qonaxeke dîrokî de ye. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê li dilê Kurdan didome. Lewma berxwedan û têkoşîna Kurdan girîng e. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn xwedî alternatîf û paradîgmayê ye. Xwediyê vê paradîgmayê jî birêz Ocalan e. Ev felsefe roj bi roj mezin dibe.”

Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel jî bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û ev tişt anî ziman: “Rojhilata Navîn hêj jî qada sereke ya hevrikiya hêzên kûrewî ye. Bloka bi pêşengtiya DYE’yê ji bo Îsraîlê bike hêzeke sereke û mayinde, di nava tevgerê de ye. Li Rojhilata Navîn şer û krîz kûr dibe û bi şerê Îsraîl-Filistînê, rageşiyê di navbera Îran-Îsraîlê û hevsengiyên nû yên li Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû dibe. Êrişa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê de hevsengiyên li Rojhilata Navîn serûbin kir. Ji vê dîrokê ve Îsraîl ne tenê bi bersivê re bisînor ma, her wiha stratejiya herêmê bi temamî guherand. Tevî DYE û Ingilistanê ji bo bisînorkirina Îranê, ji bo hêza wê ya êrişê ya li herêmê bişikîne, polîtîkayeke sîstematîk meşandin. Qonaxa vê ya din jî dê bibe Iraq ku rageşiyeke bi heman rengî dê biqewime û herî dawî jî gavên li dijî Îranê dê zelal bibin. Pirs, ne ew e bê ka ev pêvajo dê biqewime yan na, pirsa esasî ew bê ka ev pêvajo kengî û dê çawa biqewime.”

Temel, anî ziman ku li Rojhilata Navîn pêvajoyeke mezin a veguherînê heye û wiha got: “Meseleya Kurd a li Tirkiyeyê rê li ber nîqaşên nû vekiriye. Daxuyaniyên Devlet Bahçelî û hevdîtinên bi birêz Ocalan re, ne tenê encama siyaseta navxweyî, her wiha encama geşedanên li herêmê jî ye. Zêdetirî 10 sal in tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan heye. Guherîna vê polîtîkayê, encama têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye. Niha careke din hate dîtin ku dewlet nikare bi polîtîkayên tundiyê û zextan birêve bibe. Ev rewş dike ku îktîdar mecbûr bibe hinek gavan biavêje. Ya girîng ew e bê ka pêvajo dê çawa teşe bigire. Heke hevdîtinên bi birêz Ocalan re veguherin pêvajoyeke muzakereyan, heke daxwazeke wiha hebe, divê ev pêvajoyeke zelal be û derdorên civakî jî tevlî bibin. Birêz Ocalan dixwaze ev hevdîtin li Meclisê bên domandin û yekser bi partiyên siyasî re were axaftin. Ev pêşniyar, ji bo pêvajo bi tendurist bidome pir girîng e. Êdî dema wê ye ku Tirkiye bi meseleyên xwe yên esasî re hevrû bibe. Di serî de meseleya Kurd, pêkan e ku çareseriyeke demokratîk a azadiya gelan, baweriyan û jinan esas digire çêbibe. Rêya vê jî mîna birêz Ocalan got, divê ji zemîna tundî û pevçûnan derbasî zemîna diyalog, muzakere û siyaseta demokratîk bibin.”

Temel, axaftina xwe wiha domand: “Hinek derdor û nivîskarên li Tirkiyeyê bi zanebûn rastiya birêz Ocalan di çarçoveya çek û tundiyê de digirin dest. Weke ku tekane rol û muxatabiya birêz Ocalan ev be. Ev ne nirxandineke rast e. Nirxandineke pir kêm e. Birêz Ocalan, rexneyên pir dilwêrek li feraseta îktîdarê ya dewletperest a klasîk û li reel sosyalîzmê kiriye û li dijî vê teoriyeke civakî pêşniyar kiriye. Pêşengek e. Civaka demokratîk weke modêleke wekheviyê pênase kiriye û ev fikr di nava gelê Kurd de hate qebûlkirin. Bi rêya pirtûk û fikrên xwe çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn nîşan daye. Birêz Ocalan 26 sal in girtî ye û li giravekê di tecrîdê de ye lê dîsa jî tu caran ji gotina xwe nehat xwarê û pêşniyarên çareseriyê yên nûjen kir.

Niha jî ji bo azadiya gelê Kurd û gelên binpdest projeyeke çareseriyê pêş dixe. Bi vê modêlê re tola gelên bindest ji pergala kapîtalîst distîne. Ya girîng û sereke jî, gavê îktîdar û dewlet dê biavêje ye. Di vê mijarê de helwest û bizava hêzên demokratîk, siyasî û civakî girîng e. Ji 7 salî heta 70’ê salî gelê Kurd bi birêz Ocalan bawer e û li pişt îradeya çareseriyê ye. Ev, di heman demê de pêvajoyeke têkoşînê ye.”

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.

MELETÎ

Rêxistina DEM Partiyê ya Meletiyê jî bi gel re civîn li dar xist. Civîn, di bin konteynira ku weke avahiya rêxistina bajar tê bikaranîn de hat lidarxistin. Endama MYK’a DEM Partiyê Hamîde Yuksel, endama PM’ê Sabuha Akdag, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî tevlî bûn.  

Li eywana civînê pankarta “Bi civaka rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve” hat daliqandin. Ji ewil deqeyek rêz hate kirin û piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Meletiyê Ahmet Ercan axivî. Ercan, got ku ji bo civakîbûna aştiyê ev hevdîtin girîng in.

Civîn, bi nirxandinên têkildarî pêvajoya siyasî, pêşniyarên beşdaran û rexneyên wan bi dawî bû.

ÎDIR

Li Eywana Konferansan a li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Îdirê jî civîn hat lidarxistin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê Şîrvan Goçer, endamê MYK’a DEM Partiyê Necmettîn Basçi, Hevşaredarên Îdirê, endamên meclisa şaredariyê û gelek kes tevlî bûn. Li eywanê pankarta “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” hat daliqandin.  

Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û wiha got: “Birêz Ocalan di hevdîtinan de bi eşkereyî got ku heke şert û merc bên avakirin, dikare pirsgirêka Kurd ji zemîna tundî û pevçûnan derbasî zemîna hiqûqî bike. Got ku xwedî vê hêza teorîk û pratîk e. Em dizanin ku mesele ne tenê bi AKP û MHP’ê, bi beşdariya hemû partiyên siyasî yên li Meclisê û tevlibûneke berfireh a civakî dikare rast û mayinde were çareserkirin. Li pêşiya me salvegera komploya navneteweyî heye. Ji bo azadiya birêz Ocalan divê em tevek bi hev re bixebitin.”

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.

COLEMÊRG

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî li eywaneke dawetan civîn hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û gelek kes tevlî bûn. Di civînê de dîwan hate hilbijartin û piştre jî deqeyek rêz hate girtin.

Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn têkildarî pêvajoyê axivî û got ku ji bo avêtina gavên şênber dê têkoşîna wan bidome.

Hevdîtin, piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî domiya.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şervanê QSD’ê Aram Hesekê hat veşartin
Nûçeya Pişt re Çîn, Kanada û Meksîka, wê bersiva şerê bazirganiyê yê Trump bidin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hejmara destpêkê ya kovara ‘El Oma El Dimoqratiye’ hate weşandin

Hejmara destpêkê ya kovara 'El Oma El Dimoqratiye' li Qahîreyê hate weşandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Polîsên TEM’ê bi ser Girtîgeha Karabuk de girtin: Înfaza girtiyan tê şewitandin

LI Girtîgeya Tîpa T a Karabukê, ji aliyê Desteya Çavdêriyê ve bi ferzkirina “poşmantiyê” tevî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Miksê serlêdana li dijî desteserkirina şaredariyê

Şaxê Wanê yê OHD'ê ji bo betalkirina biryara desteserkirina Şaredariya Miksê serî li Dadgeha Îdare…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çiya çi dibêjin: Ger PKK şer nekiriba, me îro nedikarî aştiyê nîqaş bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di greva li Îran û Rojhilat de 40 şofêr hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ekrem Kar piştî 30 salan ji girtîgehê tahliye bû

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Îran ji ber nukleerê Ewropayê hişyar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?