Duşem, 24 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Gelê Kurdistanê di her şert û mercî de xwedî li şehîdên xwe derketiye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran wê pêkanînê li keştiyên li gorî rêgehê tevnegerin, ferz bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êşa me giran e, lê em bi hêvî ne û serbilind in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolîn derbarê êrîşa li ser karkerên Kurd hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di taziyeya Parka Koşuyoluyê de xemgînî û têkoşîn di nava hev de bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî sererastkirina yasaya Rizgarbûyên Êzidî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arkaş: Ger îro li Îmraliyê hatibe danîn, ev bi saya ciwanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel bi dirûşmeyan çû qada bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin bîranîn: Em ê şopdarê şehîdên xwe bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Îrmez: Li Çiyayê Gabarê xweza tê talankirin
Civak & Ekolojî

Îrmez: Li Çiyayê Gabarê xweza tê talankirin

Li Gabarê di bin navê lêgerîna li petrolê de xweza tê talankirin. Parlamenter Zekî Îrmez got, petrola ji Gabarê tê derxistin tenê bersivê dide tenê ji sedî yek ê pêwîstiya Tirkiyeyê, lê li gel vê yekê jî xisareke mezin li xwezayê tê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Lêgerîna li petrolê ya li Çiyayê Gabarê ku di sala 2021’ê de ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve weke mizgîniyekê hate ragihandin, her roj hîn bêhtir xwezayê talan dike. Li herêmê dînamît têne teqandin û bi dehan dar têne birîn. Ev herêma ku timî weke ‘herêma ewlekariya taybet’ tê ragihandin li çûn û hatina sivîlan hatiye qedexekirin.

Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku li Kurdistanê talankirina xwezayê xwe dispêre hiqûqa mêtingeriyê û ji salên 1990’î û vir ve bi rêk û pêk tê kirin.

Îrmez anî ziman ku ev rewş bi AKP’ê re derbasî qonaxeke cuda bû û got, “Di salên 1990’î de ji ber polîtîkayên ewlekariyê bi hezaran gund hatin valakirin. Li gel vê yekê wê demê mehên havînê daristan bêperwa dihatin şewitandin. Ev rewş bi desthilatdariya AKP’ê re derbasî qonaxeke nû bû. Berê daristan dihatin şewitandin, ew herêmên ku mirovên me jê hatin koçberkirin bêmirov dihatin hiştin.”

Îrmez diyar kir ku bi desthilatdariya AKP’ê re bi taybetî ji sala 2018’an û pê ve li Botanê qirkirin û talaneke cidî ya ekolojîk heye û got, “Birîndara daran li her derê belav bûye. Li Botanê ji sedî 48 ê herêmê daristan bû, ev herêm bi sala 2018’an re daket ji sedî 35’an. Ev hemû jî bi destê cerdevanan têne kirin. Midûriyetên Herêmê yên Daristanê li gorî xwe mewzûatek çêkiriye. Dema ku mirov serî lê didin, dibêjin li gorî vê mewzûatê li qadên daristanî karê nûkirinê tê kirin. Lê em dibînin ku ev yek bi temamî pêwendiya xwe bi ewlekariyê re heye. Ji ber ku em li qadê ne em vê yekê yekser dibînin. Li her devera ku dikevin nav, daran hemÛyan talan dikin, dibirin. Her wiha ev der veguheriye qada rantê.”

Îrmez ragihand ku ji ber santralên termîk ên li herêmê gelek dar hatine birîn, ji bo komirê jî Çiyayê Cûdî hatiye qulkirin û got, “Li Şirnexê çavkaniyên lînyîtê jî hene. Ji ber vê yekê jî Cûdî û derdora wê bi rengekî cidî tê talankirin, komkujî û qirkirina ekolojîk heye. Bêyî ku guh bidin qanûneke madenê talan dikin. Aliyê Silopiyayê yê Çiyayê Cûdî, li cihê ku em jê re Herbol dibêjin û derdora bajarokê Gorumluyê santraleke termîkê heye. Ji bo komirê bigihînin santrala termîkê çiya bi dînamîtan tê teqandin. Komira li wê derê tê derxistin û derbasî santrala termîkê tê kirin. Ne şaş bim divê rojane çar ton komir derbasî santrala termîkê bê kirin. Bêguman çar ton kêm nîne û ji bo ev yek pêk were divê li her derê ocax bêne avakirin. Dema ku ev tê kirin qadên daristanî bi temamî têne talankirin. Niha Cûdî hatiye qulkirin.”

Îrmez anî ziman ku ji bo şîrketên lêgerîna li petrolê karibin bi rengekî bêhiqûqî kar bikin 15 rojan carekê qedexe tê ragihandin û got, “Ji sala 2021’ê û vir ve şîrketên lêgerîna li petrolê li çiyayê Gabarê dixebitin. Em nikarin xwe bigihînin van herêman. Li gorî daneyên wezaretê bi qasî 500 kîlometreyî rê hatiye çêkirin. Bêguman dema ku ev tê kirin darên li derdorê têne birîn. Li gel vê yekê di çarçoveya polîtîkayên ewlekariyê de ji bo karibe rantê bidin cerdevanan hemû dar têne birîn.”

Parlamenter Îrmez bi bîr xist ku walî her 15 rojan carekê qedexeyê, herêmên ewlekariya taybet radigihîne û got, “Ev rewş tenê li Şirnexê heye. Ji bo mirov nikaribin biçin bexçeyê xwe, koçer nikaribin biçin zozanan û bêhiqûqî li wir dewam bike, vê yekê dikin. Ji bo şîrketên lêgerînê karibin li gorî xwe tevbigerin ekolojî tê talankirin. Li gel vê yekê qala operasyonan tê kirin. Tê gotin, rojê 76 hezar warîl petrol tê derxistin. Ev yek tê wateya ji sedî yek ê pêwîstiya Tirkiyeyê. Ji bo Tirkiyeyê normal rojane milyonek warîl divê. Lê belê li gel vê yekê jî talaneke cidî heye.”

Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku li herêmê qirkirineke cidî ya ekolojiyê heye û ji bo dawî li vê yekê bê anîn divê raya giştî ya berfireh bê afirandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karayilan: Rêber Apo dixwaze ‘Roja Reş’ bike roja azadiyê
Nûçeya Pişt re ‘Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava pratîka hilweşîner a topyekûn e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hikumeta Veguhêz rêya Heleb-Dêr Hafirê jinûve girt

Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê rêya Heleb-Dêr Hafirê ku doh vekiribû, careke din girt.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbol, Aydin û Erziromê meş: Ne ji bo şer, ji bo kedkaran budçe

DEM Partî li dijî budceya navendî ya 2026’an bi daxwaza edaletê ji çar aliyan ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Semsûrê jinek hate qetilkirin

Li Semsûrê jinek ciwan ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Gelê Kurdistanê di her şert û mercî de xwedî li şehîdên xwe derketiye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îran wê pêkanînê li keştiyên li gorî rêgehê tevnegerin, ferz bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lêkolîn derbarê êrîşa li ser karkerên Kurd hat destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bertek nîşanî sererastkirina yasaya Rizgarbûyên Êzidî dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?