Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Temellî: Ji bo demokratîkbûna komarê divê gav bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çiyayê Şengalê wê di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de bi hevparî were parastin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Astengkirina tehliyeya Nedîme Yaklav hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED TUHAD-FED û EGE TUHAYDER: Divê girtiyên nexweş bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopê ji bo şehîdan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YBŞ: Serketina peymanê girêdayî parastina mafên Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Star û HPG’ê: Bêrîtan sembola artêşbûna jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ/YJŞ wê li Şengalê daxuyanî bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikumetê -I

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bakirhan: Ev gel wê ti carî we weke îradeya xwe nebîne
Kurdistan

Bakirhan: Ev gel wê ti carî we weke îradeya xwe nebîne

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî desteserkirina îradeya li Wanê da û got, "Bila desthilatdarî vê ferasetê êdî biterikîne. Hûn pêncî carî jî qeyûm tayîn bikin jî ev gel wê we li vir nehêle, wê we weke îradeya xwe nebîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Sibat 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Piştî ku cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate birîn, Wezareta Karên Hundir waliyê mêtingeriyê yê li Wanê Ozan Balci weke qeyûm li şaredariyê danî. Bû cara sêyeymîn ku qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate danîn. Waliyên ku heta niha hatin danîn li pey xwe deynekî mezin hişt û karên ne li rê kirin, bi vî rengî hatin bîranîn.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li ser tayînkirina qeyûman ji ANF’ê re axivî û got, “Tirkiye welatekî bi vî rengî ye. Rojeva welêt nîqaşkirina pirsgirêkekê ye ku sed sal in dewam dike, nêzî 40 sal in jî dibe sedema rizandin û hilweşîna aborî û enerjiya vî welatî. Cara yekemîn e ku ji bo çareseriya meseleya Kurd firsendeke dîrokî heye. Birêz Ocalan hewl dide rêyeke dîrokî biafirîne. Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku herî zêde desthilatdariyê eleqedar dike, herî zêde divê ew bibin aliyek û li ser aştiyê biaxive, qeyûm datîne ser şaredariyên me, deste datîne ser îradeya gel.

Ev yek nîşan dide bê desthilatdarî çiqasî ji dil e. Em bi desthilatdariyeke ne ji dil re rû bi rû ne. Kar û kiryarên vê desthilatedariyê hîn ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve baş nehatiye fêhmkirin. Bi rastî jî aştiya civakî dixwazin? Naxwazin? Zehmet e ku bê fêhmkirin. Gava mirov bala xwe didin ser pratîka desthilatdariyê, dibîne ku ew mejiyê tekperest, înkarê dewam dike. Vî mejî Tirkiye ber bi kendêl ve dehf daye; hem li hundir hem jî li derve qîmetê Tirkiyeyê têk biriye, tine kiriye.”

‘GELÊ KURD MEJIYÊ WE QEBÛL NAKE’

Bakirhan bal kişand ser hevdîtinên bi Rêber Apo re û got, “Niha li cîhanê gelek welat hene ku dixwazin meseleya Kurd bi rengekî demokratîk çareser bibe, Kurd li Tirkiyeyê bibin xwedî mafên xwe yên demokratîk û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî xwedî statuyekê be. Cara yekê ye ku raya giştî ya neteweyî û navneteweyî dixwaaze ev mesele bi rêyên demokratîk çareser bibe. Cara yekê ye ku bala raya giştî ya Tirkiyeyê li banga Birêz Ocalan e, hêviyê destpê kiriye. Lê belê em bi mejiyekî welê re rû bi rû ne ku dixwaze vê yekê têk bibe, aştiya civakî asateng bike. Ev mejî di rêyeke şaş de ye. Rêya ku ev mejî tê de ye ne ti rê ye. Cihê ku ev rê bigihêjê jî tenê rageşî ye; tê wateya ketina nava kaosê ya bi salan.

Em bang li desthilatdariyê dikin ku bi aqlê selîm, bi mirovane û wijdanî tevbigere. Ma dibe ku îradeya gel sê caran bê dizîn, bê desteserkirin? Tu sê caran têk çû, ji 14’an 14 winda kiriye. Wê demê ev mirov nêzîkatiya te ya li meseleya Kurd qebûl nakin. Qeyûmên ku te du serdeman tayîn kiriye qebûl nake, xisara ji ber qeyûman bi xwe dîtiye, hîs kiriye û li gel vê yekê careke din xwedî li îradeya xwe derketiye. Li şûna ku dersê ji vê werbigire, ev desthilatdarî dersê jê wernagire.

Birêz Ocalan bi rengekî ji dil, bi nêteke baş, bi hestên şoreşgerî dixwaze ji zemîna çek û şer derbasî zemîna siyasî bibe. Birêz Ocalan ji bo vê di nava hewldan û karekî berfireh de ye. Bawer bikin, me li 41 bajaran civîn lidar xistin. Li her devera ku em jê derbas bûn, hêvî û bendewariyeke gelekî mezin heye. Girîngiyê didin banga Birêz Ocalan. Ji ber vê jî em bang li desthilatdariyê dikin ku guh bidin gel û civakê, bi vê pêvajoyê re be, piştgiriyê bide vê pêvajoyê, ji bo ev firsend baş bê nirxandin dijminatiyê li Kurdan neke. Ji ber vê yekê em li Wanê ne.”

‘XELKÊ WANÊ BERXWEDANEKE MEZIN DIKE’

Bakirhan destnîşan kir ku xelkê Wanê li hemberî desteserkirina şaredarî û îradeyê berxwedaneke mezin dike û got, “Li Wanê beriya ku qeyûm bê tayînkirin, xelkê Wanê xwedî li îradeya xwe ya xwecihî derdikeve. Ji çar aliyên Tirkiyeyê bi deh hezaran endamên hêzên ewlekariyê xistine navenda Wanê. Hema bibêjin hemû kolan, tax hatine girtin. Êşkenceyeke giran heye. Êrîş û zexteke gelekî giran heye; li hemberî parlamenteran, hevşaredaran, rêveberên me, gel, zarok, ciwan û jinan. Bi tundiyeke ewçend giran hewl didin mirovan bi zorê bêdeng bikin.

Bila desthilatdarî vê ferasetê êdî biterikîne. Hûn pêncî carî jî qeyûm li Wanê tayîn bikin, bawer bikin ev gel wê we li vê derê nehêle, wê we hilnebijêre, wê we weke îradeya xwe nebîne. Wan baş zane bê kî li dijî Kurdan e, kî li dijî mafên demokratîk ên Kurdan e. Lewma ez bang li desthilatdariyê dikim ku vê firsenda Birêz Ocalan baş binirxîne, vê pirsgirêka ku li Tirkiyeyê her tiştî dimête derbasî ser zemîneke demokratîk bike, bi rêya diyalog û danûstandinan çareser bike. Rêyeke din nîne. Ya em ê bi kaos û krîzê di nava rageşî û şerê li Rojhilata Navîn de bi fikaran bijîn, ya jî em ê aştiya civakî pêk bînin û Tirkiyeyê bikin modeleke demokratîk li Rojhilata Navîn. Yê ku biryardarê li ser vê yekê bide desthilatdarî bi xwe ye. Kurd û dostên wan di vê mijarê de ji dil in.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ayşegul Dogan: Name gihîştiye Qendîl, Ewropa û Rêveberiya Xweser 
Nûçeya Pişt re QSD: Di nava 24 saetan de 3 çete hatin kuştin, wesayitek hate îmhakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Kobanê: Çawa ku Kobanê bi pêşengtiya jinan bi ser ket wê Şêxmeqsûd jî bi ser bikeve

Bi sedan jinên ji Kantona Firatê ji bo berxwedana her du taxên Kurdan Şêxmeqsûd û…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan li Stenbolê pirsîn: Narîn Guran li ku derê ye?

Jin Bihevre Xurtin (KBG) ji bo aqûbeta Narîn Guran ç 8 salî ku 18 roj…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji çîrokên dapîra xwe du berhemên bi wate amade kir

Zîlan Hemo nivîsandina çîrokên dapîra xwe li ser xwe weke erkekê dît û du berhem…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YBŞ: Serketina peymanê girêdayî parastina mafên Êzidiyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên YJA Star û HPG’ê: Bêrîtan sembola artêşbûna jinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YBŞ/YJŞ wê li Şengalê daxuyanî bide

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikumetê -I

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?