Dîyarkirina rastîyek kûrahîya dîrokî hewce dike. Diyarkirin, pênasekirin, binavkirin gava yekem a vîna têgihiştinê ye. Pirsgirêka azadiyê, ji vê helwesta bîrdozî, weke têgîneke ser-îdeolojîk nikare bê nirxandin. Têgihiştina azadiyê ya dîrokî, çandî, lê ji rewşa heyî qutbûyî jî, mirov bi temenê hebûna xwe re sînordar dike. Hebûna mirov bi hêza hafizeya civakî, ku karibe şopekê li dîrokê bihêle, biguhere û her ku diguhere dikare biguherîne, hebûna mirov ancax bi hişmendiyeke rast a azadiyê dikare wateyekê bi dest bixe. Bêdawîkirina vê lêgerînê bi alîkarîkirina rê û bêsînorkirina utopyayê mimkûn e. Asta ku em tê de ‘tiştekî’ pênase dikin, asta me ya têgihiştinê ya ku rasterast bi naskirinê ve girêdayî ye jî eşkere dike. Ramana metafizîkî û afirandina kûrahî û cihêrengiya semantîk ji bo mirovan taybet e. Ev kûrahî û cihêrengî bi awayekî xwezayî ji bîrdozîyê çavkanîya xwe digre. Nirxandina bîrdozîyê bêyî ku li ser amûrên çandî, hawîrdorî û dîrokî were berçavgirtin, nexweşiyek pozîtîvîzma klasîk e. Di wateya xwe ya rastîn de bîrdozjî rewşa gihîştina bi tevahî wateyan e. Ji ber vê yekê, şeklê têgihiştinê ku ji bîrdozî û hebûna çandî qut be, nayê fikirîn. Bi kurtî, naskirin, danasîn û têgihiştin rasterast bi rewşa çandî ya hebûnê ve girêdayî ye.
Dema ku em Kurd hewl didin li ser bingeheke exlaqî û polîtîk avahiya xwe ya civakî ji nû ve ava bikin, di heman demê de hewl didin têgihiştin û sazîkirina edaletê ku bi vê modela civakî re lihevhatî pêş bixin. Çawa ku feraseta edaletê ya ku bi civaka dewletparêz, otorîter, çînayetî serdest bûye, ji aliyê bindestan û kesên di bin neheqiyê de her tim weke hinceteke têkoşînê tê bikaranîn; Ji bo xwe di hemû sîstemên serdest, kolonyal de meşrû bikin, bi awayekî berfireh bikar anîne. Hatiye asteke wisa ku yên îro neheqiyên herî mezin dikin, qet dev ji gotina edaletê bernadin. Ev qirêjiya agahdariyê ya tund diafirîne. Ji ber vê yekê, ji bo ku têgihiştinek rast a edaletê pêş bikeve, divê pêşî li vê mijarê nêrînek rast hebe.
Di dîrokê de li hemberî civaka Kurd gelek komplo hatin kirin. Pîvanên arasteyê ku ji berê heta niha hebûne, ji bilî kurdan bandor li ser gelek nijadên din kiriye. Gelên ku bi sedsalan li Rojhilata Navîn bi hev re jiyane, xwe li ser sînor û netewe dewletan de hiştine û parçebûne. Ya rastî dema ku em lê dinêrin, em dibînin ku komploya herî kûr ji vir dest pê dike. Komploya herî mezin a dîrokî bi danîna sînoran di navbera gelan de dest pê kir. Bi kurtasî, di pîvana ‘dîroka komployan’ de, xisara herî mezin li gel nakokiya ku di nava me de hatiye çandin kiriye.
Rêber Apo bi berxwedana mezin a ku di pêvajoya Îmraliyê de nîşan da, ji gelek aliyan ve komplo pûç kir. Ew van hemû nirxên dîrokî bi nirxên serdemê re kir yek, ruh û cewhera azadiyê van xakan ji nûve zindî kir. Hemû tarîtîyên kû di mêjîyan de hebû parçekir û bi ronahîya xwe ji nûve hêvî ava kir. Hemû sînorên dil û mejî li ber heqîqetê bêwate man. Her dilsozekî azadîyê gihand wê hêzê kû hemû sînoran têk bibin. Di meha sibata kû wek çarenûs bû xefikên li ser Kurd û gelên din hebû parçe kir. Gotina Rêber Apo ya di vê mijarê de “Azadî armanca gerdûnê ye” dide xuyakirin ku em bi çiqas bi rastiyeke kûr dimeşin. Li vir behsa şirovekirina hebûnê tê kirin. Pir girîng e ku mirov bi kûrahiya zanistî û hûrgelên hunerî taybetmendiyên vê dema dîrokî fem bike û bide fem krin. Wekî din, ev tê wateya koletî an sextekariyek azadîxwaz a ferdî an jî ji dogmatîzma bêrûmet.
Destana berxwedanê li ser axa Mezopotamyayê, li lûtkeyên Zagros û Torosê ku xwedawend lê desthilatdar in, ji nû ve tê nivîsandin. Di mejiyê gelê herî qedîm ê Mezopotamyayê de, ku çandeke bi qasî derketina rojê û şînbûna genimê berxwedêr dijiyan, berxwedana dîrokê ji nû ve zindî dibe. Bîranîna gelên jibîrkirî û ji nedîtî ve tê li ser rêya rojê pirekê ji berxwedanê ber bi azadiyê ve ava dike.