Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DFG: Di meha Sibatê de rojnamevanek hate qetilkirin, 8 hatin girtin
Rojane

DFG: Di meha Sibatê de rojnamevanek hate qetilkirin, 8 hatin girtin

DFG’ê rapora têkildarî binpêkirinên mafên rojnamevanan weşand. Di raporê de hate diyarkirin ku di nava mehekê de rojnamevanek hate qetilkirin û 8 jî hatin girtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya binpêkirnên mafên Rojnamevanan a meha Sibatê eşkere kir. Li gorî rapora li ser malpera înternetê ya komeleyê hatiye parvekirin, di meha Sibatê de jî binpêkirinên mafan ên li dijî Rojnamevanan domiyan.

 Li gorî raporê:

– Rojnamevanek hate girtin.

– Bi ser mala 7 rojnamevanan de hate girtin.

– 18 rojnamevan hatin binçavkirin, ji van 8 hatin girtin.

– Muameleya xirab li 8 rojnamevanan hate kirin, gef li 3 rojnamevanan hate xwarin.

– Şopandina nûçeyê ya 8 rojnamevanan hate astengkirin.

– Derbarê 8 rojnamevanan de lêpirsîn, derbarê 8 rojnamevanan de doz hate vekirin.

– Li 4 rojnamevanan bi giştî 4 sal û 11 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

– Di 26 dosyayan de darizandina 30 rojnamevanan didome.

– Di dawiya meha Sibatê de hejmara rojnamevanên girtî, derket 42’yan.

ZEXT Û ŞÎDET

Di hefteya ewil a meha Sibatê de nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Bûrsa Mûxalîfê Ozan Kaplanoglû û Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hatin binçavkirin û girtin. Bi taybetî bi ser mala hempîşeya me Oznûr Deger a bi malbata xwe re dijiya de hate girtin û tundî lê hate kirin. Tundiya li dijî Oznûr Degerê tene bi serdegirtina malê bisînor nema, li nexweşxaneya birinê jî berdewam kir û bi awayekî keyfî rapora derbê nedanê. Herî dawî hempîşeya me bêyî ku malbat û parêzerên wê bên agahdarkirin sirgunî Girtîgeha Erzîncanê hate kirin.

Polîsan di sibeya 15’ê Sibatê de bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku li dijî hewldayîna tayînkirina qeyûm nobet lê dihate girtin de girtin. Di êrişê de polîsan di dema serdegirtinê de nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş, Rojnamevan Medîne Mamedoglû, Rûşen Takva û Behçet Bayhan ku nobet dişopandin binçav kirin. Rojnamevanên di bin çavan de hatin derbkirin bi piştê ve hatin kelemçekirin. Dîsa di operasyona li dijî HDK’ê de Rojnamevan Elîf Akgul, Yildiz Tar, Ercument Akdenîz, Saîme Ogûzhan û Rojnamevan-nivîskar Ender Îmrek bi serdegirtina malên wan hatin binçavkirin. Ji van 4 Rojnamevan hatin girtin û cezayê hefsa malê li Ender Îmrek hate birîn.

Di êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de careke din Rojnamevan hedef hatin girtin. Di êrişa 15’ê Sibatê li dijî herêma Tişrînê hate lidarxistin de Rojnamevan Egîd Roj hate qetilkirin. Di şeş mehên dawî de di êrişên dewleta tirk de 6 Rojnamevanan jiyana xwe ji dest da.

DOZÊN ROJNAMEVANAN

Mesaiyên Rojnamevanan ên edliyeyê di meha Sibatê de jî berdewam kirin. Ji 8 Rojnamevanan re lêpirsîn hate destpêkirin û lêpirsîna 8 Rojnamevanan veguherî dozê. Di meha Sibatê ku darizandina 26 Rojnamevanan berdewam kir de di van darizandinan de li 4 Rojnamevanan bi komî 4 sal û 11 meh cezayê hefsê û 127 hezar lire cezayê pereyî hate birîn.

SANSUR

Pêdivî ye ku mirov bi taybetî behsa sansura di nav binpêkirinên mafan ên di meha Sibatê de ye bike. Sansûr li Tirkiyeyê her ku diçe ji amûra zextan derdikeve û bûye weke rejîmekê. Di meha Sibatê de bi dehan hesabên Rojnamevan û saziyên çapemeniyê bi awayekî bêhiqûqî hatin astengkirin. Bi giliya Fermandariyên Cendermeyan ên Bajaran ku tu rayeya wan nîne gelek hesab bi binpêkirina rêgezên hiqûqê yên navnetewî hatin girtin. Platforma Xyê jî li dijî vê bêhiqûqiyê serî tewand û bû amûreke vê sansurê. Di meha Sibatê de gelek ji wan yên Rojnamevanan 309 hesab ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Parvekirina 26 nûçeyan jî hate astengkirin.

Di 5’ê Sibatê de bi daxwaza Midûriyeta Giştî ya Polîsan a girêdayî Wezareta Karên Hundir 126 hesabên X’ê û 14 parvekirin ji xwegihandinê re hatin astengkirin. 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlh a Wanê 90, 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Sûlh a Semsûrê li ser daxwaza Fermandariya Cendermeyan a Semsûrê 21 malperên înternetê û xwegihandina hesabên medyaya dîjîtal ji xwegihandinê re astengkirin.

Di nava hesabên ku hatin astengkirin de hesaba Arti Gerçekê ya X’ê ku 366 hezar şopînerên wê hebûn, hesaba kurdî ya JINNEWS’ê, hesaba Youtubeyê ya Rojnameya Yenî Yaşamê, hesaba ETHA’yê û hesabên Rojnamevanên weke Yavûz Baydar, Hayko Bagdat, Abdûrrahman Gok, Fehîm Işik jî hebûn. Hesaba Youtubeyê ya Rojnamevan Abdûrrahman Gok ku tenê bi motora xwe Vlog dikişandin jî li Tirkiyeyê hate girtin. Ev yek bi awayekî şênber nîşan dide ku li dijî Rojnamevanan sansureke çawa heye.  

Di meha Sibatê de Ajansa Mezopotamyayê, servîsa Kurdî ya Dengê Amerîkayê, kovara Ozgur Gelecekê jî di nav de 6 malperên înternetê ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Her wiha cezayên RTUK’ê di vê mehê de jî berdewam kirin. RTUK’ê ji 19 bernameyan re ji sedî 3 cezayê îdarî yê pereyan birî. Li aliyê din dozgeriyê di lêpirsîna Parka Geziyê de dest bi lêkolîna medyayê jî kir. RTUK a ku ji dozgeriyê re nivîs nivîsand, xwest ku qeydên weşanê yên saziyên medyayên ku di dema bûyerên Parka Geziyê yên beriya 12 salan pêk hatin de weşanên propaganda di nav de hene ji dosyaya lêpirsînê re bên şandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di meha Sibatê de 121 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Nûçeya Pişt re YPC’ê biryara ‘bêçalakîtiyê’ girt
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kovara HUNER’ê dest bi weşanê kir

Kovara HUNER’ê dest bi weşanê kir. HUNER a ku ji aliyê TEV-ÇAND Ewropa ve hatî…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Şehbaz ji hêla Iraqê ve hatiye girtin

Hevserokê Meclisa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê Ehmed Şehbaz û ajokarê bi navê Gabar Nas…

Ji aliyê Stêrk TV

YNK: Em biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê red dikin

YNK’ê ragihand ku ew biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê red dikin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?