Rojnamevan Ferda Çetîn têkildarî vê pêvajoyê ku weke pêvajoyeke nû tê pênasekirin ji ANF’ê re axivî û got, “Tevgera PKK’ê li cihê asêmayî, li cihê xitimandî destpê kir. Yanî Serok Apo li cihê ku siyaset lê xitimî destwerdan kir. Hemû guhertinên stratejîk ên di salên 1999 û 2000’î de hatin kirin bi vî rengî ne. Beriya wê jî bangên ji bo agirbestê û bangên lêgerîna li muxatab ji ber rewşa xitimandî bûn. Banga îro jî bi heman rengî ye. Serok Apo û PKK her tim xwe nû dikin, xwe diguherînin. Tevgereke welê ye ku dest li rawestandinê werdidin. Ev rewş ne rewşeke nû ye ku tenê sala 2024’an pêk hatiye. Em vê yekê dikarin weke refleks, weke rêbaza kar a PKK’ê pênase bikin. Jê re rêbaza siyasetê ya Serok Apo dikare bê gotin. Yanî rewşeke asêmayî, rewşeke xitimandî heye.
Li gel ku hemû hêz û potansiyel hate bikaranîn jî şer bi ser neket, nekarî encamê bi dest bixe. Yanî ne Kurd, gelê Kurd hate asîmîlekirin û înkarkirin, ne jî hate qirkirin. Ji ber vê dewletê gelek caran hewl da qir bike. Û komkujiyên mezin hatin kirin. Bi têkoşîna Kurdan re, bi têkoşîna PKK’ê ya 50 salên dawî re, bi têkoşîna gerîla re polîtîkaya tundî, koçberkirina bi zorê, asîmîlasyon û înkarê ya dewletê bi ser neket. Lê belê bi têkoşîna gerîla, bi têkoşîna çekdarî re jî polîtîkaya dewletê neguherî yan jî nehate guhertin.
Şer tê wê wateyê ku siyaset bi amûrên cuda bê meşandin, yan jî bi rêbazeke cuda bê meşandin. PKK jî bi vî rengî lê dinihêre û ji ber pêwîstiyekê şer destpê kir. Yanî armanc nîne; amûrek e, rê û rêbazeke, rêbazeke têkoşînê ye. Ji ber vê yekê şaş e ku weke destpêkek yan jî dawiyê bê nirxandin.”
Ferda Çetîn anî ziman ku destberdana ji têkoşîna çekdarî, destpêkirina têkoşîna hiqûqî û demokrasiyê ya li şûna têkoşîna çekdarî tê wê wateyê ku civak hîn bêhtir tevlî bibe, bi berpirsyariyên têkoşînê rabin.
Li ser destketiyên guherîna demokratîk a ku Rêber Apo balê dikişîne ser jî Ferda Çetîn nirxandineke bi vî rengî kir:
“Tundî tê wateya mirina mirovan, birîndarbûn, girtin, zêdebûna hejmara gardiyan, polîs û leşkeran… Dîmenê wê bi xwe jî tirsnak e. Tabloyeke hovane ye. Li vî welatî girtîgeh, gardiyan, şehîd, mirin û mexdûrên ji ber şer gelekî zêde ne. Ev yek wê nebe. Gelo ji vê mezintir destketiyek heye? Yan jî wê leşker, leşkerên ji bo pereyan şer dikin, leşkerên bi peyman nebin. Dema ku kurê we mir wê bi rengekî veşartî neyê veşartin; wê peymanên welê nebin ku tê de dibêjin, ‘eger hûn merasîmê çêbikin hûn ê nikaribin maeş bistînin’. Ev hemû mekanîzmanên rizandina civakê ne. Berpirsyariyên wijdanî, mirovî û exlaqî yên ku bi şer hatine qirêjkirin û dejenerekirin wê êdî bi civakê re bibin yek.”
Ferda Çetîn diyar kir ku şer cinawirek e, cinawirekî ku çavkaniyên aborî, çavkaniyên mirovî, çavkaniyên madî diçikîne û destnîşan kir ku heta ev cinawir hebe wê bêhn neyê ber gel.
Têkildarî metna banga dîrokî ya Rêber Apo jî Ferda Çetîn got, “Ev metna bangê metneke danûstandinê nîne. Metneke ji peymaneke veşartî yan jî eşkere nîne, ku li ser hin sernavan biryar hatiye dayin. Di vê mijarê de em piştrast bin. Yanî metneke lihevkirinê yan jî danûstandinê nîne. Ev yek bangeke derbasbûna li nava pêvajoyekê ye, amadebûna ji pêvajoyê re ye, amadebûna ji demekê re ye. Lewma dema ku ev hate nîqaşkirin, rêbazeke rast nîne ku ya herî dawî di destpêkê de bê nîqaşkirin. Ev yek wê pêvajoyeke gengaz bixitimîne. Eger pirsgirêkek hebe û hûn rabin ji aliyê herî zehmet ê wê pirsgirêkê dest bi nîqaşê bikin, hûn ê nikaribin çareser bikin. Yanî girîng e destpêkê tiştên dikarin bêne çareserkirin bên nîqaşkirin. Ji bo vê jî divê rêbazek bê diyarkirin.”
Têkildarî rêbaza vê yekê jî Ferda Çetîn işaret bi girîngiya bingeha zanûnî ya vê yekê kir û li ser rewşa Rêber Apo jî got, “Tenê bi peyamên Serok Apo yên bi rêya heyetan 20 rojan carekê bide, ev pêvajo bi rê ve naçe. Ji bo pêvajo karibe bi rê ve biçe divê aliyên vê pêvajoyê di nava şert û mercên wekhev de bin. Diyar e ku hikumet, dewlet dixwaze ev mijar bi rewşa heyî dewam bike. Civaka Kurd divê li ber vê yekê rabe, qebûl neke. Heyeta hevdîtinê jî. Yanî madem hevdîtin an jî pêvjaoyek heye, dewlet bi sedan azî, teqawî, sefîrên bilind, general, siyasetmedar û partiyan re hevdîtinan dike. Bi MÎT’ê, rêxistina xwe ya îstîxbaratê, bi leşkeran re hevdîtinê dike. Lê belê derfetekî bi vî rengî yê Serok Apo nîne. Divê tecrîd bê rakirin, divê azad bibe. Divê karibe bi hevalên xwe, bi siyasetmedarên di nava tevgera xwe de ne, bi DEM Partiyê re têkiliyê dîne.”
Li ser cudahiya nêzîkatiyê ya Devlet Bahçelî û Recep Tayyîp Erdogan a li ser pêvajoyê jî rojnamevan Ferda Çetîn got, “Belê cudahiyeke nuansê heye û ev cudahî jî kêm nîne, gelekî mezin e. Yanî meyleke welê heye ku vê pêvajoyê naxwaze. Mînak, bombe li qadên gerîla têne barandin û feraseta polîtîkayên tundiyê dewam dike. Samî Tan û du hevalên wî ku pirtûka dersê ya Kurdî amade kirin, hatin binçavkirin. Li hemberî şaredariyên ku Kurdan bi CHP’ê re lihevkirina bajêr li ser kiribûn operasyon têne kirin. Dixwazin bibêjin, em dixwazin weke berê dewam bikin. Nîşan didin ku ew pêvajoya ku Serok Apo da destpêkirin an jî Bahçelî dixwaze bi pêş ve bibe, nas nakin. Lewma peyama wê yekê didin ku dixwazin tundiyê weke şêbazeke siyasetê dewam bikin.”
Ferda Çetîn destnîşan kir ku di vir de paradoksek heye û got, “Eger pêvajoya demokratîk, atmosfera demokratîk, demokrasî bi rengekî normal bi pêş ve biçe wê derdorên xwe ji vî şerî xwedî dikin û şer weke rêbazeke siyasetê bi kar tînin nikarin tevlî vê pêvajoyê bibin. Wê bi rengekî tasfiye bibin, bê bandor bibin. Eger ev pêvajo nemeşe, çareserî, diyalog, aştî; navê xw eçi dibe bila bibe yanî siyaseta li derveyî şer nemeşe, tundî wê hîn zêde bibe.”
Ferda Çetîn diyar kir ku ji bo aştî û demokrasiya rasteqîn pêk were divê mejiyê tundiyê û şer tasfiye bibe û li ser xeteriya mekanîka darbeyê got, “Pêwîstiyê bi tundiyê dibîne, beriya her tiştî divê ev yek bê tespîtkirin. Yanî pêwîstiya xwe bi dijmin heye. Gerîla dibêje, ‘Madem bi vî rengî ye, ez bi dawî dikim. Ez ê şer nekim’. Wê demê divê dijminekî biafirîne. Ev dijmin jî Rojava ye, Kurd e. Wê ranebin li hemberî Yewnanistan, Ermenistan, Îranê şer ranegihîne. Bi wî çavî li Kurdan dinihêrin, bi terorê pênase dikin. Ev yek şerekî taybet ê psîkolojîk û rêxistinbûyî ye.”
Ji bo pirsa “Lê belê rayedarên dewleta Tirk dibêjin, ‘Pirsgirêka me bi Kurdên li Sûriyeyê re nîne’, gelo ev nakokî nîne?” Ferda Çetîn bersiveke bi vî rengî da:
“Dibêjin ‘Li wê derê PKK heye, rayedarên PKK’ê hene, PKK gefê li ewlekariya me dixwe’. Ev hincet ji wan têne standin. Yanî eger pêvajo bi pêş ve biçe û PKK dest ji têkoşîna çekdarî berde, ji xwe bi rengekî otomatîk ev arguman têk diçe. Lê belê di pratîkê de, di nava jiyanê de PKK’yî nîne. Ew bi xwe jî bi vê zanin. Li Rojava hêzên asayî, hêzên ewlekariyê, li gumrukê PKK’yî nîne, Kurd, Ereb, Suryaniyên li wê derê ne. Ev yek şênber e.
Lewma ew argumana Tirkiyeyê di nava jiyana rasteqîn de bersiveke xwe nîne, ne cihê baweriyê ye. Eleqeya daxuyaniya Serok Apo bi Sûriyeyê, bi Kurdên li Rojava re nîne.”
Ferda Çetîn bi bîr xist ku dewletên Ewropayê, di serî de Elmanya û Swêd helwesteke krîmînalîzekirina PKK’ê nîşan dan û got, “Ev yek ne helwesteke hin dewletan bi tenê ye, konsepteke hevpar a Yekîtiya Ewropa û Emerîkayê ye. Hinceta bingehîn a vê konseptê jî têkoşîna çekdarî bû. Têkildarî nêrîn, felsefe, nêzîkatiya çandî û civakî ya PKK’ê îtirazeke wan nîne. Lê belê têkoşîna çekdarî kirin hinceta bingehîn a krîmînalîzekirin. Serok Ocalan dest li vê derê jî werda û ev amûr ji wan stand. Ev yek ne tenê banga li Tirkiyeyê bû, bangek li Ewropayê bû.”