Duşem, 19 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Salîha Aydenîz: Paradîgaya ku gelan li herêmê ava kirin hedef tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêwîstî çima bi komunan heye?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: Tirkiye bi êrîşkirina Kurdan li Rojhilata Navîn ti tiştî bi dest naxe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Em ê bi mafê xwe yê berxwedana demokratîk bersivê bidin êrîşan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DBP’ê: Em bang li gelan dikin ku ji bo parastina Rojava û mirovahiyê bikevin tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Alimê olî Şik: Mercê aştiya mayinde azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila dêriyê sînor ê Sêmalka ji bo piştevaniya Rojava were vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Silêmaniyê li dijî êrîşên li ser Rojava li ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Helo Sûrên li Şarezûrê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Divê Kurd tevlî vî şerê hebûn û rûmetê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muhsîn Osman: Berxwedana Helebê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd mîladek e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çete sivîlên birîndar direvînin
Li Tişrînê şer dewam dike: Gelek çete hatin kuştin
Li Dêrazorê êrişên li ser navendên petrolê û cihê sivîlan
Li navenda bajarê Tebqayê şer
Çete bombeyan li avahiyên Tişrînê dibarîne
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Celal Firat: Peyman ji bo hemû gelan derbasdar e
Rojane

Celal Firat: Peyman ji bo hemû gelan derbasdar e

Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat anî ziman ku peymana ku di navbera QSD û rêveberiya Şamê de hatiye îmzekirin, ji bo hemû gel û baweriyên li Sûriyeyê û bi taybet ji bo Elewiyan derbasdar e û wiha axivî: “Her kes wê bi hebûn û nasnameya xwe hebe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) bi rûxandina rejîma Esad re rêveberiya Sûriyeyê desteser kir û li dijî Elewiyan dest bi êrîşan kir. Êrîşên li ser Elewiyan li Tirkiye û gelek deveran rastî bertekan hat. Her çiqasî rêveberiya HTŞ’ê van êrîşan weke “paqijkirina bermahiyên rejîma Esed” nîşan bide jî, dîmenên ji herêmê tên nîşan didin ku Elewî rasterast hedef tên girtin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bertek nîşanî komkujiya li dijî Elewiyan da û ragihand ku bi şertê ku rêveberiya Şamê wan êrîşan rawestîne, li hev kirine. Derket holê ku HTŞ’ê piştî komkujiya li dijî Elewiyan qebûl kir û soza darizandin cezakirina kujeran da, peyman hat îmzekirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat ê ku ji civaka Elewî ye têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

Celal Firat diyar kir ku ji ber Esad û rejîma Baasê her tim weke ‘rêveberiyeke Elewî’ tên pêşkêşkirin, xala 6’an rê li ber nîqaşan vekiriye û anî ziman ku QSD bi şertê ku dawî li komkujiyên li dijî Elewiyan û êrîşên li dijî gelên din bîne bi rêveberiya Şamê re li ser masê rûnişt.

‘REJÎMA ESED WEK HIKUMETA ELEWÎ HAT NÎŞANDAN’

Parlamenter Celal Firat destnîşan kir ku gelek sedemên komkujiyên li Sûriyeyê hene û wiha domand: “Yek ji van jî bêguman rêveberiya Esad û rejîma Baas her tim weke rêveberiyeke Elewî, hêza Elewiyan tê nîşandan. Ji ber vê yekê pêkanîn xelet ên serdema rejîma Esad bi Elewiyan ve girêdan û Elewî kirin hedef. Em dizanin ku bertekên civaka Sûriyeyê tenê bi Elewiyan re ne sînordar e. Bertekên laîk, Elewî, Durzî, Xiristiyan, Asûr, Ermen, Kurd û gelek komên din ên Sûriyeyê hene. Ev bertek her tim dihat xwestin ku weke bertekên alîgirên rêveberiya kevin bên nîşandan. Beriya her tiştî Elewî dan pêş. Civata Elewî li Sûriyeyê ya herî xizan bû û bandora wê ya di nava hikûmetê de kêm bû. Rêveberiya kevin rêveberiyeke Erebên Sunî bû.”

‘DIBE KU ROLA TIRKIYEYÊ JÎ TÊDE HEBE’

Firat anî ziman ku komkujî ji nişka ve pêk nehat û wiha got: “Du-sê mehên dawîn li herêmên ku Elewî lê dijîn bi awayekî domdarî binçavkirin, muameleya xerab, windakirin, koçkirina bi darê zorê û kuştin pêk hatin. Helbet gelek sedemên vê yekê hene. Armanca wan qirkirina Elewiyan, guhertina pêkhateya demokratîk a wê derê, Elewîtî, cih û warên Elewiyan, mal û milkên wan desteser bikin, bû. Sedemek din ew e dibe ku ji bo pêşiya lihevkirin, peymana di navbera QSD û hikûmeta Şamê de bigirin bû. Dibe ku rola Tirkiyeyê di vê yekê de hebe. Ji ber ku dema komkujî destpê kir, mixabin gelek komên ku di serî de çapemenî û dezgehên ragihandinê yên nêzî hikûmeta Tirk, gef li Elewiyên li Tirkiyeyê xwarin û ji bo ku komkujî bê kirin her tişt kirin.”

‘WÊ HER KES BI NASNAME Û HEBÛNA XWE HEBIN’

Firat destnîşan kir ku lihevkirina navbera QSD û HTŞ’ê weke lihevkirina destpêkê dikare bê dîtin û anî ziman ku şertê pêşî yê QSD’ê rawestandina komkujiya Elewiyan bû. Firat wiha berdewam kir: “Ev peymana destpêkê ji bo pêşeroja gel û baweriyên li Sûriyeyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Ev peyman di rastiyê de mifteya avakirina Sûriyeyeke nû ye; ji ber vê yekê pir girîng e. Weke ku di xalên peymanê de hatiye diyarkirin pergaleke ku her kesî di nava xwe de dihewîne. Ev peyman dikare wekî destpêkek were nirxandin. Bi gotineke din, ev yek dikare weke pêngavên yekem ji bo afirandina şert û mercên hemû gel, baweriyên li Sûriyeyê bi hev re bijîn bê dîtin. Yanî her kes wê bi hebûn û nasnameya xwe hebe.”

‘DIVÊ KESÊN KOMKUJÎ PÊK ANÎN BÊN DARIZANDIN’

Firat anî ziman ku xala 6’an di raya giştî de tê nîqaşkirin û wiha bi dawî kir: “Rayedarên QSD’ê û rêveberiya Rojava li ser mijarê daxuyaniyên girîng dan. Dibêjin ku şertê girîng ew e ku her nasname, her bawerî, her gel bi nasname û hebûna hene. Di peymana pêşîn de bi xwe tê gotin ku axaftinên nefretê, muameleya xerab û hedefgirtina koman nayê qebûlkirin. Di dawiyê de ez dixwazim vê bînim ziman; Helbet em dizanin ku zihniyeta cîhadî, selefî ya DAÎŞ’ê dikare û dixwaze li Sûriyeyê li dijî Elewiyan komkujiyan pêk bîne. Ne rast e ku mirov bibêje bi vê peymana pêşîn her tişt çareser bûye û êdî ti pirsgirêk nemaye. Em tenê di destpêka her tiştî de ne. Pêwîste siyaseta demokratîk, civaka Elewî, raya giştî ya demokratîk, Tirkiye, hêzên navneteweyî, Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan beşdarî pêvajoyê bibin. Divê tîmên çavdêriyê biçin herêmê, li Hatayê korîdoreke însanî bê vekirin û HTŞ û komên din ên ku ev komkujî pêk anîne divê bên darizandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 15’Ê ADARA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Nesrîn Nas: Divê desthilatdarî baweriyê bide civakê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG’ê fermandarê şehîd Reşîd Serdar bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li herêma Nordiz a girêdayî Payîzava ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ûçar: Divê dewlet gavên cihê baweriyê biavêje

Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku divê dewlet piştî banga Rêber Apo berpirsyariyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê-Wezîrê Edaletê: Amadekariyên hiqûqî û rewşa girtîgehan hate nirxandin

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re rûnişt. Di hevdîtinê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Îlham Ehmed: Nûçeyên derewîn têne weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Guatemalayê krîza çeteyan: Li seranserê welêt rewşa awarte hate îlankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Şîliyê şewatên daristanan: 19 kes mirin, deh hezar jî hatin veguhastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Salîha Aydenîz: Paradîgaya ku gelan li herêmê ava kirin hedef tê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?