Parêzer Mehdî Ozdemîr got, “Armanca tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan berfireh e. Bi esasî astengiyek li pêşiya rol û mîsyona wî ye.”
Parêzer Mehdî Ozdemîr li ser mijarên tecrîd, ‘mafê hêviyê’ û banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ji ANF’ê re axivî. Ozdemîr işaret bi girîngiya bangê kir û got, “Hêviyek afirî ku li ser hin pirsgirêkên têkildarî çavkaniya meseleya Kurd wê sererastkirin bêne kirin û ji bo çareseriyeke mayinde ya vê pirsgirêkê wê aştiya civakî pêk were.”
Ozdemîr bi bîr xist ku ji salên 1990’î û pê ve bi taybetî jî di salên 2013 û 2015’an de agirbest hatin ragihandin, hin pêvajoyên ji bo çareseriyê dem bi dem hatin destpêkirin û got, “Encamên van hemûyan timî neyînî bûn. Sedema van encamên neyînî jî ew polîtîka bû ku ne çareserî lê pirsgirêk mayinde dikir. Belê em bi fikar in lê belê di mijara aştiyê de her tim bi hêvî ne. Di vê astê de hêviya me heye.”
TECRÎD HÎN JÎ ASTENGÎ YE
Ozdemîr destnîşan kir ku mayindekirina pirsgirêkên bi rêyên hiqûqî hatine afirandin polîtîkayeke dewletê ye û got, “Dibe ku tecrîd tê wateya îzolekirina mirovekî li girtîgehê, lê belê ji aliyê polîtîk ve armanca tecrîdê ya li ser Birêz Abdullah Ocalan hîn berfireh e. Bi esasî astengiya li pêşiya rol û mîsyona wî ye. Dema ku nexşeya rê bê nirxandin, wê bê dîtin ku yekane muxatabê çareseriya meseleya Kurd e. Ji bo karibe vê muxatabiya xwe bi cih bîne divê ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û derfet jê re bêne afirandin ku karibe bi rol û mîsyona xwe rabe. Pêkanîna ‘mafê hêviyê’ û derfetê berdana bi şert wê bê wateya afirandina şert û mercên bicihanîna berpirsyariya xwe. Ji ber vê yekê ji bo bidawîkirina bêedaletiya li ser Birêz Abdullah Ocalan û bi hezaran girtiyan, divê guhertinên qanûnî bi lez bêne kirin.”