Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik piştî banga Rêber Apo, têkildarî geşedanên rû dane ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku serketina banga Rêber Apo girêdayî gavên Tirkiyeyê ye
Cemîl Bayik anî ziman ku ji bo ku Kongreyek were lidarxistin divê şert û mercên agirbestê werin dabînkirin, Rêber Apo bi xwe kongreyê bi rê ve bibe û got: ‘’Ji bilî Rêber Apo tu kes nikare Kongreyê lidar bixe û di Kongreyê de wan biryaran bide. Divê ev yek ji aliyê her kesî ve were zanîn. Ji ber ku kesê ev tevger damezrandiye û pêş xistiye Rêber Apo ye. Bes Rêber Apo dikare Kongreyê berhev bike, biryarên Kongreyê bide û rê bide Kongreyê. Ji bîlî Rêber Apo ji me tu kes, rêveberiya PKK’ê û kadroyên PKK’ê nikarin vê yekê bikin.’’
Cemîl Bayik da zanîn ku divê şert û mercên karkirina bi awayekî azad û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo werin dabînkirin û diyar kir ku divê Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) komîsyonan ava bike û hin yasayên Qanûna Bingehîn biguherîne û pergala Îmraliyê hilweşîne. Bayik anî ziman ku ger ji bo Rêber Apo şert û mercên xebîtîna bi awayê azad neyên dabînkirin, pêvajoya ku tê hêvîkirin pêk nayê û got ku ev pêvajo di çarçoveya berjewendiyên her kesî de ye û divê ev derfeta dîrokî baş were bikaranîn.
DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ ZEXTÊ LI DEWLETA TIRK BIKIN KU GAVAN BIAVÊJE
Bayik diyar kir geşedanên piştî bangê yên di qada navneteweyî de erênî ne lê belê divê ev hêzên ku têkildarî bangê daxuyanî dane, di pratîkê de jî erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û ev yek anîn ziman: ‘’Çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bes Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd eleqedar nakin. Her kesî eleqedar dikin. Ji ber ku îro navenda Şerê Cîhanî yê Sêyemîn Rojhilata Navîn e û gelek xwîn diherike. Rêber Apo dixwaze pêşiya vê xwînê bigire. Dixwaze demokratîkbûyînê pêş bixe. Ev di çarçoveya berjewendiyên her kesî de ye. Ji ber wê yekê divê hemû kes di paratîkê de pêngavên hewce biavêje. Ji bo pêkhatina banga Rêber Apo, divê hemû kes erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Divê ji dewleta Tirk jî bê xwestin ku gavan biavêje.’’
Cemîl Bayik di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hin metirsiyên hin derdor û dostan ên têkildarî pêvajoyê jî. Bayik piştre diyar kir ku berdêlên mezin hatine dayîn, êşên mezin hatine dîtin û destkeftiyên mezin hatine bidestxistin û tu kes naxwaze ev destkeftî werin lawazkirin û got ku Rêber Apo van destkeftiyan diparêze û zêdetir pêş bixe û wiha dewam kir: ‘’A niha dibe ku hin kes rastiya Rêber Apo baş fêm nekin û ji ber vê yekê metirsîdar bin. Ev yek normal e. Lê belê bi min dê ev metirsî bi demê re werin derbaskirin. Ji ber ku beriya niha jî di nava gel de gelek caran van metirsiyan rû dan û piştre derket holê ku bi rastî jî ev metirsî belasebeb in. Ji ber ku Rêber Apo hemû caran têkoşîn zêdetir pêş xist û mezin kir. Ji ber vê yekê jî baweriya gel û dostên me ya ji bo Rêber Apo gelekî zêde ye. Weke ku madem Rêber Apo hin pêngavan diavêje, wê demê tiştekî ku dizane heye, difikirin. Û heya niha jî nexapiyan.’’
Cemîl Bayik bang li her kesî kir ku piştgiriyê bide banga Rêber, lê xwedî derkevin û erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û îfade kir ku divê pêngava gerdûnî ya azadiyê li gel hemû dostan were mezintirkirin û divê Rêber Apo ji pergala Îmraliyê were derxistin.
Nirxandinên Cemîl Bayik bi vî rengî ne:
‘’Rêber Apo manîfestoya sedsala 21’emîn weşand. Bi rastî jî divê cewhera vê manîfestoyê baş were fêmkirin. Ev yek hem ji bo me hem jî ji bo gelê me û dostên me derbasdar e. Helbet em hewl didin ku Rêber Apo fêm bikin û girêdayê vê yekê pêvajoyê û erk berpirsiyariyên pêvajoyê fêm bikin û wan bi cih bînin.
RÊBER APO DIXWAZE FERESATEKE SOSYALÎZMÊ YA KU DIKARE WERE SEPANDIN PÊŞ BIXE
Rêber Apo bi vê manîfestoyê hin pirsgirêkên sereke û çareseriya van pirsgirêkan daniye li pêşiya her kesî. Bi nirxandin û bangên têkildarî vê manîfestoyê pisgirêka Kurd ji zemîna şer derxistiye û armanc dike û bi rêyên siyasî û demokratîk çareser bike. Rêber Apo ji roja destpêkê heya niha, tim di nava hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd de ye. A niha jî nîşanî her kesî da ku dê pirsgirêka Kurd çawa were çareserkirin. Ji ber wê yekê bi navê paradîgmaya aşitî û demokrasiyê ev yek îfade kir.
Li gel vê yekê modernîteya kapîtalîst li dijî gelên Rojhilata Navîn tev geriyan. Û bi vê destwerdanê li Rojhilata Navîn gelek tişt ser û bin bûn. Ev yek hê jî berdewam dike. Rêber Apo li hemberî van destwerdanan têkoşîna gelan pêş xist. Rê û rêbazên ku gelên Rojhilata Navîn xwe ji wan rizgar bikin û avakirina Rojhilateke Navîn a demokratîk nîşan da. Perspektîfa vê yekê danî li pêşiya gelan.
Dîsa bi vê manîfestoyê sedema hilweşîna sosyalîzma reel û li şûna vê divê feraseta sosyalîst û pêşxistina têkoşînê ya girêdayî kîjan esasan nîşan da. Sosyalîzma reel di rastiyê de ji ber sedemên navxweyî hilweşiya. Dibe ku faktorên derve jî bandor li vê yekê kirin. Lê belê sedema sereke sedemên navxweyî ne. Ferasetên wê yên dewlet, desthilatdarî û netewî ne. Dîsa girêdayî feraseta wê ya partiyan e. Rêber Apo bi vê manîfestoyê armanc dike ku bandorên sosyalîzma reel ji holê rake û feraseteke sosyalîzmê ya ku rasttir were sepandin pêş bixe. Bi hilweşîna sosyalîzma reel a li Sovyetan, dewlet, partî û rêxistinên ku li gorî sosyalîzma reel şikil girtin jî hilweşiyan.
Gelo li şûna vê dikare feraseteke sosyalîst a rasttir çawa were pêşxistin? Rêber Apo di vê mijarê de jî feraseta xwe datîne li pêşiya hêzên sosyalîst û hemû derdor û rêxistinên ku têkoşîna sosyalîst bi rê ve dibin. Girêdayî vê yekê dixwaze giraniyê bide sosyalîzmê.
Tişta esas jî ew e ku hevrêyên jin vê mamnîfestoyê weke ronesansekê dinirxînin û mafdar in jî. Nirxandina wan a bi vî rengî jî nirxandineke rast e. Karekterê Rêber Apo azadî û demokrasî ye. Pêşxistina jiyan, civak û kesayetek e azad e, azadiya jinan li ser xîmê feraseta azadiyê daye rûniştandin. Bi awayekî zelal nîşan daye ku heya azadiya jinan neyê pêşxistin, ji tu azadiyan encam nayên standin. Azadiya jinan bi hemû azadiyan ve girê daye. Têkiliya jinan ya li gel civak, demokrasî, azadî û sosyalîzmê bi awayekî zelal nîşan daye. Nîşan daye ku kesên ku di armanca xwe de civakîbûn, azadî, demokrasî û sosyalîzmê digirin, divê azadiya jinan esas bigirin. Pîvana sosyalîstbûna rêxistin, têkoşîn û kesayetan weke nêzîkatiya li hemberî jinan û nêzîkatiya li hemberî xeta azadiya jinan diyar kiriye.
Ji ber vê yekê Rêber Apo manîfestoya sedsala 21’emîn li ser van stûnan ava kiriye û ev yek daniye li pêşiya her kesî. Tevgera me jî li ser van yekan dixebite, encamên hewce jê distîne û girêdayî van yekan hewl dide têkoşînê pêş bixe.
TIFAQA GELÊN KURD-TIRK A DÎROKÎ
Bicihbûna Tirkan a li Anatolyayê bi Tifaqa gelên Kurd-Tirk pêk hatiye. Her wiha pêşxistina împaratoriyan ya ji aliyê Tirkan ve xwe dispêre vê tifaqê. Dewleta Tirk, Dewleta Osmaniyan û gelê Tirk kengê bi talûkeyeke cidî re rû bi rû mabe, dîsa bi saya vê tifaqê û piştgiriya gelê Kurd ew talûke derbas kirine. Ev rastî tên zanîn. Tu kes nikare van rastiyan paşguh bike û ji holê rake.
Hê di destpêkê de tifaqeke ku li gel Siltan Sencer hatî pêşxistin, heye. Vê tifaqê piştre li Mazgîrtê û Çaldiranê û di pêşketina Împaratoriya Osmaniyan de rola xwe lîstiye. Piştre dema ku Osmanî bi hilweşînê re rû bi rû man, dema ku dewleta Tirk û gelê Tirk bi talûkeyeke mezin re rû bi rû man dîsa Mûstafa Kemal xwe spart Tifafa gelên Kurd-Tirk û dîsa wê demê ji Sovyetan piştgirî stand, dewleta Tirk û gelê Tirk xwe ji wê rewşê rizgar kir. Lozan girêdayî vê yekê pêş ket.
Heya Lozanê dewleta Tirk, girîngiyeke mezin daye gelê Kurd. Bi piştgiriya gelê Kurd xwe ji rewşên xirab rizgar kiriye û çûye Lozanê. Heya wê demê ji Kurdan re xweserî hatiye naskirin. Her wiha têkildarî vê yekê gelek nivîs hene. Dîsa Qanûna Bingehîn a 21’an heye. Piştre dema ku dewleta Tirk li Lozanê tapû wergirt û talûkeyên li hemberî wê ji holê rabûn, vê carê jî fikirî ku hewcehiya wan bi piştgiriya ku ji gelê Kurd û Sovteyan distand, nemaye û girêdayî Qanûna Bingehîn a 21’an hin guhertin kirin. Yanî tifaqa gelê Kurd xirab kir. Ji bo ku berê xwe bide gelê Kurd jî di sala 1924’an de destpêkê Qanûna Takrîrî Sukûnê derxist û girêdayî vê yekê Qanûna Bingehîn a 1924’an derxist û piştre jî gelek tişt pêş xistin.
Helbet bandora Modernîteya Kapîtalîst a li ser vê yekê heye. Ji ber ku Modernîteya Kapîtalîst feraseta netewedewletê xist li pêşiya Tirkiyeyê. Bi tenê pêşxistina vê yekê ya li Tirkiyeyê ew erkdar nekir, di heman demê de erk û berpirsiyariya pêşxistina feraseta netewedewletê ya li Rojhilata Navîn jî dayê. Dewleta Tirk ji ber vê yekê li Tirkiyeyê yekperestî esas girt. Yanî dewleta Tirk feraseteke faşîst ya weke yek netew, tek welat û yek ziman esas girt. Aha înkarkirina gelê Kurd û tunekirina gelê Kurd di encama vê yekê de derket û hate domandin. Gelek komkujiyên li ser gelê Kurd girêdayî vê yekê hatin pêşxistin.
Têkiliyên gelên Kurd- Tirk di esasê xwe de piştî avakirina dewleta Tirk kêm bûn. Ev jî bi temamî encama feraseta netewedewletê ye ku ji aliyê kapîtalîzmê ve hate afirandin. Ji ber ku netewedewlet yekperestiyê esas digire. Tunekirina hemû çand, gel û zimanan û avakirina yek neteweyê esas digire. Tişta ku dewleta Tirk jî esas girt, ev e. Tifaqa gelên Kurd-Tirk ya demdirêj hate jehrîkirin. Derbeyeke mezin li têkiliyên gelên Kurd-Tirk hatiye xistin.
Dewleta Tirk û hikûmetên wê tim gelê Kurd sûcdar dikin. Propagandayên weke ku gelê Kurd îxanet li wan kiriye û dixwazin welêt perçe bikin pêş dixe. Girêdayî vê yekê civakê jehrî dike. Xwiş-biratiyê û yekîtiyê ji holê radike. Tim û tim li hemberî gelê Kurd dijminahiyê pêş dixe.
DI DEMÊN HERÎ KRÎTÎK DE KURDAN PIŞTGIRÎ DA TIRKAN
Lê yên ku xiyanetê dikin, dabeşkeriyê dikin ew bi xwe ne. Dema em li dîrokê dinêrin, di hemû demên krîtîk de Kurdan piştgiriya herî mezin dane Tirkan. Bi piştgiriya Kurdan hemû talûkeyan derbas kirine. Eger ku Tirkiyeyê ji bo xwe kirine welat, ev bi saya Kurdan e. Em dibînin ku ev rastî tê berovajîkirin. Eger têkilî xira bûne, xwişk-biratî xira bûye, ne Kurdan xira kirine, dewleta Tirk, hikûmetên Tirk bi xwe ne, pergala modernîteya kapîtalîst a li pişt wan e ku xira kirine. Feraseta netewedewletê ye.
Di roja me de êdî feraseta netewedewletê tê hilweşandin bi taybet jî li Rojhilata Navîn. Rojhilata Navîn ji nû ve tê şêwandin, tê vesazkirin. Hîna ne diyar e ku bê ka çawa were kirin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk ku netewedewletê li Tirkiyeyê esas digire, li Rojhilata Navîn esas digire, êdî rûbirûyê merhaleyeke cidî ye. Êdî nikare weke berê di netewedewletê de israr bike. Hîna jî israr dike, lê êdî çiqas israr bikin jî ev rewş êdî li paş ma. Ev yek divê êdî ji aliyê her kesî ve baş were fêmkirin. Gengaz e ku dîsa têkiliyên Tirk-Kurd sererast bibe û çareserî û têgihiştina neteweya demokratîk esas were girtin. Heta ku têgihiştina neteweya demokratîk esas neyê girtin, heta li ser vê bingehê guhertina zihnî pêk neyê û eger di zîhniyeta kevn de israr bikin, yanî di netewedewletê de israr were kirin helbet ne pêkan e ku ev têkilî werin sererastkirin. Rêber Apo ji ber vê yekê dîroka Tirk-Kurd ji nû ve danî pêşiya her kesekî. Rê li ber pêşxistina tifaqa dildar a ji nû ne ya du gelên di dîrokê de vekir û danî pêşiya her kesekî. Xwişk-biratî û yekîtiya Tirk-Kurd encax bi qebûlkirina hebûn û mafên civaka Kurd pêkan e. Yanî bidevjêberdana polîtîkaya înkar-îmhayê, bi qebûlkirina mafên xwezayî yên gelê Kurd û bi pêşxistina neteweya demokratîk ji bo çareseriyê dikare were pêkanîn. Di bingeha bang û manîfestoya ku Rêber Apo pêş xist de ev jî heye.
Em hêvî dikin ku dewlet û hikûmeta Tirk, bi taybetî jî hezkerên Tirkiyeyê, welatparêz, gelê Tirk vê rastiyê bibînin, êdî dev ji israra di siyaseta înkar-îmhayê de berdin û têkiliya ku bi Kurdan re xira bû ji nû ve li ser bingeheke siyaseta demokratîk ava bikin.
Rêber Apo, gelê Kurd û tevgera azadiyê ji bo ku ev têkilî careke din were kirin û berevajîkirina hatî kirin ji holê were rakirin, hewl dide berpirsyariya dîrokî ku dikeve ser wan careke din bi cih bînin. Ez hêvî dikim ku dewlet û hikûmeta Tirk û bi esasî jî civaka Kurd vê berpirsyartiya dîrokî bi cih bînin.
TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ JI BO VEKIRINA RÊYA SIYASETA DEMOKRATÎK HATE PÊŞXISTIN
Ji ber ku li ser civaka Kurd siyaseta înkar-îmhayê dihat meşandin, her tiştê aîdê Kurdan dihate îmhakirin. Rewşa gelê Kurd gelekî xirab bû. Rêber Apo destwerdaneke dîrokî ji vê re kir. Ji ber ku rewşa heyî bi qasî ku li dijî Kurdan bû, li dijî Tirkan jî bû. Rêber Apo vê gelek caran kir rojev. Got, Tirk bê Kurd; Kurd bê Tirk nikare jiyan bike, îmhakirina Kurdan îmhakirina Tirkan e. Ev yek gelek caran anî rojevê. Ji ber ku hemû rê hatin girtin û gelê Kurd rûbirûyê talûkeyeke pir mezin hat, Rêber Apo neçarî bi armanca vekirina rêya siyaseta demokratîk têkoşîna çekdarî da destpêkirin. Ji xeynî pêşxistina têkoşîna çekdarî tu rê nemabûn ku Kurd xwe îfade bikin, ji holê hatibûn rakirin. Ji bo meşandina siyaseta demokratîk divê hebûna xwe parastiban. Eger hebûna xwe biparêzî dikarî vê rêyê vekî.
Heta şehadeta heval Hakî Karer armanca pêşxistina têkoşîna çekdarî tunebû. Heta wê demê di nava civakê de xebat dihate kirin. Xebata ku dihat kirin xebateke siyasî bû. Dema heval Hakî Karer hat qetilkirin ev hate dîtin; ne xwe ji bo bikaribin xebatê bikin divê xwe biparêzî. Tu rêyeke din nîne. Têkoşîna çekdarî wê demê ket rojeva me. Armanc ew bû ku ji bo Kurdan hawirdora siyasetê were afirandin; Va ye bi têkoşîna çekdarî re ev hate afirandin. Têkoşîna çekdarî ku di vî aliyê de hate pêşxistin rast bû, rewa bû. Gelê Kurd bi vê re careke din ruh dît, zindî bû, rabû ser piyan û bi serhildanên xwe bû gelê Newrozê.
HEWLDANÊN AGIRBEST Û AŞITIYÊ HATIN SABOTEKIRIN
Rêber Apo vê armanca xwe di vê tarzê de bi ser xistibû. Gelekî ku di her şert û mercê de xwedî li azadî û nirxên xwe derdikeve derxistibû holê. Êdî gelê Kurd bibû evîndarê azadî û demokrasiyê. Êdî tişta ku were kirin ew bû ku vejîn bi rizgarkirinê were temamkirin. Rêber Apo ji ber vê got, ‘Vejîn temam bû, dora rizgarkirinê ye.’ Yanî xwest pirsgirêka Kurd ji zemîna têkoşîna çekdarî derxe û bibe ser zemîna siyaseta demokratîk û xwest li ser vê bingehê pirsgirêka Kurd çareser bike. Di sala 1993’yan de gavên vê avêtin. Turgut Ozal hewl da vê zemînê biafirîne. Ji ber ku Turgut Ozal ji bo bidawîkirina tevgera hatî pêşxistin hewldanek mezin da. Lê di encamê de dît ku wê bi vê tarzê neyê çareserkirin. Fêm kir ku Tirkiye wê zirarê bibîne. Ji ber vê armanc kir ku pirsgirêkê bi rêbazên siyaseta demokratîk çareser bike. Dît ku ev di berjewendiya Tirkiyeyê de ye, li ser vê bingehê gav avêt. Rêber Apo ji bo pêşxistina vê pêvajoyê, agirbestê yek alî ragihand. Mam Cemal di wê demê de ji bo pêşxistina vê pêvajoyê di navbera Tirkiye û Rêber Apo de navbeynkarî kir, hewl da.
Lê ji ber ku zîhniyeta dewleta Tirk li ser bingeha înkar-îmhayê ye ev yek sabote kir. Turgut Ozal hate tasfiyekirin. Lê Rêber Apo dev ji vê armancê xwe berneda. Bi berdewamî ji bo tevger û têkoşînê bikşîne ser zemîna demokratîk hewl da. Erkekî wiha danî pêşiya Kongreya 5’emîn. Rapora ku pêşkêşî Kongreya 5’emîn kir, her kes dikare bixwîne. Guhertin û veguhertina tevgerê, jinûveavakirinê anî pêşiya Kongreyê. Li gel ku Kongre di vî aliyî de hin gav avêtin jî, nekarî vesazkirin, guhertin û veguhertina ku Rêber Apo xwest, derxe holê. Rêber Apo ev yek dîsa berdewam kir. Xwest vê armanca xwe pêk bîne.
Li Tirkiyeyê Necmettîn Erbakan Hoca ji bo çareserkirina pirsgirêkê name şandin. Rêber Apo bersiva van nameyan da. Erbakan Hoca jî dîtibû ku berjewendiya Tirkiyeyê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de derbas dibe. Di wê bingehê de hewl dida zemîna vê biafirîne. Lê Erbakan Hoca jî ji desthilatdariyê hate dûrxistin. Rêber Apo xwest pêvajoya ku di 1993, 1995’an de bi Erbakan Hoca re da destpêkirin, di nirxandina xwe ya 15’ê Tebaxê de ku 1998’an de kir, bigihîne armanca xwe. Xwest ji nû ve vesazkirinê, guhertin û veguhertinê temam bike. Bi vê armancê dîsa agirbesta yekalî ragihand. Lê bi komployeke navneteweyî bersiva vê dan. Çima? Ji ber ku mayîna pirsgirêka Kurd di zemînê şer de, ne tenê rantê li Tirkiyeyê ji bo gelek derdoran dida qezenckirin, di qada navneteweyî de jî yên ku rantê qezenc dikirin hebûn. Ji ber vê yekê nedixwestin pirsgirêka Kurd bi rêbazên siyaseta demokratîk were çareserkirin, sabote dikirin. Hêza me jî têre nekir ku em van hewldanên saboteyê bê bandor bikin. Her çiqas me xwestiye em van bê bandor bikin jî hewldanên me kêm man.
Dema Rêber Apo bi komployeke navnetweyî dîl hate girtin, di şert û mercên Îmraliyê de ku şert û mercên herî zehmet ê cîhanê ye, di nava ewqas neheqiyan de guhertin, veguhertin û jinûvevesazkirinê ku ji 1993’an ve pêş dixe, temam kir. Tevgerê ji nû ve gihand paradîgmayeke nû. Paradîgmaya avakirina civaka ekolojîk, azadîxwaziya jinê û demokratîk pêş xist. Bi vê yekê re xwest tevgerê bikşîne ser zemîna siyasî û hiqûqî û li ser vê bingehê pirsgirêkê çareser bike. Lê komploya navneteweyî û hêzên girêdayî wê, hin hêzên li Tirkiyeyê, dîsa li Başûr, ên di nav me de mudaxeleyê vê kirin. Bi tasfiyeyê re bersiv dan. Armanc kirin ku tevgerê biqedînin. Lê tevger li dijî vê rabû û Rêber Apo di 2003, 2005, 2009, 2013’yan de ev hewldanên xwe domandin.
Dema ku ev hewldanên xwe didomand, her tim bi saboteyê re bersiv dan. Ji ber vê yekê kir û nekir nekarî pêwîstiyên paradîgmayê tam bi cih bîne. Her çiqasî gav hatin avêtin jî, lê tam têketina paradîgmayê pêk nehat. Li gorî pêwîstiyên wê rêxistinbûn û têkoşîn nehate pêşxistin. Dibe ku piştî komploya navneteweyî, li ser bingeha paradîgmaya nû hat rojevê ku êdî emrê PKK’ê temam bûye, erk, berpirsiyarî û rola xwe bi cih aniye û ji ber vê yekê li şûna wê rêxistinbûneke li gorî paradîgmayê hat pêşxistin. Heta di Kongreyê de biryara vê hat girtin. PKK hat tasfiyekirin, KADEK ket şûna wê. Lê bi derbasbûna KADEK’ê re rêxistinbûneke li gorî paradîgmayê nehat pêşxistin. Rewşa talûke nehat derbaskirin. Ji ber vê yekê Rêber Apo diyar kir ku PKK’ê ji nû ve hebûna xwe bidomîne. Ev bi temamî ji bo berterefkirina talûkeya tasfiyeker bû ku di wê demê de derket holê.
PKK’Ê ROLA XWE LÎST
Vê ji bo wê dibêjim, yanî tasfiyekirina PKK’ê ne nû hatiye rojevê. Pêvajoyek e ku ji 1993’yan destpê kir û heta niha tê pêşxistin. Ji ber ku PKK’ê rola xwe lîst. Di heman demê de ji ber ku di şert û mercên sosyalîzma reel de hate avakirin, ji ber bandorên sosyalîzma reel heye, di hewldana pêşxistina têgihiştina sosyalîzmê ya Rêber Apo de ne têrker e, her wiha ji ber ku PKK’ê êdî rola xwe temam kir, xwe derbas kir, ji ber ku tevgerekî mezin derket holê, divîyabû cihê xwe ji rêxistinbûn û têkoşînekî nû re bihêle.
Va ye ev bû ku Rêber Apo danî pêşiya tevgerê xwe. Dema bi tu rengî di asta ku dihat xwestin de pêk nehat, niha dixwaze vê pêk bîne. Tişta ku tê xwestin bê kirin ev e. Yanî tu guhertin di îdeolojî, felsefe û paradîgmayê de tune ye. Guhertin di têgihiştina rêxistinbûn û têkoşînê de ye. Divê ev bi vî rengî were fêmkirin.
KÎ PIŞTGIRIYA KURDAN BIKE WÊ EW ENCAMÊ BIGIRE
Rêber Apo hem rewşa li Tirkiyeyê, hem rewşa li Rojhilata Navîn pêş dikeve, hem jî têkoşîna ku tevger didomîne nirxand û di encama van nirxandinên xwe de banga aşitî û civaka demokratîk kir. Dema ku ev bangê kir helbet ne bi kirina bazarekî kir. Rêber Apo bi însiyatîfê xwe vê gavê avêt. Ji ber ku Rêber Apo vê tespît kir; Êdî şert û mercên li Tirkiyeyê, şert û mercên li Rojhilata Navîn, têkoşîna ku tevger pêş xist û encamên wê derfet da ku gavekî wiha bavêje. Zemîna ku dixwest ji sala 1993’yan ve pêş bixe lê nekarî pêş bixe bi dest xist. Xwest vê binirxîne. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkiye, ji bo Rojhilata Navîn û ji bo mirovahiyê vê nirxand. Û ev yek got, “Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pirsgirêkê derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim û çareser bikim.” Ev yek pir zelal îfade kir. Tişta ku dixwest ev bû. Û hin vebijark danî pêşiya Tirkiyeyê. Got, “Eger li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêş bikeve, înkar û îmhaya Kurdan were berdan, gavên çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd werin avêtin, wê ev di berjewendiya her kesî de be. Tirkiye qezenceke mezin ji vê bike. Gelên Rojhilata Navîn dîsa mirovahî wê mezin qezenc bike. Eger ev gav neyê avêtin, siyaseta heyî were meşandin, di vê de israr were kirin, ev wê pirsgirêkên Tirkiyeyê girantir bike, Tirkiye zirareke mezin ji vê bibîne û mezin winda bike.” Çima? Ji ber ku Tirkiye encam ji siyaseta xwe ya înkar-îmhayê negirt. Hemû derfetên xwe yên hundir-derve bi kar anî. Piştgiriya NATO’yê girt, piştgiriya PDK’ê girt, piştgiriya Iraqê girt, tevî vê jî encam negirt. Ev siyaset têk çû. Dema ku ev siyasetê dimeşand, bi hizra ku wê encamê bigire hemû derfetên xwe xerc kir, êdî di destê wî de tîştek nema ku bi kar bîne. Gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê giran bûn, Tirkiye rûbiriyê talûkeyekî mezin hat. Li Rojhilata Navîn guhertinekî mezin diqewime, wê hê jî bidome. Ev geşedanên li Rojhilata Navîn jî ji nêz ve Tirkiyeyê eleqeder dike, geşedanên li dijî Tirkiyeyê ne. Ev jî dema giha pirsgirêkên li Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd gelekî girîngî qezenc kir, li Rojhilata Navîn derket pêş. Ji bo hêzên ku dixwazin li Rojhilata Navîn encamê bigirin, piştgiriya Kurdan diyarker bû. Kî piştgiriya Kurdan bike, wê ew hem pirsgirêkên xwe çareser bikin hem jî wê encamê bigirin.
SERKEFTINA BANGÊ GIRÊDAYÎ GAVÊN TIRKIYEYÊ YE
Îsraîl li ser disekine, Îran li ser disekine û Tirkiye disekine. Eger Tirkiye gavên demokratîkbûnê neavêje û pirsgirêka Kurd çareser neke, pirsgirêka demokrasiyê çareser neke, helbet wê Tirkiye zirareke mezin ji vê bibîne. Rêber Apo Tirkiyeyê esas digire, dixwaze Tirkiye demokratîk bibe. Ev jî encax bi piştgirî û tifaqa Kurdan dibe. Dîsa îşaret bi felsefeya damezranina Komara Tirkiyeyê kir, got ‘Eger Tirkiye gav bavêje, wê esas bigire vê çêbibe’ û ev gavê avêt.
Di vî aliyî de serketina bangê helbet girêdayî gavên Tirkiyeyê ye. Li cîhanê tu pirsgirêk bi gavên yekalî nehatine çareserkirin. Mînaka vê tune ye. Rêber Apo di aliyê xwe de gavên ku divê bên avêtin, avêtin û got, ‘Ez berspirsê vê pêvajoyê me, berpirsê dîrokê me, ez dabînkar im.’ Got, ‘Ji bo ku ez vê pêvajoyê pêş ve bibim, divê hûn jî vê derfetê bidin min. Yanî divê şert û mercên min werin guhertin, divê ev pergala Îmraliyê were tasfiyekirin.’
dewam dike…