Li gorî nûçeya Kolbernewsê kasibkarek Kurd ê xelkê gundê “Doletû” ya ser bi bajarê Serdeştê yê bi navê Qazî Kawanî, ku di rojên borî de di encama gulebarana rasterast a hêzên Îranê de ji serê xwe bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest daye.
Hat gotin ku Qazî Kawanî beriya çend şevan, li sînorê “Casûsan” ê Serdeştê, bêyî ku hişyariyeke pêşwext bidinê, ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatibû gulebaran kirin. Piştî ku Qazî radikin Nexweşxaneya Xumeyînî ya li Mehabadê, di beşa çavdêriyê de jiyana xwe ji dest dide.
Her wiha hate ragihandin ku doh hêzên Wezareta Îtîlaatê ya Îranê bi ser malên sê ciwanên xelkê gundê Befrewanî yê ser bi navçeya Şamat a bajarê Mehabadê yên bi navên Mensûr Ebasî, Ehmed Xeyrî û Wahîd Xeyrî de girtine. Hate gotin ku her 3 ciwan bêyî biryara dadgehê binçavkirine û aqûbeta wan heya niha jî nayê zanîn.

