Beriya mîtînga ku Ozgur Ozel plan kir li Îzmîrê pêk bîne, li Qada Cûmhûriyetê rageşiyê rû da.
Daxwaza Partiya Gel a Komarê (CHP) ya ji bo lidarxistin mîtînga li Qada Cûmhûriyetê ji aliyê Walîtiya Îzmîrê ve nehate qebûlkirin.
Walîtiyê bi hinceta ku “Qada Cûmhûriyetê ne qada mîtîngê ye” destûr neda. Rayedaran diyar kirin ku mîtîng dikare li Qada Gundogdûyê bê lidarxistin.
Tîmên polîsan serê sibehê derdora Qada Cûmhûriyetê girtin. Destûr ji mirovan re nehate dayin ku xwe bigihînin qadê û gelek TOMA û hêzên polîsan hatin bicihkirin.
Kesên ku xwestin bikevin qadê dirûşmên “Serokê hilbijartinî Ozgur Ozel” û “Serok Ozgur, Tirkiye azad” qîriyan.
Tîmên polîsan jî bi gaza îsotê û ava şid êriş birin ser girseya gel. Li qadê ji bo demeke kurt rageşiyê rû da.

