Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) diyar kir ku şeva 18’ê Adarê saet di 23:00 de artêşa Iraqê li navenda bajarê Şengalê êriş bir ser tîmekî YBŞ’ê û di encamê de aloziyê rû da.
Ragihandina YBŞ’ê ragihand, ku artêşa Iraqê li taxa Yermûk a Şengalê wesayiteke şervanên wan xistiye kemînê û êrişê wan hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê di encama êrişê de 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûn.
Têkildarî rewşa birîndaran jî hate gotin, rewşa şervanek wan gelekî girane û li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Hate ragihandin ku li herêmê rewşa awarte dewam dike.