Pêncşem, 25 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nivîskar Şivan Zeren hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Turkay: Kovara Jiyana Ekolojîk ku weke hinceta girtina min hat nîşandan, derbasî girtîgehê bû!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bikaranîna narkotîkê bi zanebûn li Kurdistanê tê belavkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Du şaredar hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nehîr Sevîm: Desthilatdariya siyasî ditirse ku têkiliya wê ya bi emperyalîzmê re bê eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîz Kaya: Em ê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nivîskar Şîvan Zeren ji ber kûpaya bi wêneyê Arîn Mîrkan hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya nobetê ya li Mexmûrê de peyama piştgiriyê ji bo pêvajoya çareseriyê hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Peyama KCK’ê ji bo Newroza Qendîlê: Tehemûla gelê me ji dîlgirtina Rêber Apo nemaye
Kurdistan

Peyama KCK’ê ji bo Newroza Qendîlê: Tehemûla gelê me ji dîlgirtina Rêber Apo nemaye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di peyama xwe ya ji Newroza Qendîlê re diyar kir ku tehemûla wan û gel êdî ji dîlgirtina Rêber Apo re nemaye, divê pergala êşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe, Rêber Apo azad bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê peyamek ji pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê re şand. Peyama KCK’ê bi vî rengî ye:

“Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê

Gelê hêja yê Qendîlê û gelê me yê ku dilê wan bi evîna azadiyê lêdide û hatî Newroza Qendîlê, hûn bi xêr hatin. Em bi germahiya agirê Newrozê û hesreta azadiyê we hemûyan bi rêzdarî silav dikin û Newroza we pîroz dikin. Ew Newroza ku gelê Kurd diyarî însaniyetê kirî, cejnekî herî qedîm a dîroka însaniyetê ye. Newroza ku bûyî sembola berxwedana li hemberî Dehaqê zalim, bi hezaran salane ji aliyê gelên Mezopotamya, Îran, Anatolya, Qefqasya û Rojhilata Navîn ve tê pîrozkirin. Em jî carek din di hizûra we de Newroza gel, jin û her kesê ku germahiya Newrozê di dilê xwe de hîs dike yên Mezopotamya, Îran, Anatolya, Qefqasya û Rojhilata Navîn pîroz dikin.

GELÊ KURD GELÊ NEWROZÊ YE

Bêguman gelê Kurdistanê afirînerê Newrozê ye û lewma jî germahiya Newrozê di kûrahiya dilê xwe de jiyan dike. Zaliman di dîrokê de gelek caran xwestine gelê Kurdistanê tune bikin. Lê belê her carê jî gelê Kurdistanê bi Newrozê li ber xwe daye û hebûna xwe parastiye. Lewma jî Newroz ji bo gelê Kurdistanê bûye sembola yekîtî, hevgirtin û azadiyê. Gelê Kurd bi Newrozê xwe afirandiye û azad kiriye. Ji ber vê rastiyê jî Rêber Apo dibêje; “Gelê Kurd, gelê Newrozê ye. Heya ku Newroz hebe, ev gel tune nabe.” Ev rastiya dîrokî îspat bûye. Em di hizûra we de carek din Newroza gelê Kurdistanê yê berxwedêr pîroz dikin. 

Di roja me ya îro de, kesayetên dîrokî û kêliyên dîrokî yên ku bûne sedem ku, Newroz ji nû ve zindî bibe û heta îro were çêbûne. Rêber Apo, bingehê PKK’ê di rojek Newrozê de avêt. Kawayê Hemdem, roja Newrozê derket û çalakiya dîrokî pêş xist. Li hember Dehaqên zalim yên ku dixwestin gelê Kurd tune bikin, bi çirûskek biçûk tarîtî qelişand û Newroz carek din vegerand cewherê wê yê dîrokî. Lewma jî Mazlûm Dogan bû Kawayê Hemdem yê dîroka Kurdistanê. Ew çirûska 43 sal beriya niha Kawayê Hemdem Mazlûm Doxan pêxistî, îro di dil û ruhê milyonan de gur bûye, geş bûye û rêya wan rohnî dike. Dema ku em vê roja wetedar û xweşik pîroz dikin, divê em şehîdên xwe yên ku bedena xwe bi agirê Newrozê re kirin yek û ev pêtên agirê azadiyê yê Newrozê heta roja me ya îro anîn ji bîr nekin. Bi van hestan em Mazlûm Dogan û şopdarên wî Zekiye, Rahşan, Ronahî û Berîvanan û hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi bîr tînin û rêzdariyên xwe pêşkêş dikin. 

Ew têkoşîna PKK’ê bi ruhê Newrozê dayî destpêkirin, bûye sedemê avakirina yekîtiya gelê Kurd. Di vê yekê de tevlîbûyîna gelê Başûr a tekoşîna azadiyê jî rolek pir mezin lîstiye. Ewladên Başûrê Kurdistanê yên wek Dr. Sîrwan, Diyar Xerîb (Helmet), Viyan Soran, Mamoste Şemal, Raûf Akreyî, Alî Şaban Amediyê, Sadik Omer û her wiha hezaran şehîdên qehreman bûne stûnên bingehîn ên têkoşîna azadiya Kurdistan û yekîtiya netewî. Divê em bîranînên wan yên hêja, jiyan bikin û bidin jiyankirin. 

ÇARESERIYA KRÎZAN CIVAKA DEMOKRATÎK E

Îsal, Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, wateyek nû li Newrozê bar kir. Em dibînin ku gelê Kurdistanê, bi hêz û morala ku ji banga Rêber Apo girtî, li her derê Newroza xwe bi coş û kelecanek mezin pîroz dike. Banga Aştî û Civaka Demokratîk, bangek dîrokî ye. Manîfestoya azadiyê ya serdemê ye. Rêber Apo bi vê bangê ji gelê Kurdistan, Rojhilata Navîn û însaniyetê re asoyek nû daye çêkirin. Azadiya gelan, jinan û azadbûna jiyanê bi xwe gihandina wê asoya Rêber Apo pêkan e. Rêya ji şer, zext, talan, kaos û krîza modernîteya kapîtalîst derketinê, civaka demokratîk e. Em li vir, di hizûra we de, hezkirin, rêz û silavên xwe ji bo Rêber Apo dişînin. Rêber Apo, zêdeyî 50 salan pêşengiya têkoşîna me dike û herî dawî jî bi banga xwe asoyek nû ji bo me afirand. Em Newroza Rêber Apo pîroz dikin. 

Êdî tehamûla gelê me ji esareta fizîkî ya Rêber Apo nemaye. Êdî divê pergala êşkencê ya Îmraliyê bi dawî bibe, Îmrali ji holê were rakirin, Rêber Apo demildest azad bibe. Divê ji bo vê yekê em li her derê têkoşînê bilind bikin û vê xwestekê ji her demê zêdetir bînin ziman. Em sala 2025’an bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Li ser vî esasî, bi hest û baweriya azadiyê we bi rêzdarî silav dikin û Newroza we pîroz dikin.

Newroz Pîroz Be!
Bijî Newroz!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QENDÎL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Banga Rêber Apo li Newroza Qendîlê hate xwendin
Nûçeya Pişt re Bafil Talabanî: Newroz peyama azadiyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo gerîlayê HPG’ê Dogan Amed merasîm hate lidarxistin

Li gundê Hewlaqî yê Kobanê ji bo gerîlayê HPG’ê Dogan Amed (Qasim Xelîl) ê ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê 8’ê Adarê: Em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bi ser bikevin

Li Amedê jinên ku bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Qada…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroza li Şirnexê: Bijî Serok Apo

Newroz li Şirnexê bi coş hate pîrozkirin û tim û tim dirûşma 'Bijî Serok Apo'…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Nivîskar Şîvan Zeren ji ber kûpaya bi wêneyê Arîn Mîrkan hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di çalakiya nobetê ya li Mexmûrê de peyama piştgiriyê ji bo pêvajoya çareseriyê hat dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?