Girtiya siyasî Hura Nîkbext a li Girtîgeha Evînê li dijî zêdebûna cezayê darvekirinê, ji girtîgehê peyamek belav kir.
Hura Nîkbext ragihand ku ew li dijî bêdengiya welatiyan a beramberî zêdebûna derxistin, erêkirin û pêkanîna cezayên darvekirinê, dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Girtiya Siyasî Hura Nîkbext tekezî kir ku heta ku helwesteke cidî li dijî cezayên darvekirinê neyê girtin, ew ê greva xwe bidomîne.
Li gorî daneyên rêxistinên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî, sala borî rejîma Îranê hezar girtiyên Kurd û Îranî bi darve kir. Her ku diçe ev hejmara darvekirinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî zêde dibe. Li gel van metirsiya darvekirinê hîna li ser Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî berdewam e.