Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li gundewarê kantona Dêrazorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîrên ewlehiyê zêdetir kirine.
Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hatin gotin, “Di du rojên dawîn de rêxistina DAÎŞ a terorîst li Dêrazorê rêze êrîşên terorî pêk anîn. Ev êrîş planên xeternak ên rêxistina terorîst nîşan dide. Êrîşek li bajarokê Cezrat ê gundewarê rojavayê Dêrazorê û yek din li bajarokê Dîbanê yê rojhilatê Dêrazorê li dijî erebeyeke leşkerî pêk hatin. 5 şervanên me di dema bersivayîna van êrîşan de şehîd bûn û hin din birîndar bûn.
Ligel zêdebûna tevgerên şaneyan û çalakiyên wê yên terorîst li Sûriyeyê û bi taybetî li Dêrazorê, hêzên me bi hemû meclîsên xwe yên leşkerî, li hemberî planên terorîstî yên plankirî, tedbîrên ewlehiyê û dewriyeyên xwe li herêmê zêdetir kirine. Rêxistina DAÎŞ a terorîst hewl dide bigihêje asteke sabît a çalakiyên terorî yên li dijî hêzên leşkerî, rêveberî û saziyên civakî.
Hêzên me teqez dikin ku ew amade ne şaneyên terorî yên hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, bişopîne. Her wiha teqez dikine ku di hemû mercan de mîsyona xwe ya parastina şêniyan bidomîne.”